Mahmut Ozçelik
Berî xwendina pirtûkê, dema min li agahiya li ser jiyana nivîskarê romanê Nesîp Tarim nihêrî bi rastî ez gelek xemgîn bûm, ji ber ku hê di temenekî biçûk de beşdarî komên çekdar ên çiyê dibe, piştî demekê li Batmanê tê girtin, dozdeh salan di girtîgehê de maye û bi muebetê jî hatiye mehkûmkirin.
Romana wî “Xezal” ji Weşanên Belkî derketiye, lê mixabin ew di girtîgehê de -hêviya min ew e ku gihîştibe azadiya xwe- pirtûk nivîsandiye jî, hêj di çapa xwe ya yekem ku di sala 2007’an de derketiye di refên pirtûkfiroşan de, di nava tozgirtinê de dinale. Mijar û bûyerên di romanê de, li gundekî ku Xezala nêzî şêst salî tevî du law û keçeke xwe, debara xwe bi ajaldarî û çandiniyê ve derbas dikin, diqewimin. Di romanê de ne navê gund ne jî navê bajar derbas dibe. Endamên malbatê tevî ku carinan ji bo nexweşiyan, ji bo pêdiviyên malê diçin bajar jî navê wî bajarî hilnadin. Lê nivîskar di nava rûpelan de qala Çiyayê Mereto dike ku nêzî gund e, mirov têdigihîje ku bûyer li gundekî herêma Xerzan derbas bûye. Çimkî Çiyayê Meretoyî li herêma Xerzan e. Çûn û hatina endamên malbatê ya xebata zeviyên titûnê di bin gurîna balafirên şer de didome. Xezal li gor kevneşopiya gundewarî qasek berî qasekê dixwaze lawê xwe Hesenî bi dildara wî Elîfê re bizewicîne, lê Hesen qet xwe li zewacê nagire. Ji ber ku navê romanê Xezal e divê em hinekî ji nêz ve wê nas bikin. Xezal hêj negihêjtiye heft saliya xwe dê û bavê xwe winda dike û li ber destê jinbirayên xwe wekî qerwaşan mezin dibe. Bira û jinbirayên wê, wê wekî hêsîran wisa dixebitînin ku bi gotina nivîskar ta ku pişta wê kurmî bibe:” Ji kar û şixulî destên Xezala biçûk tev terikî bûn, pişta wê kurmî bûbû…”(rûp.22). Lê bi qasî ku em fêr bûne dibe ku kerek an hespek pişt kurmî bibe, lê va ye mizgîniya min li we em di wêjeya kurdî de hînî pişt kurmîbûna mirovan jî bûn… Xezal piştî demekê jî dizewice û di herka demê de jê re bi dehan zarok çêdibin û jê pirên wan di temenê biçûk de dimirin, dûre jî mêrê xwe ji nexweşîna pençeşêrê winda dike. Lê Xweda sê zarokan jê re dihêle. Hesen, Simeîl û Mewlê. Debara xwe bi sewalvanî û çandiniyê derbas dikin. Xezal piştî demekê ji cînarên xwe agahiya şerê ku di navbera leşkerên tirk û zarokên çiyê-şervanên azadiyê- de derketiye dibihîse û ji bo tiştek bi zaroyên wê neyê dikeve nava kefteleftê. Û ev şerê li her derê belav dibe kevneşopiya civaka kurd jî diguherîne. Berî guherînê, di civakê de şaşwaziyekê diafirîne. Çawa dibe ku keçên xama jî ligel xortan li serê çiyê doza maf û azadiyan dikin. Li gorî kevneşopiya malbatên gund, divê qîz tenê di xizmeta malbatan de bin. Lê bi qasî ku tê bihîstin ev kevneşopî ji çiyan ve tê hilweşandin. Civaka kurd ji vê rewşê re ne amade dixuye lê ewên di herka demê de fêrî vê rastiyê jî bibin. Ev rewş bi me dide zanîn ku şerê di salên nodî de gur bûye û heta roja me ya îroj hatiye di civaka kurd de serobinbûnek çawa çêkiriye. Bi vê serobinbûnê ve ronesansek daye destpêkirin ku pêşengtiya wê jin û keçên welêt dikin. Di vê serobinbûna tê jiyin de Xezal ji bo ku zarokên wê xisarê nebîne û bi ber pêla şoreşê nekeve û xwe