Fêrgîn Melîk Aykoç
Ziman diyardeyeke bi pergal û sîstematîk e. Ji wê mirov nikane bibêje ku pirsgirêkên ziman hene. Tenê pirsgirek, hobûn û dîtinên me yên şaş hene. Lewre em hîna di warê zanyariya ziman de negihîshtinin zelaliyeke bingehîn. Em bi gor zanîn û formên herêma xwe nêzîkê ziman dibin. Em gundê xwe wekî navenda kurdî dibînin. Bi zimaneke din, em bi xwe li pêşiya pergala ziman wekî kelem radiwestin. Şaşiyên bingehîn ji vir der tên.
Nexweşiya herî mezin jî ev e: Kîjan kurd pexşanek, helbestek, çîrokek bi kurdî dinivisîne, xwe zimanzan dihesibîne û dide nav. Bi kurdiyeke xweş nivisandin, heta nivîskareke/î bi nav û deng bûyîn jî, nayê wê wateyê ku mirov zimanzan e. Pergala rêziman bi serê xwe zanyariyeke/î taybetî ye. Tenê kesên ev zanyarî xwendine, dikanin bibin zimanzan.
Zimanên wekî zimanê me bi salan hatiye cemidandin, li hin deveran hin formên xwe winda dikin, lê ew formên windayî dikane li herêmeke din bi awayekî zindî were bikaranîn. Eger em ji zanyariyê re vekirîbin, emê bikanin hemû formên rast bigihîjinin hev û pirsgirêkên li pêş xwe ku em wan wekî pirsgirêkên ziman dibînin, zelal bikin. Ji van pirsgirêkan yek jî, bêguman mijara “şîrîn” yan “şêrîn” e.
Bi taybetî kesayetiyên li binê xetê û ji Deşta Mêrdînê bi pirranî “şîrîn” nanivîsin. Di cihê wê de bi giranî forma “şêrîn” bikartînin. Gelo bi vî awayî nivisîna vê peyvê rast e? Yan şaşiyeke mezin tê kirin? Bingehê vê peyvê çi ye?
Em li bingehê peyvê binêrin.
Peyva “şîrîn” ji du tejan (kîteyan) pêk tê, ya yekem “şîr“ (vexwarina ji pêsîrên jindeyan) ya duyem jî “în” e. Ango ji peyva “şîr” û ji paşgîna rengderiyê “în” pêkhatiye. Bi kurtî tê wateya tiştê wekî “şîr” xweş. Tiştê bi hêla çêştê ve dişibe “şîr” û her wiha...
Di nava gel de dibêjin: “Ji pêsîrê dayikê şîrîntir tişteke din tune (nine)!” Ev şîrîniya li vir ji pêsîrên dayikê zêdetir, ji çêşta şîrê dayikê tê. Mirov cara yekem bi wê çêştê têkilî bi xwarin û vexwarina cihanê re datîne. Ji ber ku kurdî zimaneke zindî ye, “şîr” jî ji bo jîndeyan xwarina yekemîn e, ji “şîr” ev peyva “şîrîn” afirandiye.
Jixwe mirov dikane çêşta bi vî awayî tenê bişibîne peyva “şîr.” Ji ber ku tenê çêşta vê berê pêsîrên dayikê, pez û dewar wê xweşiyê dide. Dîsa gihayên aveke wekî “şîr” jê diçe, yan jî çêşta wan meyxweş in jî, bi vê peyvê tê bi navkirin. Ji wan re “şîrik” tê gotin. Ji ava wan re jî “şîre” dibêjin.
Mirov ji tiştên wekî şekir (peyveke biyanî ye, ji espanî tê), hingiv, şîr û xwarinên ji wan hatine çêkirin re “şîranî” dibêje. Ev peyv, di dema keç xwastinê de jî, wekî têgîna şîrînkirina vê bûyarê tê bikaranîn. Mînak “Şîraniya filan kesê/î heye.”
Gava mirov, karekter yan jî dirûv û rawestana mirov jî, dest nîşan dike; peyva bi forma “şîrînî” bikartîne. Lê mirov nikane peyva “şêranî” yan jî “şêrînî” bikar bîne, lewra ev her du form jî tên wateya, gernasî, mêranî û qehremaniyê, yan jî rawestana wekî şêran.
Hin peyvên ji raya peyva “şîr”
şîr
şîre
şîrî
şîrik
şîrîn
şîrînî
şîranî
şîrîn kirin
Peyva “şêrîn” jî, ji du tejan (kîteyan) pêk hatiye. Ji peyva “şêr” (ajaleke dirinde ye) û ji paşgîna rengdêrî “în” pêk tê. Ango tiştekî mîna “şêr”, tiştekî wekî “şêr” jêhatî û dirinde. Formeke vê peyvê jî peyva “şêrî” ye.
Hin peyvên ji raya peyva “şêr”
şêr
şêrî
şêrtî
şêranî
şêrane
şêrînî
şêrgo
Hemû peyvên li ser raya peyva “şêr” pêkhatine, tenê wateya, gernasî, mêranî, bihêzbûn û qehremaniyê werdigirin.
Kesên berhemên klasîk sînkrone kirine, bi giranî wekî forma devera xwe wergerandine tîpên latînî. Ji wê mirov gelek caran di klasîkan de jî, rastê vê forma şaş tê.
