Diyarname
Vê carê ji bo gotina hefteyê em gotina rewşenbîrê kurd Hasan Bildirici diweşînin. Bildirici wisa dibêje: "Cîhana kurdan cîhaneke ecêb e... Burkay (Kemal Burkay) bi salan got ku PKK bi dewleta tirk re di nav têkiliyê de ye. PKK'ê çi kir nekarî navbera xwe û dewleta tirkan a ku pêre di têkiliyê de bû saz bike. Lê li ber dewletê dewleta tirkan pêşwazî li Kemal Burkay kir. Kemal Burkay paşê bi dewleta tirkan re civîna çapemeniyê li dar xist.
Çend heb dewletên tirkan hene me hejmara wan şaş kir. PKK'ya ku ew dibêje bi kîjan dewletan tirkan re di nav têkiliyê de bû? Dewleta tirkan ku pasaport da Kemal Burkay û li ber derî ew pêşwazî kir kîjan dewleta tirkan bû?
Heta ku her tişt venegera rastiya xwe jixwe ne mimkûn e kurd azadiya xwe bi dest bixin." (02.08.2011, www.rojevakurdistan.com)