Cemil Oguz
Bernameya 31’emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê hat eşkerekirin. Di nav li dor 200 fîlmên festîvalê de fîlmên kurdî jî hene.
Bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bi merasimekê hate eşkerekirin. Serokê ÎKSV’ê Bulent Eczacibaşi, Midûrê Giştî yê Akbankê Hakan Binbaşgil û Cîgirê Dîrektora Festîvala Fîlman a Stenbolê Kerem Ayan beşdarî merasimê bûn û axivîn.
Îsal di festîvalê ku 31’ê adarê dest pê bike de li dor 20 beşî hene û di bin van beşan de dê li dor 200 fîlmî bêne nîşandayîn. Festîvala ku par 150 hezar kes lê bûbû mêvan û li fîlman temaşe kiribû di çarçoveya festîvalê de gotûbêj, xebatên atolyeyê, dersên sînemayê, polên hostayan û konseran jî li dar dixe.
Di festîvalê de beşên nû
Di festîvalê de Pêşbaziya Laleya Zêrîn a Navneteweyî, Pêşbaziya Laleya Zêrîn a Neteweyî, pêşbaziya Mafên Mirovan FACE hene. Îsal beşa “Sînema û muzîk” ku bi taybetî ji bo 40’emîn salvegera ÎKSV (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) ku ev weqif festîvala fîlman jî di nav de pênc şeş festîvalan li dar dixe hatiye amadekirin. Her wiha îsal beşên wekî “Kişandina fîlmên şoreşê” (li ser Bihara Erebena beşeke wisa hatiye dest pê kirin), “Li Yewnanistanê çi diqewima?”, “Kevneşopiyeke Sînemaya Çînê: WuXia” (Ji ber ku îsal li Tirkiyeyê Sala Çînê ye, beşeke wisa lê kirine û di vê beşê de fîlmên Çînê dê bêne nîşandayîn), “Li nav malbatê” jî hene.
Li 7 salonan fîlm têne nîşandayîn
Îsal li Beyogluyê li salonên sînemayê Atlas, Fîtaş 1 û 4, Beyoglu, Muzeya Perayê; li Nîşantaşi li CityLife; li Kadikoy jî li Rexx’ê, bi giştî li 7 sînemayan di seansên 11.00, 13.30, 16.00, 19.00 û 21.30 de fîlm têne nîşandayîn. Her wiha roja şemiyan jî seansa 24.00’an heye. Bilêtên fîlman di vê 17’ê adarê de dest bi firotina wan tê kirin. Bilêtên fîlman tam bi 15 TL, yên buha daxistî 9 TL, bilêtên fîlmên seansên nav hefteyê yên bi roj (seansên 11.00, 13.30, 16.00) jî bi 5 TL’yî têne firotin ku ev çend sal in ev kevneşopî wisa didome û gelek jî eleqe dibîne.
Xelatên rûmetê
Festîvala Fîlman a Stenbolê ku her sal Xelatên Rûmetê dide îsal çar kes ji bo vê xelatê guncan dîtine. Derhêner Ali Ozgenturk, lîstikvan Ayşen Gruda û Halit Akçetepe û yekemîn rexnegira sînemayê ya jin a Tirkiyeyê Sevin Okyay dê Xelatên Rûmetê ji festîvalê bigirin. Merasima xelatdayînê dê 30’ê adarê, êvara destpêkirina festîvalê de li Lutfi Kırdar Sergi ve Kongre Saray ili dar bikeve. Her wiha heman şevê dê fîlmê Terence Davies “The Deep Blue Sea / Rûyê tarî yê eşqê” jî wekî fîlmê destpêkirina festîvalê bê nîşandayîn û festîval bi awayekî fermî dest pê bike. Festîvala ku heta 15’ê avrêlê dê bidome, ji bo dayîna xelatan û dawîlêanîna festîvalê jî dê êvara 14’ê avrêlê li heman salonê merasima dawîlêanînê li dar bikeve.
Xelata Laleya Zêrîn
Di beşa Pêşbaziya Navneteweyî Laleya Zêrîn de 11 fîlm hene ku xelata vê beşê 25 hezar Euro ye. Ev beşa ku serokê juriyê Nuri Bilge Ceylan e, her wiha lîstikvan Hiam Abbas, derhêner Brillante Mendoza, derhêner Corneliu Porumboiu û rojnameger Elçin Yahşi jî endamên juriyê ne.
