Mahmut Ozçelik
Romana Arşevê Oskan “Keştiya Penaberan” ji Weşanên Doyê di sala 2010’an de derketiye. Roman bi girîzgehek dirêj a kurtejiyana nivîskar dest pê kiriye. Di kurtejiyanê de tê xuyanî ku nivîskar li Sûriyê dema leşkerî kiriye li Derya Spî peywir wergirtiye, ev rewş tavilê bi bîra me dixe ku, çima navê pirtûkê Keştiya Penaberan e.
Di romanê de serpêhatiya penaberên ku ji welêt û parzemînên cur bi cur ên ber bi Almanyayê ve çûne, tê vegotin. Afrîkayî, asyayî, amerîkayî…
Di honaka romanê de rêveberên almanî ji bo penaberan keştiyek li ser çemê Elbeyê bi cih kiriye ku ji çar qatî û çarsed jûrên biçûk pêk tê. Û ji bo penaberan bi hêsanî di bin çavdêriya xwe de bigirin, wan di vê keştiyê de dihewîne. Û pê re jî rêveberên almanî vala nasekinin, ji keştiyê hêj penaberan gav neavêtiye ser xaka wan, wan hînî zimanê almanî dikin. Em di honaka romanê de didulî ne ku gelo bi rastî jî li ser çemê Elbeyê keştiyek penaberan hebûye an bi tevahî xeyalê nivîskar e!
Navê vê keştiya taybet ya penaberan Bibby Altona ye.
Roman bi gilî û gazincên Bedoyê Qamişloyî ku di çar mehan de xwe gihandiyeAlmanyayê û ligel rewşa kurdan ya trajîk berdewam dike. Di dîrokê de, çawa kurdan ji ber zilma dûgelên lê dijiyan, demek ji bo xelasiyê berê xwe dabûn Ermenistanê, niha jî wisa berê xwe didin welatê rojavayî… Serpêhatiya Bedo cihê xemgîniyê ye; jê yek jî ew e ku Bedo bêbextiya pismamê xwe yê ku li Almanyayê ew îxbarî polîsê alman kiribû qet ji bîr nake.
Nivîskar zehmetiyên ku penaberan di rêwîtiyê de dîtine, yên gihîştine Almanyayê û li wir rastî zehmetiyên cur bi cur hatine jî, tîne zimên, bêwefayiya penaberan jî pê re. Çimkî yekê ku mafê rûniştinê werdigire û ji keştiyê xelas dibe, êdî yê dî nas nake. Dîsa kîn û rik û rikeberiya kurdên penaber ku li hember hev di kesayetiya Emînê Culemêrgî û Mihoyê Xerzî de hatiye ravekirin, rastiyek cihê xemgîniyê ye.
Nivîskar, penaberên di keştiyê de, tevî bi sedan pirsgirêkan di karakterên Miho, Bedo û Aras de, bi nîqaşên cihê cihê derdixîne ser dikê. Arasê Kerkûkî ji hêla desthilatdaran ve çawa bi çanda olî hatiye perwerde kirin û ji rastiya xwe û welatê xwe dûr ketiye, ta ku komkujiya Helebçeyê ya ji hêla xwînxwaran ve pêk hatibû mafdar bibîne, ji xwe û civak û welatê xwe dûr ketiye, peyamek ji xeletiyên kesayeta girêdayî civaka me ye ku ravayî me dike. Ev jî rastiyek civaka me ye ku, kesên kurd tim ji layê olî ve ji hêla hin kesan ve tê xapandin, ev rewş jî parçebûnê, dijberiyê bi xwe re tîne, rojek berî rojê gihîştina azadiya neteweyî bi şûn de dihavêje. Ew qas pirsgirêkên mezin hene ku penaberan tan dide da ku di şer û pevçûnên navxweyî de, hev du bi kêr û xenceran birîndar bikin. Nola Arasê ku tundutûjiya olî ji xwe re kiriye rêgeza jiyanê û hevalê xwe Bedoyê li heman odeyê dimîne birindar dike.
