Diyarname
Mebûsê kurd Hatip Dicle ku di vê 12'yê pûşperê de li Amedê hat hilbijartin ew anîn Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr (ya Amedê) û dê îfadeya wî bigirin.
Piştî ku 11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê salek û 8 meh ceza li Dîcle birîbû û Dadgeha Bilind jî ev ceza erê kiribû, parêzerên Dîcle xwestibû ev ceza bidin ber rojên ku Dicle li girtîgehê maye û cezayê betal bikin. Piştî vê yekê jî ji YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) xwestibûn ku mebûsiya Dicle erê bike. YSK'ê jî gotibû piştî îfadeyên Dicle bigirin dê biryarekê bigirin.
Ji bo vê yekê Hatip Dicle îro ji girtîgeha Amedê anîn Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr.
Piştî îfadegirtinê dê YSK biryara xwe ya der barê Dicle de eşkere bike.
Ji mebûsên Blokê ku hatine hilbijartin Ahmet Turk, Sirri Sureyya Onder ragihandibûn ku ji 36 mebûsên hatine hilbijartin yek kêm be jî ewê qebûl nekin û neçin meclisê. Di nav 36 kesên hatine hilbijartin, digel Dîcle 6 kes girtî ne.