Diyarname
Fîlmê Kazim Oz “Bahoz” (Firtina) ku li ser tevgera ciwanên kurd ên salên 1990’î hatiye kiþandin dikeve vîzyonê.
Kazim Oz ku di bin banê Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê kar û barê xwe yê sînemayê didomîne pêþî bi kurtefîlmê xwe “Ax” derket pêþberî sînemahezan û ji xwe re ciheke taybet vekir. Oz, dûre li ser ciwanekî kurd ku diçe çiyê û ciwakekî tirk ku diçe leþkeriyê lê hay ji hev nîn e; di otobusê de bi hev re rêwîtî dikin fîlmê bi navê “Fotograf” kiþand. Derhêner Oz ku par belgefîlmê xwe yê metrajdirêj “Dûr” pêþkêþ kir îsal bi fîlmê xwe yê nû bi “Bahoz”ê, bi navê wî yê din bi “Firtina”yê derdikeve pêþberî sînemahezan.
Fîlmê ku li ser serdemekê hatiye kiþandin bi awayekî bi îdîa di 14’ê sermawezê de dikeve vîzyonê.
Fîlm li ser ciwanên salên 1990’î, li ser çîroka siyasîbûna Cemal, Rojda û Orhan e. Cemal di ezmûnê de mafê xwendina li Zanîngeha Stenbolê bi dest dixe û ji navçeyeke biçûk tê Stenbolê. Cemal di nav qelebalixa bajarê mezin de di nav tenêtiya hundirîn de ye û bi naþîna komeke ciwanên þoreþger re ev tenêbûna wî ji holê radibe. Bi yek ji rêberên komê Hêlînê re dikeve xirecirê û bi vê yekê re nasnameya xwe kifþ dike. Heman pêvajo ji bo Rojda û Orhan jî derbas dibe. Ev ciwanên ku hê nû berê xwe dane salên bîstî xeyalên guherandina dinyayê dikin. Fikra ‘Þoreþ’ê bi enejiya wan a ciwan re dibe yek û di fîlm de derdikeve pêþberî me. Fîlmê serdemekê “Bahoz” di heman demê de vebûna saziyên kurdan jî wekî paþkîteyeke pêþkêþ dike.
Di fîlm de Cahit Gok, Havin Funda Saç, Selim Akgul, Asiye Dinçsoy, Ali Geçimli,
Kadim Yaþar, Bertan Dirikolu, Engin Emre Deger, Volga Sorgu, Feyzullah Gurdaþ, Ececan Gumeci, Çaglayan Bozacý
, Zelal Maraþli, Ali Surmeli, Sinan Bengier dilîzin û muzîka fîlm jî Kardeþ Turkuler saz kiriye.
Fîlmê ku îsal yekemîn car di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de hat nîþandayîn di 14’ê meha pêþiya me de bi 40 kopyayê dikeve vîzyonê.
Ji bo fragmanê: BAHOZ
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.