Trajediyên penaberan dijiyan jê yek jî, di karakterê Sarayê de tê ziman. Sara ya ku mêr û sê zarokên xwe terikandiye û hatiye Almanyayê, tiştên derî kevneşopiya jiyana kurdewarî dijî, bi xortên cur bi cur welatan re rabûn û rûniştina wê, rewşek rastîn ya trajîk radixe ber çavan û dibe ku ji her neteweyî ev rûreşî rû bide…
Rewşa penaberan wisa di zor û zehmetiyan de derbas dibe ku carinan penaber ji kûçikên almanan didexisin ku, jiyana xwediyê wan kûçikan ji wan re afirandiye, ji jiyana wan baştir e.
Roman mîna ku ji hêla nivîskar ve bêyî ku kedekî baş lêbiçe hatiye nivîsîn. Karakterên romanê yên sereke ku ji Miho, Bedo, Mihoyê Xerzî pêk tên mîna ku bi me zimanê çîrokek kuçeyan, ya li ser zimanê zarokan bide fêmkirin dixuye. Karakter bi taybetmendiyên xwe ve dernakeve pêşberî xwendevanan. Di der heqê wan de tu agahiyên hûrgilî tune ye. Tenê em dizanin ku piştî sê-çar mehan xwe gihandine Almanyayê. Gelo hinek behsa jiyana wan ya welat, têkiliyên wan ên bi civakê re, rêwîtiya wan a ber bi Almanyayê ve, zehmetiyên hatî jiyîn bihata vegotin û em baş fêrî rabirdû û rêwîtiya wan lehengên sereke bibûna wê çêtir nebûya! Ev kêmasiyana, lawaziya honandina romanê ye û romanê dadixîne asta çîrokek dirêj an bi navek din wekî novelek li pêşberî me dixuye.
Hin karakterên di romanê de derbas dibe mîna ku navê alavekî-amûrekî be, tê ditîn, tu agahahiyek derbarê wan de tune ye. Mînak hetanî rûpela çilî navê Erkan nîn e, dîsa Cîhana Dihokî, Ferhat, hunermend Hesen, Sînema Êzdî, Elo di hin hevokan de derbas dibe bêyî ku em di der heqê wan de tu tiştî bizanibin… Di romanê de divê hin karakter bi hemû hêlên xwe ve were pênasekirin; rabirdû, aborî, çandiyarî û bi vî hawî di hişê me de hin kartêkeriyan bihêle. Em di romana kurdî de li benda Raskolnîkovê* xwe ne, mixabin em hêj rast nehatine.
Di pirtûkê de em fêrî dek û dolabên hin penaberan dibin, da ku ji bo li Almanyayê mafê rûniştinê werbigirin. Mînak Emînê Culemêrgî tevî ku li welêt ne mamoste bûye, bi ewraqên sexte yên ji welêt jê re tê şandin, dixwaze pê mafê rûniştinê werbigire, lê ew keda wî jî, ji ber ewraq di wextê de nagihîje ber destê wî berhewa diçe. Tevî hemû eş û azarên penaber di keştiyê de dikêşin dîsa jî jiyan diherike, hêvî geş dibe, bi hev henekan dikin, mîna ku di beşek romanê de Miho falekî datîne û ji Emînê Culemêrgî re dibêje; di fala te de tê xuyanî ku te di hijdeh saliya xwe de bi heywanekî çar lingî re têkiliya cinsî daniye û bi hev re dikenin. Piştî demek Emîn li xwe mikur tê ku li welat di bîst saliya xwe de tiştek wisa kiriye. Dîsa ji bo hin penaber xwe bişibînin welatiyên alman çawa ji bo şayikbûna rû û rûçikên xwe bi saetan li ber awêneyê dixebitin, hatiye ravekirin. Di karakterê Îbo de em pê dihesin ku çawa mirovên biyanî –penaber- ji hêla jinên alman ve tên bikaranîn. Mîna ku di kesayetiya Îbo de dixuye jinek çil salî dikare xortek bîst salî yê penaber bixapîne û ji bo azweriyên xwe yên cinsî bikar bîne. Di vê penaberiyê de nakokiyên çandên cuda jî xwe dide der, çawa ku Îbo dibe mêvanê jinika alman ya bi navê Mariya; hem fêrî vexwarina şerabê dibe ku bavê wî tim lê temî dikir ku “yên şerabê vexwe wê wekî kera hiş di serî de nemîne,” hem jî di metbexê de, di xwarin çêkirinê de dixebite… Dîsa gera Bedo û Îbo ya ku li bar û dîskoyên St. Paulî, wan di şaşwaziyek de dihêle û ji ber tunebûna diravan, bêyî ku agirê dilê xwe vemirînin vedigerin keştiyê jî, nîşaneya wê yekê ye ku penaber di nav du çandên cuda de, bi bêrîkên vala tên eciqandin… Û xwestekên wan ên nîvcomayî pir in.