nespêre çiyê, dixwaze ku di demek kin de wan bizewicîne û bi malê ve girê bide. Lê wisa dixuye ku Hesenê Xezalê dê vê fikra diya xwe nepejirîne. Ji ber ku Hesen pirê caran bi xwendina pirtûkan re mijûl dibe û ev rewş bi me dide hîskirin ku Hesênê bide pey rêça keç û xortên evîndarên çiyayên berz ên welat. Xezal ji bo rê li ber vê yekê bigire, bi pey kevneşopiya olî dikeve. Diçe cem şêxê gund niviştan çêdike ku Hesenê wî di zûtirîn katê de bizewice û bi malê ve bê girêdan. Li vir beramberî niviştan qewla xelatê –golikekê- dide şêx. Ev rewş jî di kevneşopiya dîroka me ya olî de mixabin rastiyeke ku şêx li hember nivişt û duayên xwe li gor rewşa mirovan ya aborî hin tişt bi dest xwe dixistin. Xezal jî li hember nivişta şêx golikê bi navê Beşo jê re dibexşîne. Tevî hewldana Xezalê ya zarokên wê xisarê nebînin, talûke roj bi roj nêzîktir dibe. Ewilîn di nav gundiyan de gotegotên li ser zaroyên çiyê/gerîlayan de belav dibe, dûre bi dizî hatina zaroyên çiyê ya nava gund tê qisedan. Bi vê jî namîne leşkerên tirk jî vê tevgera li gund dibihîsin û rojek dorê li gund digirin. Wan li aqara gund dicivînin û fermandar hişyariyê li gundiyan dike û dûre jî rûyê xwe yê zulimkar ravayî gundiyan dike. Ji gund çend xortên welatparêz dibin bi rojan di bin zilm û êşkenceyê de dihêlin û nola ku bibe mînaka tirsê tînin û li nêzî gund bi nîvmirî dihavêjin ber rê û vedigerin. Gundî êdî di nava tirsek bê eman de ne. Ev tirs rojekê ji bo malbata Xezalê dibe rastî. Dema Xezal pir nexweş dikeve û zarokên wê, wê dibe nexweşxaneyê di rê de pêrgî venêrîna leşkeran dibin. Bi li ber rabûna Hesen re pêkutiyên leşkeran zêde dibe û Hesenê Xezalê qasî deh rojan di bin çavan de di êşkenceyê re derbas dikin. Ev bûyera li wan qewimî, Hesen hêj zêdetir li hember dûgel û leşkeran dehfî nefret û kînê dike.
Tevî van reşbîniyên tên jiyîn nivîskar carinan me ji nava vê rêbaya sîyasî-leşkerî dûr dixe û bi jiyana rojane ya kevneşopî ve digerîne: Serdarê kurê tiyê Xezalê dil dikeve keçika cîran. Lê mixabin hewldanên ku Mala Emo ji bo zewicandina Serdar dikin, bi avê de diçe û bi neyînî, xemgînî bi dawî dibe. Dema bavê keçikê zewaca wan qebûl nake Serdar jî keçikê direvîne. Pevajoya dû revandina keçikê, pir bi kêfxweşî hatiye hûnandin û mirov dide kenandin. Çûn û hatina desteya sulhê ya di navbera herdu malbatan de rengekî xweş daye herka romanê. Dîsa kevneşopiyek din ku romanivîser tîne zimên cejna olî ye. Qala taybetiyên meha remezanê tê kirin. Amadehiyên berî cejnê tên kirin, cil û bergên ji bo zarokan tên kirîn, kêf û coşa zarokan ya di roja cejnê de bi hûrgilî hatiye vegotin û xwendevan ber bi cejnên zarokatiya xwe ve dibe… Di romanê de qala şevbuhêrkên li gundan derbas dibe û rastî û derew li bin guhên hevdu dikevin jî hatiye ravakirin. Di şevbuhêrkan de êdî qala zaroyên çiyê û çîrokên wan tên qisedan. Lê hin bûyerên hatî jiyîn bi awayek pirole tê vegotin. Xezal ji bo zarokên xwe ji vê pêla şer biparêze çareseriyê di zewicandina zarokên xwe de dibîne. Lê bêyî ku bizanibe ev şer hişk û terî dide ber xwe û bi hev re dişewitîne. Xezal ya dilê xwe bi dayiktiyeke saf