Hemû agahiyên îro (Nûçe her tê nûkirin)
(Ev nûçe her tê nûkirin)
02.30: AA: HDP'ê Îdir girt 02.25 İmamoglu: Bi 29 hezar ferqê me Stenbol girt Berendamê "Îtîfaqa Miletê" yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu derket pêÅŸberî kamerayran û got ku ev 2 saet û nîv e AA (Ajansa Anadolu) agahiyan naweÅŸîne lê agahî di destê me de ne. Îmamoglu wisa got: "Heta niha ji 31 hezar û 186 sindoqa 30 hezar û 86 sindoq hatine jimartin. Encam di destên me de ne. Tenê 100 sindoq mane. Ferqa ku em li pêÅŸ in 29 hezar û 408 e. Bi giÅŸtî me 4.155.966 deng girtine, reqîbê me 4.126,558 deng girtine. Ew sindoq bêne vekirin jî ne mimkûn e ev ferq bê girtin loma me Stenbol bi dest xist. Pêvajo dewam dike bila hevalên me yên li lijneyên hilbijartinê yên navçeyan belav nebin, xwedî li sindoqan derkevin." 23.45 Malpera Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ku her kesî dikarî bikevê, daneyên li ber dest bide be hev û li daneyên din ên hilbijartinê binêre girt. Dema mirov dikare malpera YSK'ê beÅŸa "Encamê" wisa dibêje: "Encamên sindoqan û encamên ji ser sindoqan hatine girtin piÅŸtî ku di Rojnameya Fermî de bê eÅŸkere kirin dê YSK ji bo her kesî veke."
Ev du saet bû ku AA'yê (Ajansa Anadolu) agahî belav nedikir. Lê her Îdir wekî ku MHP'ê girtiye dihat nîÅŸan dayîn, niha AA'yê HDP derxist pêÅŸ. HDP'ê bi sedî 50 Îdir girt.
YSK'ê malpera xwe girt
22.40
Ayhan: Di vê pêÅŸbaziyê de Qers bi ser ket
Berendamên HDP'ê yê Qersê Ayhan Bilgen serketina xwe ragihand, daxuyanî û got: "Bi kurd, tirk, azerî, tirkmen em hemû bi hev re bi ser ketin. Ji destpêka xebata hilbijartinê ve me got dê Qers bi ser bikeve, Qers bi ser ket. Em hemû bi hev re bi ser ketin, wekî ku em hemû bi ser bikevin em pîroz dikin. Heta niha kî cudaxwazî kiribe, kî cudakarî kiribe bila bik. Emê kesê cuda nekin, tiÅŸtê ku li me tê emê bikin. Kesên ku di dema hilbijartinê de buxt û derew li me kirine divê em wan bidin ÅŸermê. Ev pêÅŸbaziyek bû Qers bi ser ket, em hemû bi hev re bi ser ketin."
22.00
Li Amedê navçeyên Amedê ku HDP'ê bi dest xistin derket 15'an. Li gor vê tenê 2 navçe winda kirine.
Saet 21.00 RewÅŸa hin navçeyan Li Amedê ji bilî ÇingûÅŸ û Çêrmûgê li 14 navçeyên din HDP bi ser ketiye. Hin navçeyên mezin û girîng ên din jî: li Sêrtê Misirc cara din ketibû destê AKP'ê, ew carek din vegeriya.
Li Qersê HDP niha pûanek û nîv li pêÅŸ e. Sedî 28.30. MHP sedî 26.80 dixuye. HDP dibêje emê qersê bigirin.
Saet 20.30
Li gor vê saetê li Sêrtê HDP'ê sedî 50 derbas kir. Em êdî dikarin bibêjin Sêrt jî diyar bû.
20.00
Li Wan, Îdir, Mêrdînê HDP li pêÅŸ e. Lê ji bo serketinê hê zû ye. Li Amed, Culemêrg û Batmanê HDP bi ser ketiye.
20.00
Li gor vê saetê ji bajarên mezin ên Tirkiyeyê li Enqereyê Mansur YavaÅŸ li pêÅŸ e: Sedî 49, AKP sedî 48... Li Stenbolê AKP Bi sedî 50, CHP sedî 48 dixuye. Lê hê gelek deng nehatine vekirin. Li Îzmîrê CHP bi ferqek mezin li pêÅŸ e.
19.15
Qedexe rabû. Li Amed, Culemêrg, Batmanê pirsgirêk nîn e, HDP bi ser ketiye.
Ji navçeyan li Erzeromê li navçeyên Qereyazî û Qereqoçan HDP bi ser ket.
YKS': Saet 19.15'ann de qedexe ji holê radibe. PiÅŸtê vê saetê êdî dê belavkirina agahiyan serbest be.
