Baran Demîr*
Eger bê nîqaşê, dikare bê gotin ku pirsgirêkên şanoya kurdî pir in. Ez dikarim berî her tiştî perwerdehiya şanoyê nîşan bidim. Di serî de em bêjin, konservatuar û dibistanên hunerî yên kurdan tune ne û kêm qurs bi kurdî têne dayîn. Her çiqasî tunebûna wan meseleyeke fermî be jî, bêyî wan perwerdehiya hunerê dijwar be jî, em nikarin ji bo xwe bikin sedem û karên xwe bi rêbazên şaş bikin.
Ji bo lîstikvanên şanoyê konservatuar pêwîst e. Li Tirkiyeyê konservatuarên bi kurdî tune ne. Kurdên ku di konservatuarên tirkan de dixwînin jî nayên di şanoya kurdî de naxebitin û nalîzin. Ji ber ku teatroya kurdî, bi gelemperî populer nayê dîtin û têrî debara lîstikvanan nake.
Rêbaza xwebata şanogerên kurd
Lîstikvan û derhênerên şanoya kurdî her çiqasî kêm bin jî, dîsa jî hene û xwe bi rêya xebatên xwe perwerde dikin. Wekî ku tê zanîn, şano hew tenê ji lîstikvanan pêk nayê. Her wiha di pratîka şanoyê de, wekî mînak dekor, kostum, deng û ronahî û hwd. jî wekî karên teknîkî parçeyên şanoyê ne. Yên karên teknîkê dikin jî ji bo karekî serkeftî divê ji kurdî û şanoya kurdî fêm bikin. Bes, piraniya wan ji bo kirina karên xwe girîngiyê nadin zimên. Lewre her çiqasî zimanê wan li kurdî negere jî, têkiliya xwe bi şanoyê re datînin. Ji bo sahne seranser bi kurdî be û rihê kurdî jê bifûre divê ji teknîkvan heta bi lîstikvan û heta bigihîje bilêtfiroş jî, divê her kesên vî karî yekser bi kurdî biaxivin û bi rihê kurdî bizanibin, da ku şanoyeke xweser bi kurdî pêk were. Ji ber vê sedema ku helwesta şanogerên kurd ya şaş, şanoya kurdî her di ciyê xwe de digere. Her têgehên şanoyê bi tirkî têne dayîn û xebat bi tirkî dibin û paşê tên werdigerînin kurdî; ji ber vê yekê jî bi tevahî em dikarin bêjin heta niha şanoyeke wergerê pêk hatiye. Ev rewş hew tenê ne taybetiya şanoyê ye, karên hunerî hema hema giş bi vî rengî di ser re tê avêtin. Lewma hunera kurdî ya modern her diçe qels dibe.
Ji bo şanoyeke xweser derfetên dewlemend lazim in û her kar divê bi pisporî bêne kirin. Bes ji bo şanoya kurdî em nikarin qala vê rastiyê bikin, ji ber sedema aborî, lîstikvan hêza xwe bi karên derveyî şanoyê xerc dikin; ji afîşbelavkirinê bigirin heta bi bilêtfirotanê, ji organîzasyonê heta bi reklamê eleqeder dibin. Di şanoyên profesyonel de her beş bi kêmanî ji aliyê yek an du kesan ve bi awayê pispor têne kirin. Îro eger mirov bixwaze ji bo şanoya kurdî bibe lîstikvan, divê van karan jî di ber re hîn bibe û pêk bîne. Gelekên ku şanoyê dikin, di rastiyê de ji bo debara xwe pêk werînin di karên wekî din de dixebitin û di ber re şanoyê dikin. Ev rewş serê lîstikvan tevlihev dike û nahêle ji hêla lîstikvaniyê ve xwe bi pêş bixe. Ligel van tiştan ji ber ku xwedî taybetiyeke xwe ye, em dikarin qala şanogeriya kurdî bikin.