dike. Lê romanivîser ev fikra zewaca Hesen pir zêde li rûpelan belav kiriye. Carinan wisa dibe ku mirov dibê qey roman hetanî dused rûpelî tenê qala hewldana Xezalê ya ji bo zewaca kurê xwe û diyaloga di navbera herduyan de derbas dibe, dike. Tenê carinan qala gurîn û dengê balafirên şer tê kirin ku em pê dihesin rewşek nearam jî di jiyana rojane de heye. Divê ev mijara zewaca kurê Xezalê û bi vê ve girêdayî ji têkoşîna neteweyî dûr hiştina wî ewqas zêde nehata behskirin. Tevî ku dayik ji bo zewaca kurê xwe ewqas di nava kefteleftê de ye kurê wê Hesen jî vala nasekine, êdî hedî hêdî bi zaroyên çiyê re têkiliyên xwe geş dike û li dûrî gund li cihên asê bi gerîlayan re hevdîtinan datîne û dixwaze wan qanî bike ku destûrê bidinê û ew jî tevlî refê gerîlayan bibe.Hevsengiya heyî wisa dixuye ku ber bi Hesenî ve giraniya xwe datîne û wê xebata Xezalê ya ji bo zewicandina kurê xwe bi hesta welatparêziya Hesenî nikaribe .Hesên êdî amadehiya ber bi çiya dike. Berî çûyinê di cejna qurbanê de bi dildara xwe Elîfê re hevdîtinekê dike û piştî sohbeteke dirêj biryara tevlêbûna şerê azadiyê aşkere dike: ”Ez ê biçim.” Li ser vê gotinê Elîfa ku pazdeh sal e li heviya zewacê ya bi wî re ye dipirse: ”Tu yê biçî ku?” Hesen hêj vekirî û dilsotîner bersîvê didiyê.” Ez ê biçim çiyê ( rûp.206). Pê re jî wiha didomîne: ”Heyanî ev welat rizgar nebe ez nazewicim.” Hesenê Xezalê bi vê biryar aşkerekirina xwe re dilê dildara xwe dax dike û di nava hêsiran de ji hev vediqetin û berê xwe dide jiyaneke nû ku çar sal e ji bo çûyina wir di nava xebat û xeyalan de bû. Xezala ku ji bo zewacê wekî dem piştî Cejna Newrozê kifşkiribû û Hesenê ku ji bo tevlî refê gerilayan bibe jî dema piştî Newrozê kifşkiribû di heman dîrokê de li hev diqelibin. Dema roja Newrozê agir gur û geş dibe, êdî herdu jî ji hêla xwe ve amadehiyên xwe yên dawiyê dikin. Xezal ji bo dawet û zewaca kurê xwe, kurê wê Hesen jî ji bo tevlêbûna nava refên gerîlayan. Herî dawî piştî Newrozê bi derbasbûna çend rojan Hesen bi xwarina şîvê re ji malê derdikeve, ji wir jî diçe dildara ber dilê xwe dibîne û di şevek bi xunavî de, di reştariyê de berê xwe dide çiyayên gerîla lê ne û di tariya şevê de winda dibe. Bi gihîştina cihê zaroyên çiyê re dibin yek û ji wir jî ber bi baregehên dûr dest bi meşê dikin. Hesenê Xezalê êdî tevlî jiyanek nû bûye, pê re jî kesayet û navekî nû hilgirtiye: Hesenê Xezalê êdî Dilgeş e. Bi çûna Hesen re agirê kulê dikeve mala Xezalê. Bi şev û rojan li pey şopa Hesen digerin. Li gund, bajêr, derûdora gund cih namînin lê digerin. Lê Hesen bi zû de xwe avêtibû pişt Çiyayê Meretoyî û bi nasnavek nû –Dilgeş- şopa xwe winda kiribû. Di derbarê Hesen de hinekan digotin çûye metropolên Tirkiyeyê, hinekan digotin çûye çiyê. Ji her seriyek dengek derdiket lê rastî tenê li cem dildara wê Elîfê veşartîbû, wê jî rastiya xwe û Hesenê xwe di nava hêsirên xwe de veşartibû. Bi çûna Hesen re xwazgîniyên Elîfê jî tên û wê dixwazin. Bavê wê, wê wekî ajalek bi qeleneke buha dixwaze bifiroşe, lê Elîf soza ku dabû Hesenê ber dilê xwe bi cih tîne û zewacê napejirîne û xwazgînî stûxwar vedigerin.
