Diyarname
Li nêzî 20 cihan ji bo Roboskî çalakiyên bîranînê hatin li dar xistin. Her wiha bi deh hezaran kes çûn gundê Roboskî û 34 gundiyên hatibûn qetilkirin bibîranîn.
Li cihên wekî Dêrsim, Wêranşar, Serêkanî, Entab, Sirûç, Bismil, Hezro, Nisêbîn, Licê, Stenbol, Enqere, Batman, Erxenî, Semsûr, Sêrt, Dortyol û Mêrsînê di salvegera Komkujiya Roboskî de çalakî hatin li dar xistin. Gundiyên hatin kuştin hatin bibîranîn û daxwaza darizandina kesên ku fermana bombebaranê daye hate kirin.
Li bajarên kurdên ên li Bakur ku ev demeke kurd Nimêja Înê a sivîl ne li mizgeftan li derve bi hev re dikin, îro jî nimêja înê bi heman awayî hate kirin û gelê beşdarî nimêjê bûn ji bo Roboskiyê dia kirin.
Her wiha li gelek navçe û bajarên kurdan ji bo Roboskî îro dikan nehatin vekirin.
Li Cizîrê zarokekî birîndar bû
Li Cizîrê ji bo salvegera Roboskî çalakî hate lidar xistin. Polîsan êrîşê çalakiyê kir û zarokekî 11 salî bi giranî birîndar bû.
Axaftinên ku hatin kirin
Ahmet Turk:
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk li Roboskî wisa axivî: "Her ku em hêstirên dayikan dibînin em zêdetir felaketa li pêşiya xwe baş fêm dikin. Werin ji bo azadiya gelê kurd em têkoşîneke hevpar pêş bixin. Encax bi vî awayî em dikarin faşîzmê têk bibin."
Ertugrul Kurkçu:
Piştî Komkujiya Roboskî li Meclisê komîsyoneke ji bo lêkolînê hatibû avakirin. Yek ji endamên komîsyonê jî mebûsê BDP'ê Ertugrul Kurkçu ye. Kurkçu wisa got: "Saleke bê edalet û êşbaş derbas bû. Malbatan her roj êş kişand. Lê heta niha tu gaveke jî nehat avêtin. Komîsyonê bi rêbaza şaş belesebeb dem xerc kir. Serokwezîr Erdogan di asta pêşî de ji komkujiyê berpirs e."
Gultan Kişanak:
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak jî çû ser gora 34 gundiyan û got: "Emê miheqeq hesabê komkujiyê bipirsin. We 34 bedenên me parçe kirin, we qetil kirin lê emê bibin bi hezaran, bi deh hezaran, bi mîlyonan û emê hesabê bipirsin."
***
***
Li ser Roboskiyê nûçeyên eleqedar ên îro:
- Demirtaş: Divê Kurdistana kurdan hebe ku hesabê Roboskî bê pirsîn
- Îsa Encu: Ezê çekê dewletê negirim destê xwe