Stenbol
Malpera Lêkolînê belgeyeke weşand û diyar kir ku Rûdaw TV bi piştgiriya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ji bo dijî tevgera Bakur û Rojava derkeve hatiye avakirin.
Li gor malpera "www.lekolin.org" Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê belge şandiye Balyozxaneya Hewlêrê, di belgeyê de ji bo başûrê Kurdistanê "Kuzey Bolgesi (Herêma Bakur)" gotiye, ji bo berjewendiya "hêzên herêmî" li dijî PKK'ê tevgereke psîkolojîk saz bike televÎzyoneke bi navê Rûdaw ku navenda wê Hewlêr e hatiye amadekirin. Di belgeyê de wisa hatiye gotin: "...bi rêya televîzyonê rêxistina cudaxwaz û piştgirên wê bêne teşhîrkirin, xirab bên nîşandan, li hemberî rêxistina cudaxwaz raya giştî bê çêkirin. Ev yek ji bo polîtîkaya me gaveke stratejîk e. Balyozxaneya me ya Hewlêrê wekî peywirdar hatiye tayînkirin."
Di belgeyê de tê gotin ku Serokatiya Tevgera Psîkolojîk a di bin banê MÎT'ê (Teşkîlata Îstîxbarî ya Neteweyî ya Tirkiyeyê) de wê her meh agahiyan bişîne balyozxaneya Hewlêrê û lêçûyînên Rûdaw TV jî dê ji aliyê Wezareta Malî û butçeya Serokatiyê ya veşarî ve bê dayîn.
Di belgeyê de tê gotin ku bernameyê li dijî PKK, PYD-YPG'ê bêne çêkirin, li Sûriyê şexsiyetên kurd (s.Bedrettin, A.Beşar) ên dijî PKK'ê wekî rêberên kurdan bên nîşandan, bernameyên ku pê meşrûbûna ketina peşmergeyan a ji bo Rojava bêne çêkirin, PYD-YPG bê teşhîrkirin, ew wekî hêzên ne ewle bêne nîyandayîn û wekî ne nûnerên kurdên Sûriyê bê nîşandayîn, li Bakurê Iraqê di dema girtina deriyên sînor a ji aliyê PDK û hikumetê de derketina ambargoyê de PYD wekî sedem bê nîşandayîn, di vê çarçoveyê de nûçe û hevpeyvîn bêne çêkirin.
Dîsa di belgeyê de tê gotin ku nûçeyên nerast ên wekî PKK û rejima Sûriyê di nav îtîfaqê de ye bêne çêkirin, nûçeyên ku PKK kurdan digire bin çavan û bi vî awayî li hemberî bertekan derxin holê, tu demê nûçeyên ku propagandaya PKK-PYD-PYG'ê bike neyên Çêkirin, her wiha li ser kurdên Sûriyê bandora ku Tirkiye dost e bê çêkirin.
Malpera lêkolînê duh (30.08.2013) ev nûçe weşandiye. Heta niha der barê vê de Rûdaw TV hê tu daxuyanî neweşandiye.