Behlûl Zelal
Di malpera Diyarnameyê de roportaja ku Dilbixwîn Dara bi Jan Dost re kiribû hate weşandin. Û di peyre jî birêz Helîm Yûsiv û birêz Mem Mîrxan, pêwendî û dîtinên xwe der heqê vê roportajê de, di heman malperê de anîn ziman. Bêşik dîtin û gotinên birêz Jan Dost û her wiha yên Helîm Yûsiv û Mem Mîrxan yên xwediyê xwe ne. Em beşdarî dîtinên wan bibin, em nebin ew tiştekî din e. Mafê her malper, kovar an rojnameyê heye ku li gorî dîtinên xwe cih bide nivîsan. Ligel ku li gorî dîtina min jî gelek çewtî û kêmasiyên Azadiya Welat hene jî ez tawanbariya ku Jan Dost, Azadiya Welat û dîtinên Hîtlerî datîne ba hev tu carî rast nabînim.
Lê li vê derê nêta min ne nirxandina tevger û gotinên di vê bûyerê de qewîmîne darizînim an binirxînim. Li ser vê bûyerê, ez dixwazim nakokiyên rêveberên Azadiya welat hinekî binirxînim, helbet li gorî kirinên wan.
Wekî ku min di serî de jî got, mafê Azadiya Welat e ku nivîs û nivîskaran li gorî feraseta siyaseta xwe binrxîne û li gorî vê yekê jî tevbigere. Ev tiştekî rast û normal e. Heke kesek, Jan Dost yan jî yekî/a din, li hemberî feraseta siyaseta ku Azadiya Welat diparêze û heta niha gelek berdêlên giranbuha ji bo wê dane raweste, tevbigere, jixwe şaşiya mezin e ku Azadiya Welat cih bide wan kesan. Heta vê derê tu nakokî nîn in. Lê ne pir, berî salek didu, birêzan rêveberên Azadiya Welat, ji hêla hin kes û saziyên ku bi ferasata Azadiya Welat re yek bi yek in hatine şiyarkirin ku hûn cih nedin filan kesî/ê. Ji ber helwest û kirinên wan kesan ku li hemberî tevger û saziyên vê siyasetê bi awayekî eşkere û qûretî kirine. Erê ez dixwazim balê bikişînim vê yekê ku li vir Azadiya Welat birêbaz tevnegeriyaye, bêrêbaz tevgeriyaye. Heke berjewendiyên tevgerê bin çima we cih da kesên ku hûn di der heqê wan de hatin şiyarkirin. Yan na gelo hûn li gorî hestên xwe yên kesane tevdigerin. Bi rastî divê ev pirs bêne bersivandin.
Mixabin keda salan, keda berdêlên giranbuha îro li ber avê diçe. Ev nêzîkî bîst salan e ku rojnamegeriya kurdî di cihê xwe de zîq rawestiyaye. Ji xeynî yeka ku ji hefteyî bû rojane her diçe ber bi paş ve diçe. Di pêvajoyeke wisa de tîraja Azadiya Welat tu caran negihîştiye bîst hezarî. Ji xeynî hejmara firotinê, ji hêla naverokê jî vik û vala ye. Jixwe karê ku tê kirin wergerandina nûçeyên ku bi tirkî gihîştine ber destê wan in. Ajans nûçeyan radigihîne ber destê wan, ew jî li ser kompîturan werdigerînin kurdî. Piraniya wergerê jî bi mantiqa zimanê tirkî ye. Ev yek çîp-tazî xwe dide der. Demekê min hevok, biwêj û vegotinên pir balkêş li ser hev kom kirin. Min xwest li ser vê mijarê nivîsekê binivîsim. Di sohbeteke bi birêz Samî Tan re, min ev ramana xwe anî ziman. Wî jî got; “Ma gelo tu dikarî di nivîsekê de karibî vê yekê pêk bînî, li gorî min divê mirov pirtûkekê li ser Azadiya Welat binivîse.” A niha ez difikirim, mamoste Tan pir rast gotiye. Ma tenê li ser mantiqa wergera rojnameyê, ma tenê li ser rastnivîsa wan? Bi rastî ji her hêlê ve, rojnameya Azadiya Welat balkêşî lêkolîn û nirxandinê ye. Ji bo rojnameyekê bîst sal ne hindik in. Rist û peywira rojnameya kurdî ku berhema tevgera azadiyê ye zehf e. Divê rojnameya kurdî mîna dibistanekê be û tim û tim di nav gel de be. Di nav jiyana gel de be, çi ji hêla hişmendiyê û çi ji hêla fêrkirin û belavkirinê be. Lê mixabin, rastiya rojnameya kurdî dûrî vê kirûyê ye. Û bi dîtina min sedema vê rewşê bi piranî rêveberên rojnameyê ne.
***
Nivîsên Behlûl Zelal ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- HAWAR E! ROŞAN E!
- Gaveke dîrokî û virnî
- Kewên Birçî
- Vegotina nivîskî û devok
- ROŞAN* CEJN** ÎD*** BAYRAM**** ÎDOÎBRÎXO*****
- Înce Memed Mir..!
- Welatek
- Masiyên Tî
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
- Komeleya Badek û zîziya dil