• R�pela P���
  • Hilbijartina Her�m� 2009
  • REFERAND�M - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • R�pela P���
  • 2009, Hilbijartina Herêmî

Li Gimgimê DTP bi ser ket

D�rok : 07 06 2009 | Be� :

2009, Hilbijartina Herêmî

Diyarname
Li Gimgima Mûşê hilbijartina endamên Meclisa Şaredariyê hatibû betalkirin û îro ji bo vê yekê careke din hilbijartin pêk hat. Di encamê de DTP sedî 100 bi ser ket û ji 11 endamên Meclisa Şaredariyê hemû bi dest xist.

Li gor agahiyên ne fermî li 7 taxên Gimgimê 20 sindoq hatin vekirin. Di encamê de DTP'ê hezar û 727 deng, AKP'ê 197, CHP'ê 194 deng girtin.

Şaredara Gimgimê ya DTP'yî Gulşen Deger li navçeya DTP'ê beşdarî pîrozbahiya serketinê bû û got: "Gelê me di 29'ê adarê de vîna xwe nîşan da. Gelê me di 7'ê pûşperê de jî ev helwesta xwe nîşan da û li vê derê partiyên pergalê AKP û CHP têk birin."

Di hilbijartina 29'ê adarê de DTP bi ser ketibû, lê hilbijartin ji bo endamtiya Meclisên Şaredariyê hatibû betalkirin.

H�n dikarin li van j� bin�rin