• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî

Ekrem Îmamoglu gotina xwe ya li ser perwerdehiya kurdî got

Dîrok : 11 06 2019 | Beþ :

Diyarname

Di daxuyaniya çapemeniyê de ji berendamê Åžaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu pirsa "Perwerdehiya bi kurdî" jî hat kirin û jê fikra wî hat pirsîn. Îmamoglu wisa bersiv da:

"Zimanê kurdî, yan jî stranên bi kurdî parçeyek ji yekîtiya welat in. Loma ji bo vê em zêdetir tiÅŸtan bikin, yan qal bikim, ez pêdivî jî bi vê yekê nabînim. Helbet dê stranên bi kurdî hebin. Ji aliyê ziman ve jî wekî zimanên din, belkî ji wan zêdetir, bi qasî ku daxwaz hebe, yanê çiqas daxwaz hebe em dê ew qasî di vî warî de xizmetê bidin."


Berendamên CHP'ê yê li ser navê Îtîfaqa Gel Ekrem Îmamoglu di hilbijartina herêmî ya 31'ê adara 2019'an de bi ferqek biçûk berendamê AKP'ê Binali Yildirim têk biribû û hatibû hilbijartin.
YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê) pêÅŸî mazbataya wî dabî, piÅŸtî 18 rojan hilbijartin betal kiribû û mazbata bi paÅŸ ve girtibû. Niha her du berendam û berendamên din ji bo hilbijartina 23'yê vê mehê xwe amade dikin û xebatên xwe didomînin.
Kurdên Stenbolê piranî di hilbijartina 31'ê Adarê de dengên xwe dabûn Îmamoglu, di vê hilbijartinê de jî wisa diyar e dê dîsa bidin Îmamoglu. Li ser vê HDP'ê eÅŸkere kiribû ku di helwesta wan de tu guherîn tune ye, berevajî ewê zêdetir bixebitin.

 

 

 

 

 

VİDEO

pic.twitter.com/RoNzZmd0Jn

— Cumhuriyet (@cumhuriyetgzt) 11 Haziran 2019

Hûn dikarin li van jî binêrin