17.00
Dengdan bi dawî bû
Saet bi 17.00 ra li temamê Tirkiyeyê dengdayîn temam bû. Niha peywirdarên sindoqan dest bi jimartina dengan kirin.
16.00
Bajarê kurdan û henî bajaranê Tirkiye de ke saet 07.00 de vengdayîn dest pa kerd bî, vengdan temam bî. Ewca peywirdaranê sindoqan dest bi mardiÅŸê vengan kerd.
15.00
Li Hênê heyet hat binçavkirin
Li navçeya Hênê ya Amedê heyeta çavdêr ku ji Ewropayê hatibû hat binçavkirin. Endamên heyetê yên îtalyan Sonia Helene Rosset û Noemi Colombo birin Emniyeta Navçeyê. Heyet piÅŸtî saetek hat berdan. (Ev not paÅŸê lê hat zêdekirin)
14.00
Li Stenbolê li ser navê “Îtîfaqa Milletê” Ekrem Îmamiglu, li ser navê “Îtîfaqa Komararê” Bianali Yildirim berendam e. Ji serê sibê de gel qefle bi qefle diçe deng dide, eleqeyeke gelek mezin ji bo hilbijartinê heye.
12.20
Kayapinarê Amedî de kewtî pê: 2 birîndarî est ê
Kayapinarê Amedî de qeybî moxtarî henî kewtî pê. Di pêkewtiÅŸt de jo tera bi giranî 2 tenî birîndar bî. Birîndarî berdî nêweÅŸxane.
Li Qulpê cerdevanan êrîÅŸê HDP'yiyan kir
Li gundê XweÅŸika a girêdayî Qulpa Amedê cerdevanan êrîÅŸê parêzer Eyyup Aydeniz, endamê HDP’ê Fırat Akdeniz, Suat Ozuürk û Mehmet Emin Ay kir. (MA)
Li Puturgeya Meletî du peywirdar hatin kuÅŸtin
Li Puturgeya Meletî bav û kur, du peywirdarên sindoqan ên li ser navê Partiya Seadetê ji aliyê berendamê AKP'ê ve hatin kuÅŸtin.Bûyer li Dibistana Taxa Bolunmez a Puturgeyê saet li dor 10.30 de çêbû. Di navbera du aliyan de xirecir derket û paÅŸê veguherî pevçûnê. Di pevçûnê de Hasan AktaÅŸ û Îlyas AktaÅŸ bi guleyên demançeyê hatin kuÅŸtin. Hat gotin ku di bûyerê de du kes hatin girtin, lê navên wan hê eÅŸkere nebûye.
11.00
DemîrtaÅŸ: Deng bidin û xwedî lê derên
Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattin DemîrtaÅŸ ji ser twittera xwe re peyam weÅŸand: "Merheba, hûn çawa nin? Em diçin cem sindoqan ne? Ji kerema xwe re miheqeq em dengê xwe bidin û heta jimartina bidome em xwedî li sindoqan derên. Êvarê em bi hev re li encamên xweÅŸ temaÅŸe bikin.
Cem Yilmaz: 'Ma go bi ser bikoy'
Komedyen Cem Yilmaz Dibistanê Lutfi Banat ê li BeÅŸîktaÅŸê Stenbolê de verê sindoqey bi nimra 1254 de vengê xo da û vat: "Ma go bi ser bikoy."
Buldan: Ezê ji Amedê li çûyîna kayûman temaÅŸe bikim
Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan li Bakirkoya Stenbolê li Dibistana Seretayî ya Murat Koluk deng da û got: "Ezê ji vir herim AMedê. Ji Amedê li çûyîna kayûman bi zewqek mezin temaÅŸe bikim."
Buldan li ser pêvajoya hilbijartinê got: "Em demek giran li dû xwe hiÅŸt. Me her tiÅŸt kir. Ji bo pêÅŸeroja Tirkiyeyê, ji bo sibeya Tirkiyeyê me gelek tiÅŸt got. Lê tu kanaleke televîzyonê xebatên me neweÅŸand û di vî warî de astengî hebûn. Dibe ku hevdîtina me ya ligel gel nedabin lê em dixwazim bibêjim me gelek xebat kir. Her roj ji qadan derew li HDP'ê kirin, li hemberî van me ji bo gelê xwe qala meseleyê kir. Me îro peywira xwe anî cih. Ez bawerim gelê me jî dê li sindoqê peywira xwe bîne cih. Min niha dengê xwe da. Ezê raste rast herim Amedê. J iber ku ezê ji Amedê bi zewqek mezin li çûyîna kayûman temaÅŸe bikim."

