Diyarname
Navenda Giştî ya BDP'ê û KON-KURDÊ daxuyaniyeke nivîskî weşand û biryara girtina televîzyonên kurd şermezar kir.
BDP: Bila Danîmarka ji vê şaşiyê bi paş ve vegere
Navenda Giştî ya BDP’ê bertek nîşanî biryara Dadgeha Eyaleta Kopenhagê a Danîmarkayê ku lîsansên Nûçe TV, MMC û ROJ TV îptal kirin da û got: “Em vê biryara dijhiqûqî şermezar dikin û em bang li hikumeta Danîmarkayê dikin ku ji vê bêhiqûqiya di dîroka demokrasiyê de bûye deqek qirêk vegere û hurmetê îşanî nirxên gelê Kurd bide.”
Her wiha BDP'ê got ku bi vê biryarê pîvanên demokrasî û hiqûqê yên Yekîtiya Ewropayê hatine binpêkirin, ev biryar şermezar kir û xwest hikumeta Danîmarkayê li hemberî nirxên kurdan hurmetkar be.
KONKurd: Kurd hedef hatine girtin
Konfederasyona Komeleyên Kurd ên li Ewropayê (KON-KURD) daxuyaniyek nivîskî weşand û da diyarkirin ku, biryara li hemberî sê saziyên weşanê ên kurd, di serî de li hemberî azadiya fikir û çapemenî ku makezagona Danîmarkayê li hemberî wê pir hişyar e derbeyeke. Biryar di aliyê demokrasî, hiqûq û azadiya mirov û maf de wekî skandalekê nirxand û eşkere kir ku, careke din hebûna netewa gelê kurd hedef hatiye girtin.
***
Nûçeya eleqedar: