Diyarname
Nivîskarê malpera me Cîhan Roj ji damarek xwe emeliyet bû û niha rewşa wî baş e.
Nivîskar Cîhan Roj ku heta niha tu pirsgirêkên wî yên tenduristiyê tune bûn, roja 18'ê mehê, di xewnê de bi êşa singê xwe rabû çû nexweşxaneyê. Li xweşxaneyê diyar bû ku ji ber xitimîna damarekê qeyrana dil derbas kiriye.
Roj emeliyet kirin û ew damar (reh) vekirin. Piştî du rojên li nexweşxaneyê Cîhan Roj şandin mala xwe û ew niha li mal bêhna xwe dide.
Rewşa Cihan Roj niha baş e, lê dixtoran got, "du damarên wî jî zerar dîtine" û ji bo wan jî derman dane wî.
Nivîskor Roj 4'ê meha pêşiya me ji bo qontrolkirina her du damarên din dê here nexweşxaneyê û ger pêdivî pê hebe dê mudexeleyê wan damaran jî bê kirin.
Nivîskar Cîhan Roj li Alîgaya Îzmîrê dijî.


