logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

Bedran DERE

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Bedran DERE

Bedran DERE

Nameyê wisa dest pê dikir

  • Dîrok: 18/12/2016
“Dibe ku tu bi vê nameyê xemgîn bibî. Tê bîra te, me bi hev re xwendibû, her tist çawa ku dest pê dikin rojekê miheqeq bi dawî dibin. Vaye em hatin ber devê du rêyan.  Ev xatirxwestina min û ev êşa me ya dil, dergeheke xêrê ye ji bo bextewariya te, asoyeke nû ye ji bo armancên te, mizginiya dilşadiyê ye ji bo siberoja te..”
Serê xwe ji ser nameyê rakir, bi çavên melûl di nava valahiyê de li derdorê nêrî. Hertişt şêlû xuya dikir. Xwe di bin goleke genî û şêlû de hîs kir. Bêhna wî diçikiya. Çavên xwe yên ku êdî êş û şewat ketibûnê girtin, winda bûbû. Laşê wî giran bûbû. Heta ku tê de hebû bêhna ku ev bîstekîbû di kezeba xwe de komkiribû di carekî de berda. Ji nava lêvên wî dengekî mina yê bafîzokê derketibû. 
Bi tirs dîsa çavên xwe vekirin, li nameya destê xwe de nêrî, xwest dewam bike, tîpên nivîsan şêlû bûbûn. Awirên wî giran giran li hawirdorê zivirîn û çûn li ser wêneyê li hember, mat bûn û man. 
Ev wêne ji roja ku wî li vê derê dest bi kar kiribû, li vî dîwarî darde kiribû. Çima heta îro ew qas bala wî nekişandibû. Wêneyekî xweyazê bû. Lê ew ewr û asîman ji ber bandora dema rojava, zer û sor bûn. Ew dar û berên ku çeqelên wan wisa serî tewandine ber bi jêr ve dirêj bûne şiband rûyê wê. Ew her du teyrên ku li asîman difiriyan bûbûn wekî her du çavên wê. Belê belê, ma ew jî ne wekî wan teyran bû, ji jor ve li cîhanê dinêrî. Dibe ku ji ber vê yekê be ew qas xwedî hestên pêşdîtinîbû.  Lê ew derya… Ew rengê hêşîn yê aliyê binê wêne, sing û berê wê bûn. Herku ji kur ve lê nêrî, wêne hêdî hêdî şikil girt. Dîmenê portre li ber çavên wî zelal bûn. Belê ew bû. Ma çawa çêdibe, wî çima berî niha ev dîmen ferq nekiribû?
Serê xwe cardin kir ber xwe, şiklê nameyê guherîbû, nivîs bi zelalî nedihat xwendin, hubrê wê ya hêşîn mîna ku heliyabe ji hev belav bûbû. Destê xwe bir ser çavên xwe. Rast e tev şil bûbûn. Ji xwe fedî kir, bi pêjgîra li ser masê, her du çavên xwe paqij kirin. Hê kesî ew di vî halî de nedîtibû diviyabû raba. Nameya xwe nîvxwendî qat kir bi tevî zerfê xist bêrika çepê yê caketê xwe û ji ser masa xwaringehê rabû. 
Bi alîkariya baston û bi lingê xwe yê bi tenê bi kulekî derbasî avahiya pirtûkxanê bû. Di nava refan de  destê xwe raste rast avêt pirtûkan, kîjan li ber ket, vekir rûpelên wan li hev qilubandin. Ji şewata dilê xwe re li  teseliyekê digeriya.
Çokên wî nedigirtin, qidûmên wî şikestibûn, xwîna di temarên wî de mîna lehî diherikî. Destê xwe bilind kir anî asteya çavên xwe, tiliyên wî diricifîn, lerz ketibûn milên wî? Kontrola bedena xwe winda kiribû. Hewl da hukmê hişê xwe bigire dest û wateyek bide vê rewşa xwe.  
Di ser hatina wî ya vê derê re 3 bihar û 3 zivistan bihurîbûn. Nameyeke wisa hêvî nedikir. Lewra nameya dawî berî salekê jê girtibû. Têde bi kêfxweşî behsa serkeftina xwe ya zanîngehê kiribû. Tip qedandibû, li nexwesxaneyekê wekî stajyer kar dikir. Têde nivisîbû ku wê pir bêriya wî kiriye. Cihê wî pirsî bû, dixwest were Rojhilata Navîn ji bo dîtina wî... 
Çavên xwe li devereke tenha gerand  ji bo rûnê, berdewamiya nameyê bixwîne…
Rûnişt, dest bi xwendinê kir:
“Pêşî dixwazim vê bibêjim: Zanibe ku serpêhatiyên me û hebûna te di nava rûpelên jiyana min de bi nazikiya hatat hatine neqiş kirin..."
(Dê bidome) 
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Roja aştiyê, çima 1'ê Rezberê ne rojeke din?