Pêşbaziya Neteweyî û sînemaya Tirkiyeyê
Di Pêşbaziya Neteweyî û Sînemaya Tirkiyeyê de li dor 40 fîlmî têne nîşandayîn lê 12 fîlm di beşa pêşbaziyê de ne.
Fîlmên “Tepenin Ardi” (Emin Alper), “Ez firiyam tu mayî” (Mizgin Mujde Arslan), “Rêç” (M. Tayfur Aydin), “Lal Gece” (Reis Çelik), “Can” ( Raşit Çelikezer), “Yeralti (Zeki Demirkubuz), “Babamın Sesi” (Orhan Eskiköy & Zeynel Dogan), “Ana Dilim Nerede?” (Veli Kahraman), “Yurt” ( Muzaffer Ozdemir), “Ferahfeza” (Elif Refig), “Şimdiki Zaman” (Belmin Söylemez), “Nar” (umit Unal) di vê beşê de dê bi hev re bikevin qayişkêşanê. Ji nav van fîlmên “Ez firiyam tu mayî” (Mizgin Mujde Arslan), “Rêç” (M. Tayfur Aydin), “Babamın Sesi” (Orhan Eskiköy & Zeynel Dogan), “Ana Dilim Nerede?” (Veli Kahraman) hem kurdî ne (kurdî-tirkî) hem mijar li ser kurdan e.
Di beşa belgeffîlman de jî nêzî 15 belgefîlmî têne nîşandayîn ku di nav wan de jî belgefîlmên bi kurdî hene. Yek ji wan belgefîlmê Murat Bayramoglu “Turkçe: Pekiyi, Tirkî: Baş” e ku li ser asîmîlasyona li ser kurdî hatiye kişandin.
Ji festîvalên dinyayê fîlmên balkêş
Di beşa Ji Festîvalên Dinyayê de gelek fîlmên balkêş hene ku di vê beşê de 25 fîlmên ku berê li welatên din beşdarî festîvalan bûne hene. Fîlmê Malgorzata Szumowska “Elles / Jin”, yên Tony Kaye “Detachment /Veqetîn”, yê Michale Boganim “Land of Oblivion / Axên ku hatine jibîrkirin” (ku di 30’emîn salvegera Çernobîlê de hatiye kişandin û vê meseleyê digire dest), fîlmê Karim Ainouz “The Silver Cliff”, yê Bouli Lanners “The Giants / Dêw” (ku ev her du fîlm beşdarî Festîvala Cannesê jî bûn) çend ji van fîlman in. Dîsa fîlmê derhênerê hong konfî Ann Hui “A simple life / Jiyanek sade” ku di Festîvala Venedîkê de çar xelat girt jî di vê beşê de tê nîşandayîn.
Ji bo bîranînê
Ji festîvala par heta niha çend derhêneran jiyana xwe ji dest da. Ji bo bîranîna wan fîlmên wan têne nîşandayin. Yê O. Lufti Akad “Hudutlarin Kanunu” ku di sala 1966’an de hatibû kişandin û serlîstikvaniya wî de Yilmaz Guney heye; fîlmê Yusuf Kurçenli (Kurçenlî meha borî wefat kir) “Gramafon avrat” ku di sala 1987’an de hatiye kişandin û serlîstikvaniya wî Turkan Şoray dike; fîlmê derhêner Theo Angelopoulos “The Travelling Players / Kumpanya” ku di sala 1975’an de hatiye kişandin dê bê nîşandayîn.
Her wiha ji bo 50’emîn salvegera mirina lîstikvana navdar Marilyn Monroe fîlmê Laurence Oliver “The Prince and the Showgirl / Prens û Keçika Şovkar” ku Monroe serlîstikvaniya wê dike dê bê nîşandayîn. Derhêner Rainer Werner Fassbinder jî di 30’emîn salvegera mirina xwe de bi fîlmê “Despair” ku di sala 1978’an de kişandibû tê bibîranîn.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
Nûçeyê eleqedar:
- Xelatgirên Rûmetê yên Festîvala Stenbolê diyar bûn
- Serokên Juriyê Ceylan û Mungan in