Ebdulhemîd Bamerrnî
Welatê Sumerya binyatê hêlîvanka nivîsînê, bi hezaran dep û nexşên nivîsînê ji me re hêlayne û pêşkêş kirine, ewa ew diken, şûnwarêt şûnwarzanyê (archäologie) pêvenahêt. Ewan deqan (lewheyan) rêda, da akincîyêt bajarêt kevin ew bi xwe ji xwe xeberden. Para pêtirê ji nivîsînan dokumentên ji bo lexrînî şikandina zanînê bikêrhatîne, belê vêca hinkî ji wan ji karêt tureyîne û tevaya rengên (art) jiyarê vedigirît; helbest, gotinêt pêşiyan û deqêt rastîya jiyanê digel xweşî û nexweşiyên rojane têditişqilîn. Gelek ji wan serederyê bi hinkî çîrranrra (mewzu`i) diken ko evrojik rûdiden. Bi rastî mirovayînî (mirov be) bo cara êkê, her wekî em dizanin, ya ji qarryêt babekî hatî, dema gazinde ji kurê xwe kirîn: Vebirrkek paşî li ser wê digel dewlemendiya jiyana sumerî û mejiyê sumerî dê hête nivîsîn.
Rêbend (qanûn):
Ev serbênêt qanûnî li ser çîrrê (mewzu`i) şûkirnê (zewac) û berpisyarya wê; paşda dizivrrineve bo destnivîseka sala 1850 berî zayênê.
1- Heke mêrekî şû bi jinekê kir û wê zaro ji wî bûn û ew zaro bijîn, her di wî demî de navmalyeka diravkirr (sklave), zaro ji serdarê wê jê zan. Belê bavê wan zaroyan ew bi diya wan ve azadkirin, husa divê zaroyên navmalyê (sklave) daxwaza para xwe ji paşmakê maldariya bavê piştî mirina wî ji zaroyên ji pîreka şûkirnê çêbûyîn neken û ew zaroyên ji bajêlebûna mêrî bi navmalyêve zany nabe xwe pişikdarên paşmakê maldarya bavê bibînin.
2- Heke pîreka êkê mir û mêrî navmalya xwe (ebda xwe) wekî pîrek wergirît, husa ewê her zarroyên pîreka êkê mîratgirêt bavê xwe bin.
3- Heke jinekê zaro ji mêrê xwe nebûn, belê jineka kelleçyê (qehbe) zaro ji wî mêrî zan, zaroyên jina kelleçyê kirîn dê mîratgirêt wî bin û hindî pîreka wî ya bi şûkirnê bijît, pêdivîye jina bi şûkirnê bi ya kelleçyê ra di êk xanîve nejîn.
4- Heke mêrekî berê xwe ji jina xwe wergêra (hêla), belê ew ji xanî ne derket, husa ew jina ewî ji evînî pêrre şûkirî, jina berraberraye (canibî) û pêdvîye ew jiyarê bo jina xwe ya êkê her misugerket.
5- Heke êkê ji nû ve bibîte zavayê malekê hate nav mala xezûrê xwe, heke wî nîşanya desgiryê dayê, belê piştî hingê wan ew ji male kirederê û pîrekê hevalê xwe hêla, husa pêdivîye diyaryên desgiryê ewên wî bi xwerre anîn bo bizivrrînineve.
Têdîtin:
Ev nivîsîne min ya ji pirrtûka:
Die Frühzeit des Menschen; Die ersten Städte
Ji nivîsîna Dora Jane Hamblin û Desteka gugirrandinê (siyaxe) ya Time – Life – Bücher
Pişka pêncê; çîrrê bajêrrê sumerya Berperê 104 ê, wergêrray. Ez bihîvîme min karekê qenc kirbît.
Têbiniya Diyarnameyê: Me destê xwe neda zimanê nivîsî.
***
Nivîsên Ebdelhemîd Bamerrnî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Li Duhokê nexweşketin qedexeye!
- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!? (2)
- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!?
-