Xezala ku mîna mirîşka kurk ketibe û hêk û çûçikên xwe ji jakawan biparêze, wisa têkoşiyabû lê pêşî li çûna Hesen negirtibû. Hesen çûbû lê ew tim bi derûniya ku Hesen dê rojek vegere dijiya. Dengek, pêjnek bibihîsta bi derûniya ku Hesenê wî hatibe direviya ber derî, gava ew nebûya jî dîsa xwe bi xwe digot “wê rojekê derkeve were malê” û heviya ku Hesen rojekê vegere malê qet winda nedikir. Xezala ku li hêviya Hesenê xwe ye îcar rastî janek hêj xedartir tê. Keça wê, xifşa wê ya nazenîn Mewlê ku navê wê kiribû Gurçiksorê bi nexweşîna pençeşêrê dikeve û di nava çend mehan de dimire. Ev trajedî per û baskê Xezalê yê bi jiyanê ve hinekî din dişkênîne. Li dû vê bûyerê êdî dema çûna Simeîlî ya leşkeriyê ye. Xezal bi dileke kul Simeîlê xwe dişîne leşkeriyê. Çi rasthetiniye ku Simeîl piştî heyama xeşîmtiyê ji bo operasyonekê tê nêzî gundê xwe. Li wir bi komek gerîlayan re şer dikin. Di vî şerî de Hesenê/Dilgeşê ku salekê berî çûbû nav refên gerîlayan jî heye. Û di şerê li nêzî gund bi saetan didome de, herdu bira jî dimirin. Ev rewş Xezalê ji per û bakan dixe û rojekê êdî ji janan debar nake, dîn û har dibe û berê xwe dide çol û çiyan. Termê wê deh roj şûn de ji hêla şivanan ve tê dîtin û wê jî tînin li kêlaka herdu lehengên xwe binax dikin.
Roman bi tevahî trajediyek e. Nivîskar kifş e ku dixwaze di kesayetiya xwîneran de ji civakê heyfeke sedema wê nayê zanîn bistîne. A rast sedem tê zanîn: Nivîskar dibêje ku ger tu, ew, em, hûn, ewên her tiştî, her bûyerê ji dûr ve dişopînî ger hûn ji bûyeran dûr, destê xwe ji ava germ nekin ava sar dê hin malbatên welatparêz û mirovên evînadarên axa xwe dê wiha bi tevahî ji kok de bê qelandin û tenê mîrata wan ji “Pisîka Reş” re bimîne… Pisîka Reş jî ew pisîke ku romaniviskar wekî endamê malbata Xezalê bikar aniye, lê navbera wê û Xezalê qet xweş nîn e, ta ku endamên malê giştik dimirin û ew herdu tenê dimînin. Jê şûn de Xezal derd û kulên xwe ji Pisîka Reş re vedibêje, ta ku bi xwe jî debar nake û bi çolê dikeve. Mîrate ji Pisîka Reş re dimîne… A tê fêhmkirin ew e ku nivîskar dixwaze bibeje êdî bes e, hûn ê hetanî kengê dê rastiya vî şerî bi her hêla wê ve bibînin û li gor wê helwestek bigirin. Nola ku bibêje ma ji vê wêdetir vegotina vî şerê kirêt û xedar heye. Çimkî honaka romanê bi tevahî li ser mirinan ava kiriye ku civak, a rast xwendevan hetanî şaneya xwe jî xedariya şer hîs bike, fêhm bike. Ger ne wiha bûya ewqas karakterên romanê yeka yek nedida kuştin û jehr û xedariya şerî ewqas bi me nedida jiyandin. Va yê dawiya karakteran: Mewlê; keça Xezalê piştî çûna Hesen bi nexweşînê dimire, Hesen/Dilgeş; di koma gerîlayan de cih digire û tê kuştin, Simeîl; di leşkeriya xwe de di operasyonekê de dema bi birayê xwe re şer dike ew jî tê kuştin. Elîf; Dildara Hesen e ku dema agahiya mirina wî dibihîse xwe dikuje. Xezal; Li pey vê karesatê debar nake û bi çol û çiya dikeve û termê wê ji hêla şivanekî ve tê dîtin…
Wêneya tunebûna malbatekê ye ku di şerê sih salî de li her derê hatiye serê bi hezaran malbatan…
Her tişt ji bo em zanibin ku wêje her çiqas ji bo hin civakan navgîna bextewarbûnê be jî, ji bo me û dîroka me ya nêzîk hêj jî janê dihewîne…
**
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Şapînoz’a Enwer Karahan û Reşbîniyên Nepen
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’
- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz