logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Înce Memed Mir..!

Li ser xaka Anatoliyê, li herêma Çukurovayê, di dema zilm û zora dijwar de, mirovek hebû. Hinan digot ev mirovekî kurd e

  • Dîrok: 19/11/2008
  • Beş: Serbest


 
Behlûl Zelal

Li ser xaka Anatoliyê, li herêma Çukurovayê, di dema zilm û zora dijwar de, mirovek hebû. Hinan digot ev mirovekî kurd e, hinan digot  nîjada wî ne diyar e. Bila ne diyar bûya û bila  diyar jî nebe, nijad û netewa wî mirovî. Tişta ku Înce Memed kiribû Înce Memed û bûbû kirûyeke balkêş û birûmet di nav gel de, ne nijada wî û ne jî erdnîgariya ku li ser jiyabû jixwe.
Ew mirov bû. Mirovekî birûmet. Rûmeta wî ji dijberiya wî ya li hemberî zilmê dihat. Bejin bilind û qeşeng. Zexim û bikêr. Lê bejna bilind jî, bikêriya wî jî, xweşikahî û qeşengiya wî jî bawer dikim ji helwesta wî ya li hemberî zordestiyê dihat. Tişta ew kiribû wêrek jî ew bû. Tişta ku navê wî li dinyayê bela kiribû jî.
Li hemberderketina zilmê, li her dera dinyayê mirovî xweşik dike. Ku mirov li hemberî zora zilmê têbikoşe xweşik dibe û jixwe yê xweşik jî li her derê dinyayê mehbûbê li ber dilan e. Mîna Ernesto Che Guevara, mîna Robin Hood, mîna Çakiciyê Egeyê, mîna Koroglu, mîna Pîr Sultan, mîna Bedreddîn û mîna gelek ciwanmêrên hêja yên di dîrokê de bûne stêrkên zera zêr. Û mîna Înce Memedê hemdem Îsmail Beşikçi, mamosteyê zer. Zera zêrîn.
Ne pir, berî bi çend salan dewletên ewropî jî nola Komara Tirkiyeyê xelat dabûn birêz Beşikçi, (Hewl dabûn ku bidin) lê mirovê delal xelatên wan dewletan wernegirt. Digot hûn hevalbendên dewletên zalim in, hûn bi hemû derfetên xwe alikariya dagirkerî û zordestiyê dikin. Hûn destên mirovan girê didin û kûçikan ber didin kolanan (li taxên belengazan). Hûn destgiriyên zaliman û neyarên bindestan in. Nabe ku ez xelatê ji destên we werbigirim. Heke ez bigrim, ez ê jî  bibim wekî we û hew....!
Lê de ka binêrin li tofanê. Ku sed salî em biramana tiştekî wiha malxirab nedihate bîra me. Birêz Yaşar Kemalê ku digot (ku me digot) dostê bindestan û dijberê zordestan e, ku me digot ew afîner û bavê lehengên serbilind e. Ew hêlîna wêrekî, egîdî û rûmetê ye. Ew bavê sembola vejînê ye. Ew xwediyê pênûsa xweşikahiyê ye...
De ka binêrin gelî mirovan, çi dibêje bavê peyvê, hosteyê pênûsê, keliha rûmetê, binêrin çi dibêje. Li ser xelata ku ji hêla Serokomarê Tirkiyeyê ve dê bidin wî wiha gotiye.
“Ez dixwazim vê xelatê wekî îşareta ku li Tirkiyeyê ew rawesta siyasî pêk bibe ku rê li ber aştiya civakî û têkoşîna mafê mirovan vebe.”
Rast e tu dixwazî birêz. Ma heta niha kê nexestiye. Dev ji xwestinê berde, ma tu nizanî ku heta niha çi qas can ketine bin axa sar, çi qas can ketina nav agirê dojehî. Çi qas talan û şewat, çi qas kul û keder, çi qas birîn vebûna di dilê zêrên zer.
Na mamoste na. Bi sedan, bi hezaran caran na.
Ma serokomar zagona vebûna enstîtu û kursiyên zanîngehan yê zimanê kurdî û zimanên din şanenav kiribû,
Ma qîrqîra zarokên kurdan  bi zimanê kurdî ji hewşên dibistanan ber bi guhê te ve ketibû,
Ma nifûsmidûriyeta Bajarê Agirî tu vexwendî bajêr kiribû û dixwest nasnameya te ya ‘kurd’ bi destên xwe pêşkêşî te bike da bi vê yekê serbilind bibe li nav kurdan,
Yan te wê roja ku ev xelat qebûl kir xewneke pir şîrîn dîtibû mamoste, ji kerema xwe re bêje, çi bi te hatibû...?
A te çi bû, ez nizanim lê şevê din min xewnek dît. Mirovekî qeşeng û serbilind, tivinga wî ya bi çaplî li milê wî, gule li ber singa wî çep û rast rêzkirî, çaroxên wî pînekirî, simbêl zirav û rû xweş, temen dida haziran. Min got gidî ev ciwanmêr kî ye gotin tu sax, jê re digotin Înce Memed. Meleyekî çavbeloq ku dişibiya yekî ji bazirganên aliyê Kayserî, min got, ew melayê ku terqînê dixwîne kî ye? Gotin, ew jî mele Evdila jê re dibêjin, li gorî gotinên xelkê, bav û kalên wî qelşên azmanan bi derziya pirka xwe dirûtiye...

b.zelal@mynet.com

***

Nivîsên Behlûl Zelal ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Welatek
- Masiyên Tî
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
- Komeleya Badek û zîziya dil

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Cegerxwîn li Hesekê û Qamişloyê hat bibîranîn

ad

Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê teslîmê Mircea Lucescu kirin

ad

Rewşa zimanê kurdî li nav kurdên Stenbolê çawa ye?

ad

Li ser Rojava du nûçeyên îro derketine pêş

ad

Klîba Hefteyê: Ji Eyşe Şanê 'Xezal Xezal'

ad

Pirtûkek li ser xwarinên Rihayê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname