Di vekirina Festîvala Fîlman a Verîte de lîstikvana navdar a amerîkayî Sharon Stone fîlmê Behmen Qubadî "Kûsî jî dikarin bifirin" ku fîlmê vekirina festîvalê bû pêşkêş kir. Malbata kraliyeta Monako jî li fîlm temaşe kir.
Sharon Stone, di dema axaftina xwe de ji bo "Kûsî jî dikarin bifirin" ji bo wisa got: "Yek ji fîlmên herî baş e. Fîlmekî mikemel e. Û wî (Qubadî) sazkarekî fîlmên ê awarte ye. Ev fîlmekî gelek bandorker e ji ber ku ne tenê bêrehmiya şer, di heman demê de li ser diyariya ku di şeran de em di nava dilê xwe de dibînin e." Dûre Stone wisa domand: " Di salên dawî de fîlmê herî xweş e ku min lê temaşikiriye. Fîlm gelek baş hatiye çêkirin."
Di festîvala ku li ser "Bandora mayînan ya li ser mirovan bi taybetî li ser zarokan" de Sharon Stone jî di panelekê de axivî ku Behmen Qubadî, Karla Del Ponte (Dozgerê Dadgeha Navneteweyî ya Têkoşina bi Sûcan re) û gelek navdarên din jî lê amade bûn.
Behmen Qubadî ku wekî mêvanê fexrî yê festîvalê bû bi Stone re jî sohbetekî pêk anî.


