Amed
Mebûsa BDP'ê ya Wanê Aysel Tugluk, Cîgira Hevserokên BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Seroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Cîgira Şaredar Hafize İpek, Şaredarê Yenîşehîrê Selim Kurbanoglu, Şaredara Baxlarê Yuksel Baran, Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş û Wekîlê Şaredarê Kayapinarê Mahmut Dag haten ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Wan li vê derê bi malbatên girtiyan re hevdîtin pêk anî û daxuyanî dan.
Li girtîgehan Greva Birçîbûnê niha di roja 40'î de ye. Serokê TUHAD FED ê Amedê Sirri Dogan got ku ji 12'yê rezberê ve bi 63 kesî li 7 girtîgehan greva birçîbûnê dest pê kir, niha li 14 girtîgehan bêdem û bêdorveger girêva birçîbûnê didome. Dogan got ku ger mirin pêk bên dê ev hikumet ji van mirinan berpirs be.
Şaredar Baydemîr jî got: "Mixabin em dibin şahidê demeke ku wijdan bîrkor dibin. Îro em digel 5 şaredarên me li vir em hesta di dilê hemû dayikên li vê derê ne bê şert û merc qebûl dimin û ev hest daxwaza me hemûyan e."
Baydemîr got ku wî bênavber 10 salan têkoşîna mafên mirovan d aye û baş dizane greva birçîbûnê ku gihîştibe 40 rojî tişteke çawa ye.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Kaya û Sariyildiz jî ketin greva birçîbûnê
- 36 roj in girtî di grevê de ne