Pêdiviya şanoyê ya ji bo civatê nehatiye fêmkirin
Heta niha pêdiviya şanoyê ya ji bo civatê nehatiye fêmkirin û ji ber vê yekê wekî polîtikayeke hunerî piştgiriya şanoya kurdî nebûye yan jî gelekî qels e. Debara şanoyê ji bo moralê lîstikvan pêwîst e. Îro gelek lîstikvan bi qeweta îmanê li ser piya disekine û ji bo afirandina şanoya kurdî tevdigere.
Têkilî û hevkariya komên teatroyên kurdî bi hev re tune ye, hebe jî qels e... Ji bo şanoya kurdî nîqaş kêm têne kirin. Festîvalên şanoyê divê were organîzekirin ku piyaseyeke şanoya kurdî geş bibe û xurt bigihîje temaşevanên xwe.
Çima ji bo şanoya kurdî karên zanistî li saziyên kurdan bi kurdî çênabin? Çima ji bo şanoya kurdî semîner û hevdîtin û hwd. pêk nayên? Şanoger tên cem hev, lê mijarên wan ne şano ye û kurdî jî naaxivin. Şanogerên kurd divê xwe ji hesûdî û nezaniyê dûr bixin. Ji hunerê bêtir karên polîtîk serê şanogeran tevlihev dike. Ji xwe şanoya kurdî bi her tiştê xwe polîtîk e. Pêwendiyên mezin divê ji şanogerên kurd neyên xwestin.
Divê rê li ben şanoya kurdî neyê girtin
Hunermendên kurd divê ji pêvajoya civata xwe ne dûr bin. Helwesta xwe ji kurdî bistînin û hunera xwe bihonin. Di ber re jî divê xwedî hêzên rêveberiyê astengiyê dernexin û rê li ber şanoya kurdî negirin; da ku lîstikavanê kurd karibe bi hemû hêza xwe hunera pêk bîne.
Berhemên populîst ji bo pêşeroja şanoya kurdî xetere ne. Berhemên ku bêne hilbijartin û lîstin divê di pêşerojê jî de tiştekî ji mijara xwe winda neke û bala temaşevên bikişîne ser xwe. Divê haya her şanogerî ji vê hebe. Divê dîrok û berhemên şanoya cîhanê xweş bê zanîn û şanoya kurdî li ser vê binyatê bê kirin û li ser çanda kurdî were afirandin.
Ji hêla afirandinê de meseleya tirkî-kurdî
Lîstikên ku dertên piraniya wan ji çîrokên kurdî û jixweberiyê** derdikevin ser sehneyê. Gelek caran di xebata jixweberiyê de bêhemdî be jî listikvan xwe li tirkî digire, bi tirkî diafirîne û pişt re tiştên ku afirandiye werdigerîne kurdî. Eger xebatên şanogeriyê bi vî rengî pêk werin, lîstikvan dê nikaribin biafirînin û zimanê teatral pêk bînin. Di halê heyî de ji ber ku di jiyana xwe ya rojane de kurdî bi kar nayînin zimanê şanogeran têra şanoya wan nake.
Şano û wêjaya kurdî divê têkiliyeke qewîn derxe ser sehneyê. Pêdiviya şanoya kurdî bi zimanekî teatral re heye.
Gelek mijar hene ku em li ser bisekinin û binirxînin lê min xwest ez bi kurtasî balê bikişînim ser van xalên sereke û girîngiya wan bidim nîşan.
Dîsa em ji bîr nekin ku şanoyeke xurt dê pêşerojeke xweş derxîne pêşiya me.
*Lîstikvanê Seyr-î Meselê
**Şêwazeke lîstikvaniyê ye. Di jixweberiyê de lîstikvan li ser mijarekê ji tekstê berî, dilê wî/ê çawa bixwaze diaxive û li ser dilîze.
demabaran@hotmail.com


