Behlûl ZELAL
-Rojên roşanannnnn…….!!!!!!
Roşan, sembol û rûmeta nirxên gelan.
Roşan, şahî, dîlan û kêfxweşiya dilan.
Roşan, hêvî, bawerî û mebesta olan.
Roşan, roja piçûk û mezinan. Şahiya hêjar û xizanan. Riwê geş, dilê xweş e roşan.
Di cihana zarokan de, şeva roja roşanê qet naqede, çiqasî dirêj e, ew şev! Kêf û şada cil û pêlavên nû. Şekirên cure cure, rengo rengo, neqişandî. Her cure xwarin û vexwarin, ger, lîstik… Bi ser de, roja roşanê kes dilê kesî nahêle.
Her netewe xwediyê roşanan e. Her roşan jî xwediyê wateyekê ye. Çi olî, çi neteweyî; roşan sembol û nîşaneya wateyekê ne, encamên bûyerên girîng û mezin in. Erdnigariya ku em li ser dijin, ango Mezopotamya; dergûşa mirovahiyê ye. Heta îro, wekî kurd, ereb, tirk, suryan, ermen, îbranî, pir netew, wekî misilman, fileh, êzîdî, cihû pir ol bûne mêvanê vê herêmê. Hin jê hatin û çûn. Hin hatine qewirandin, hin hatine kuştin, hin jê jî gihane roja îroyîn. Mixabin hin ji gulên Mezopotamyayê çilmisîn, hin bi dûr ketin, ji axa xwe qetiyan, li welatên dûr bela wele bûn.
Gundê me, bi rastî nola mastereya Mezopotamyayê ye (bû). Şêniyên gundê me; kurd, suryan û ereb bûn. Suryan fileh, kurd hin misilman hin êzîdî bûn. Ereb jixwe ew jî misilman bûn.. Ji ber vê yekê, di salekê de, şeş heb roşanên gundê me hebûn. Didu yê êzîdiyan, didu yê suryanan û didu jî yê misilmanan. Di salê de şeş caran zarokên gundê me dikirin dîlan.
Di roşanên suryaniyan de, hêkên rengo rengo boyaxkirî didane me zarokan, xwedêyo ma ew çi xweşik bûn. Destê me li wan nediçû ku em wan bişkînin û bixwin. Di roşanên êzîdiyan de jî porteqal didane me zarokan. Şekir, çekulata, kûlîçe, goşt…. Her cure xwarin û vexwarin. Ma ev tenê? A herî xweş , ne tenê di roşanên me misilmanan de, lê di roşanên êzîdî û suryanan de jî cil û pêlavên nû ji me re dihatine kirîn. Zarokên gundên cîran dihesîdîne me; digotin: “We bi roşanan kêf kiriye”. Xwezî bi wan rojan, xwezî bi wan saet û bi wan kêliyan…!
Lê ma îro? Ji ber gelek sedeman suryan û êzîdî li welatên Ewropayê bela wele bûn. Tu kêfa gundê me nema êdî. Nola hemû gundên Turabdîn. Ne êzîdî û suryan man û ne jî roşanên wan. Jixwe ew rengî, ew xweşî û ew şadiya zarokan jî nema.
Gund vala bûn (vala kirin). Ew xweşî û xweşikahiya şahiya gundan û xweseriya pîrozkirina roşanên gundan jî nema. Gel ji nav hebûnê, mişextî nav tinehiyê kirin. Heta hûn bibêjin bes, dilê mirovan şikest. Mirov têra xwe êş kişandin. Şepirze bûn. Bêcih û bêwar, bêderfet, bêkar û bêşûxûl. Derûniya gel xirabû, kêfa dilan nema. Êdî roşan jî nema dikarin, rû û dilê gel bikenînin. Rojan jî têrî kêfxweşiyê nakin, mixabin…
Ligel xerabûna derûniyê û ligel hêjarbûna gel; bingeha çand û zimên jî hilweşiya. Ji ber ku gund, ji bo pêşketin û geşbûna zimên û çandê, mîna zeviyê ne. Ku zevî tunebe, ce, genim dê çawa çêbibe? Çand û ziman jî wisan in. Bi valakirina gundan, toreyên me, çanda me winda dibe, ziman tê jibîrkirin. Her tişt ji raya xwe tê birîn. Roşan jî wisa ne…
Belkî ji van hemûyan bêhtir, belkî jî ji bo her tiştî; roşaneke nû divê ji vê erdnîgariyê re û ji şêniyên vî welatî re. Ew roj, roja ku kûştin û pevçûn ji ser vê xaka delal rabe ye. Ew roj, roja ku feqîrî, tunehî, bêçaretî ji jiyana vî welatî derkeve ye. Ew roj, roja ku kîn, daxasî, neyartî ji dilan derkeve ye.
Ew roj, roja aştiyê ye, aştiya Mezopotamya...
Bila roşanên we aştî, aştiya we roşan be…
HEMÛ ROŞANÊN WE PÎROZ BIN.!
*- Bi kurdî (dimilî)
**- bi farisî
***- bi erebî
****- bi turkî
***** -bi suryanî
***
Nivîsên Behlûl Zelal ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Înce Memed Mir..!
- Welatek
- Masiyên Tî
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
- Komeleya Badek û zîziya dil