Cizîr
Li Cizîrê lîstika "Nexweşxaneya Zimanê Kurdî" hate lîstin û nexweşiyên ziman ê kurdan hatin dermankirin.
Lîstika Nexweşxaneya Zimanê Kurdî di çarçoveya 2'yemîn Rojên Çand û Hunerê ya Cizîrî de hate lîstin. Lîstika ku li Navenda Çanda Mem û Zînê hate lîstin ji aliyê Qahir Bateyî û Şirin Harhar ve hatiye lîstin. Lîstika ku di heman demê de Harhar derhêneriya wê jî kiriye lîstikvanên Teatra Mezopotamya yên ku di bin banê NÇM'a Wanê de kar dikin lîstine. Lîstik li ser zimanê rêveberên saziyên kurd disekine, wan rexne dike.


