Bedirxan Mukriyanî / Silêmanî
Enstîtuya Kelepûrî Kurdî ya Dihokê, bi sernavê "Hest û Astên Pîroz" pêşangeheke wêneyî raber dike ku taybet e bi Melayê Cizîrî. Tablo ji aliyê şêwekar Gidyano Elîko va hatine çêkirin ku her yek jê li ser çarîneke Melayê Cizîrî ye. Ev pêşangeha hanê ku 25 tabloyan bi xwe ve digire 11-12 gulanê dehê sibê dê li bajarkê Amêdiyê li Hola Sentera Rewşenbîriyê li dar bikeve.
Cihê gotinê ye, Gidyano Elîko di sala 1973'yan de li rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo ji dayik bûye. Li Zanîngeha Helebê beşa yasayê qedandiye. Wî huner bi awayekî taybet xwendiye û heta niha beşdarî di çendîn pêşangehên taybet û hevbeş da kiriye. Ew ji sala 2004'an vir ve li bajarê Silêmanî dijî û endamê Yekîtiya Hunermendên Kurdistanê ye.