  • 31 Tebax 2018

Aştî, aramî, lihevhatin...Çi gotinên efsûnî ne ku di xwe de tije paradoks dihewînin.Li aliyekî hin dewlet hene van têgehên pîroz di rêya armancên xwe...

Bedewiya Hunera Bedew û Cengîz Xelîl Mehmûd

  • 11 Tebax 2017

Di her zimanî de ji xebata çêkirina resim re  dibêjin “Hunera bedew.”Dibe ku xitabê çavan dike lewma. Ji ber ku her cureyên hunerê  di eslê xwe de...

Min jinek naskir bi navê Lusî

  • 04 Kewçêr 2016

Lusî (Lucy) di nava daristanê de bi lez dimeşe. Helke helka wê ye, ev 2 roj û du şev in dimeşe. Pirsgirêkên  wê yên tîbûn û...

Hemû Nivîsen Bedran DERE

Bedran DERE kî ye?

Bedran Dere di bihara sala 1972'yan de li navçeya Mûşê Vartoyê ji dayik dibe. Di sala 1987'an de, di 15 saliya xwe de derdikeve Ewropayê, xwendina xwe li Swissre didomîne.
Di perwerdê de, bala wî diçe ser hunera bedew. Bi salan resim çêdike, li Swissre û welatên Ewropayê pêşengehên wêneyan vedike.  
Ji ciwaniya xwe ve mêla wî li ser kurdî bû lê bi taybetî, dersên pedagojî, wêje û giramera kurdî ku di sala 1993'yan  li Zanîngeha Zurîchê dest pê kirin, berî wî da nava deryaya akademîk ya kurdî.
Di sala 1994'an de, li Kantona Neuchâtel ya Swîssre cara yekem bi awayeke fermî, dibistana kurdî vedike û ew bi xwe lê mamostetî dike.
Di dawiya sala 1996'an de, li televîzyona kurdî MED TV dest bi karê rojnamegeriyê dike. 
Ew bi tevî hevkara xwe Hêvî Têkosîn, pêşkêşvanê yekem ê Bernameya "Rojbas Kurdistan" e.
Di karê rojnamegeriyê de ew herî zêde wekê pêşkêşvanê nûçeyan derket pêş.
Di xebata xwe de, giranî dide ser perwerdeya bikaranîna hunera deng.
Dublaj û xwendina bernameyên dokumanter wekî yek ji karên herî girîng û nazik dibîne.

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fîlmên sînemaya Katalan li benda we ne

ad

Piştî êrîşa li ser mala Nêçîrvan Barzanî, gelek peyam hatin şandin

ad

‘Berbiska Zer’ a bêmiraz

ad

Di Kûpaya Konfederasyonê de îro

ad

Li ŞanoWanê 3 lîstik û kargehek heye

ad

‘Govenda Ali û Dayika Zîn' û 9 fîlmê bînî Edene de yê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname