Em vê hefteyê gotina Wezîra Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê Nimet Çubukçu dikin gotina hefteyê.
Piştî ku TZPKurdî ji bo perwerdehiya bi kurdî di navbera 20-25'ê mehê de biryara boykotkirina dibistanan girt, Wezîra Perwerdehiyê Nimet Çubukçu li dijî wê reaksiyon nîşan da û got: "Em di vî warî de ji serî de hem di warê çalakiyên siyasî de, hem di warê tiştên din de difikirin ku divê zarokên xwe biparêzin. Berî her tiştî parastina zarokan karê malbatan e, ger malbat vê peywirê nayne cih, berevajî vê zarokan di şîdet û îstîsmarê de bikar bînin, ger bikevi nav hewldanên ku mafên wan ê bingehîn bê astengkirin, tiştê divê emê bikin."
(16.09.2010, Destpêkirina Sala Perwerdehiya ya Akademîk a Zanîngeha Fatîhê)
**
Gotinên hefteyê yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Kemal Kiliçdaroglu: Navê vê qişleyê biguherînin
- Can Dundar: 'Erê' wê bandorê li Kenan Evren neke
- Selahattin Demirtaş: Wê bêje 'wey li min'
- Cemil Çiçek: Me nikarî kurdan hînê tirkî bikin!
- Burhan Kuzu: Bi kurdî perwerdehî qet nabe!
Têbiniya Diyarnameyê: Em hin gotinan di bin navê "gotina hefteyê" de bê şirove biweşînin.
Nirxandin ê we ye.