09.30
Bilgen: Li Qersê em bi hev re bixebitin
Berendamên HDP'ê yê Åžaredariya Qersê Ayhan Bilgen li Dibistana Haydar Aliyev li cem sindoqa bi nimreya 1146'an deng da û got: "Vîna ku ji sindoqê derê divê hurmet ji bo wê bê nîÅŸandayîn. Ev yek rêgeza bingehîn a demokrasiyê ye. Me kampanyayek girîng li dar xist. Em hêvî dikin ev hilbijartin di nav hizûr û aramiyê de bi dawî bibe. Emê qet ji ser xwe neçin û emê bibêjin yê bi ser ket gelê Qersê ye. Encam çi dibe bila bibe ji bo bajarê me em bang dikin ku bi hev re bajar bi rê ve bibin."
Li Xelfetî polîs bê belge deng didin
Li taxa Hîlaliye ya Xelfetiya Rihayê polîsên ku ji bajarên wekî Mêrsîn, Edene, Antalya û Konya anine bajêr bêyî belgeyên wan hebin li sindoqa bi nimreya 142'yan deng dan.
Dîsa li sindoqên bi nimreya 1049 û 1050 de bi awayekî eÅŸkere deng hat bikaranîn. Peywirdarên sindoqan ên li ser navê HDP'ê mudexele kir, xirecir di navbera wan, peywirdarên AKP û polîsan de derket. Parêzerên li ser navê HDP'ê jî mudexele kirin.
09.00
Li Bismilê leÅŸkeran xwest dengan ji dêvla gel bikar bînin
li gundê Koperî yê navçeya Bismilê, fermandarê qereqolê “dengên vekirî” li gundiyan ferz kir, gef li gundiyan xwar û got: “Hûn ê dengê xwe tenê bidin cihekî. An jê ez ê ji dêvla we rengên we bi kar bînim.”
Åžêniyekî gund û peywirdarê sindoqa gund ku ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê eÅŸkerekirin ev agahî da. (MA)
08.50
Li Mêrdîn û Åžirnexê vê sibê baraneke gur dibare. Ligel vê yekê jî gel ber bi sindoqên dengdanê ve diherike.
Partiyên ku beÅŸdarî hilbijartinê bûne
AKP, BTP, BBP, CHP, DP, DSP, HDP, İYİ Parti, MHP, SP, TKP, VP beÅŸdarî hilbijartinê dibin.
AKP û MHP'ê bi nave "Îtîfaqa Komarê" li hev kirine û li piraniya bajaran li ser navê AKP'ê, li hin bajaran jî li ser navê MHP'ê berendam nîÅŸan dane.
CHP û Îyî Partî jî li ser navê "Îtîfaqa Gel" li hev kirine, li piraniya bajaran CHP'ê, li hin bajaran Îyî Partî berendam nîÅŸan daye û ew deng didin hev.
HDP'ê armanc kiriye ku li bijarên kurdan carek din bajar û navçeyan bi dest bixe, li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî li hin cihan berendam nîÅŸan dane, li cihên din piÅŸtgirî dide berendamên demokrat.
HevÅŸaredaran deng da
Li Amedê HevÅŸaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Hulya Alokmen û Selçuk Mizrakli deng dan. Mizraklik saet dor 7.30 hat Dibistana Seretayî ya Cemil Ozgur ku li lojmanên Zanîngeha Dîcleyê ye û li sindoqa bi nimreya 1152'yan deng da.
Alokmen jî li Kayapinarê, li dibistana Åžehit Halit Gulser Kiz Anadolu İmam Hatip Lisesi li cem sindoqa bi nimreya 1263'yan deng da. Berendamên Kayapinara Amedê yên HDP’ê Keziban Yilmaz û Necati Pirinççioglu jî ligel Alokmen hatin û deng dan.
Li bajarên wekî Amed, Wan, Mêrdîn, Entab, Riha, MereÅŸ, Erzerom, Edene, Enqere, Stenbol, Antalya, Aydin, Balikesir, Bursa, Denîzlî, Erzurum, EskiÅŸehir, Entab, Hatay, Îzmîr, Kayseri, Kocaelî, Konya, Manîsa, Mêrsîn, Mugla, Ordu, Samsun, TekirdaÄŸ, Trabzon gel dê ji bo Åžaredarê Bajarê Mezin hilbijêrin deng bidin.
08.00
Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dengdanê dest pê kir.
07.00
Li gor biryara YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) li Tirkiyeyê li bajarên wekî Semsûr, Agirî, Çewlig, Amed, Elezîz, Erzîncan, Erzerom, Entab, Bedlîs, Culemêrg, Qers, Meletî, MereÅŸ, Mêrdîn, MûÅŸ, Sêrt, Dêrsim, Riha, Wan, Batman, Åžirnex, Îdir, Erdexan, Artvin, Giresun, GümüÅŸhane, Ordu, Rize, Sivas, Trabzon, Bayburt û Kîlîsê dengdanê dest pê kir. Li van bajaran saet 16'an dê dengdan bi dawî bibe.