Hin jê jî, tim bi tirsa ku dê dadgeh penaberiya wan nepejirîne û wan bi şûn de bişîne welatê wan, dijîn. Tirs û fikara destvala vegerîna welêt dilên wan dax dike…
Beşa “Vedenga janên welêt li kolanên biyaniyê dijenin” ku tê de qala koçkirina dawî ya hunermendê nemir Mihemmed Şêxo û dû re jî qala Ferhad û Qado ku du hevalên rojane bi hev re li Qamişlo dixebitin û ji malbatên hejar in tê kirin, tu têkilî û naveroka xwe bi honaka romanê ve tune ye. Çîrokek serbixwe ya pir serkeftî ye ku di hêlîna romanê de, di quncikekî de hatiye pînekirin, lê rengê pîneyê cuda pir eşkere dixuye. Di vê navberê de nivîskar bi bîr dixe ku du tîmên futbolê li Qamişloyê tên hemberî hev ku alîgirên şovenîst ên ereban êrîşî tîm û alîgirên kurdan dikin ku Ferhad jî di nav de, bi dehan mirovên kurd tên kuştin. Ev bûyerek rastîn e ku di sala 2004’an de hatiye jiyîn…
Nivîskar di pirtûka xwe de bi şêweyekî mafdar nexasim rexneyê li penaberên kurd yê bakurê Kurdistanê digire ku tim û tim bi tirkî diaxivin…
Dîsa xeyalên penaberan yên ku dixwazin di demek kin de pir dewlemend bibin, di karakterê Siracê Batmanî de tê ziman. Parçebûna malbatan û bendewariyên hatî afirandin jî, dîsa di kesayetiya Sirac de tê vegotin. Sirac çawa ji bo dewlemend bibe bi şev di karekî de, bi roj di karekî din de dixebite wisa jî malbata wî li Stenbolê di kirê de dijî, lê Sirac li Almanyayê ji bo mafê penaberiyê bi dest xwe bixe, li dû jinekê ye ku bibîne û pê re bizewice…
Di dawiya romanê de beşa ku “Keştî jî koç dike” bi min beşa herî xweş e û pê re jî xemgîniyek diafirîne. Keştî jî piştî demekî tê ziman û bi bîr dixe ku ew jî firotine welatekî din û wê ew jî koç bike, bibe penaber û çarenûsa penaberan bijî, wekî wan li welatekî xerîb bibe mêvan…
Arşevê Oskan berê bi navê “Berbang Qedexe ye” pirtûkek helbestan pêşkeşî xwîneran kiribû û bi wan helbestên sade û şayik em ji hêla hiş û hîsî ve têr kiribû, lê vê carê bi pirtûka “Keştiya Penaberan” ku wekî roman hatiye penasekirin lê bi xwe wekî novelek dixuye û ji 111 rûpelan pêk tê, bi me dide hîskirin ku “pêşeroja penaberan nediyar e” û berbanga wan qedexe ye û me nîvtêrî dihêle…
Berbanga penaberên di keştiya bi navê Bibbiy Altona ya ku li ser çemê Elbeyê ku bajarê Hamburgê dike çend beş û ber bi behra cemedê ya bakur ve diherike, qedexe ye. Nediyar e ku dê çi were serê wan…
Li ser penaberan û pirsgirêkên wan wekî din jî çend pirtûk hatiye weşandin, ji wan ya herî baş jê yek ya nivîskar Helîm Yûsiv a ku bi navê “Ausländer Beg” e. Ya din “Parîsabad” a Fawaz Husên e. Dîsa pirtûka Şener Ozmen ya bi navê “Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî” ku bi lehengiya Sertac û serboriya wî ya ji Hezexê dest pê dike û li Almanyayê ji hêla oldarek ve tê kuştin jî, ji trajediya penaberan beşek e…
Her tişt ji bo wêjeyek netewî ya serxet û binxetan nasneke û rehên xwe li her derê vê axa birîndar bicih bike ye.
*Raskolnîkov sereklehengê romana nivîskarê rus Dostoyevskî ye ku navê wê “Sûc û Ceza” ye.
***
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’
- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz