Diyarname
Manchester City transfera herî mezin a salê pêk anî û ji bo Robinho 42 mîlyon euro xerc kir.
Manchester City di kêliya ku bi saetan ji bo dawîlêhatina transferan pêk bê dest avêt Robinho. Lîstikvanê Real Madrîdê Robihno ku tîma Chelsea jî li dû bû çû Manchester City.
Manchester City ji bo 5 salan Robinho transfer kir û her wiha ji bo her salê dê 6 mîlyon euro bide lîstikvan.
Klûba Manchester City par ji aliyê Serokwezîrê berê yê Taylandê Thaksin Shinawatra ve hatibû kirîn û wî îsal klûb firotibû şîrkete Emîriya Yekîtiya Ereban. Şîrketa ji Abu Dabi yekemîn transfera xwe bi kirîna Robinho pêk anî.