Hin rengdêrên bi alîkariya paşgîna “în” hatine çêkirin.
| Peyv | paşgîn | rengdêr | wateya rengdêrê |
| dar | în | darîn | wek darê /ji darê |
| gul | în | gulîn | wek gulê /ji gulê |
| berf | în | berfîn | wek berfê |
| agir | în | agirîn | wek agir(î) |
| genim | în | genimîn | wek genim |
| şêr | în | şêrîn | wek şêr (î) |
| şîr | în | şîrîn | wek şîr (î) |
| caw | în | cawîn | wek caw (î) |
| law | în | lawîn | wek law (î) |
| keç | în | keçîn | wek keçê |
Çend rengdêrên din ji wan
derewîn, dilîn, gurmîn, hesinîn, jêrîn, jorîn, malîn, kevirîn, avîn, axîn, bingehîn, bengîn,
Divê mirov rastiya peyvan wekî van mînakên li jor di verisandin û nirxandina rêzimanî de bibîne. Yan jî li zimanê xizm mêze bike. Li gor rêbazên zanyariya rêzimanî sererast bike û li gor wê sererastkirinê bikarbîne. Di verisandina jorî de gelek zelal e ku peyva “şêr” têkiliya xwe bi “şîr” û şîrîniyê re tune, wateyeke din werdigire.
Wateya çend hevokan:
Şîrîna bavê xwe (xweşika bavê xwe )
Şîrînê bavê xwe (xwşikê bavê xwe.)
Şêrîna bavê xwe (şêra bavê xwe, ew di çav û dilê bavê xwe de wekî şêran e.)
Şêrînê bavê xwe (şêrê bavê xwe., ew di çav û dilê bavê xwe de wekî şêran e.)
Em li farisî binêrin
Universal-Wörterbuch Persisch, Khosro Naghed / Dr.Mohsen Naghed
Şîrîn(ﺸﻴﺮﻳﻦ ) , şîrînî (ﺸﻴﺮﻳﻦی)
Ferhengoke almanî kurdî (soranî) Newzad Mohammed
(ﺸﻴﺮﻳﻦ ) şîrîn
Wörterbûch Deutsch-Kurdisch Amirxan
Şîrîn
Türkçe – Kürtçe sözlük, Zana Farqinî
Şîrîn, şêrin
Gotinên Pêşiyan (Amed Tigris)
Şîraniya hespê ji ceh e!(5685)
Gotinê Pêşiyên Kurda (Mustafa borak)
Şirîn û şor, keçel û kor li cem hev nabin!(2698)
Miştaxa Çiya ji Gotinên Pêşiya (Mele Mehmud Dêrşewî)
Şîrîn e dil nahêlim bavêjim û reqe ez nikarim bikojim! (765)
Şam şekir e welat şîrîntir e! (772)
Ferheng Kurdî-Tirkî (Zazaca) Munzur Çem
a) peyva “şîrîn”
şîre =şîre
şîrên = şîrîn
şîrênênî = şîranî
b) Peyva “şêr”
şêre = şêr
şêrênî = qehremanî, gernasî, şêrtî,
Di kilasîkan de
“Ji mihra wê şefeq se´dê,
şirîn le lê şeker we´dê.Dimalim şubhetê re´de, ecêb im lê ji vê ce´dê
……
(Sirê Meyger 3 Melayê Cizîrî)
Ehmedê Xanî peyva şêr di vê formê de bi kar tine
“Lewra ku bi şêrî şibhê şêr bû
Roja şerê ew hezar-i mêr bû.”
Niha tiştê nayê fêmkirin ev e. Rast çi têkiliya peyva “şêr” bi tiştê wekî şekir û şîr re heye? Li ser çi mantiqî ev peyva “şêrîn” (wekî şêra) di cihê peyva “şîrîn” de tê bikaranîn?
Ji ber ku tirk vê peyva kurdî rast bikartînin, lewma me di kurdî de guheriye?
Yan carê ev şaşî hatiye kirin, ji wê jî bûye tîpa Quranê û naguhere. Mijara prestijê ye (!?)
Dibe ku ev şaşî ji şovenîzma herêmî jî were? Ango bi mantiqê; li devera me çawa hatiye bikaranîn, ew rast e. Ji ber ku kurdiya herêma me kurdiya bilind e (!?) Yan jî nexweşiya; min çawa bikaraniye wisa rast e, lewra kes nikane wekî min xweş û rast binivisîne! (!??)
Ev nêrînên wiha tenê zirarê didin rastiya ziman û peyvan. Divê ji herêmî bêtir em nirxê bidin zanyariya ziman, da ku zimanê me bikane bê şaşî li ser bingehê pergala xwe rûne.
Çavkanî:
1 –Universal-Wörterbuch Persisch, Khosro Naghed / Dr.Mohsen Naghed
Langscheidt/2002 München
2 - Ferhengoke almanî kurdî (soranî) Grundwortschatz /Newzad Mohammed
1988 – Darmstadt
3 - Wörterbûch Deutsch-Kurdisch A - Z Amirxan
1992 MaxHueber Verlag Wien
4 - Türkçe – Kürtçe sözlük, Zana Farqinî
2000 puşper Aksaray Istanbul (Weşanên Enstituya Kurdî)
5- 6762 Gotinên Pêşiyan (Amed Tigris)
2001 Gulan Weşanxana Rewşen 11240 Stockholm
6 - Gotinê Pêşiyên Kurda (Mustafa borak)
1996 temmuz Berfin yayinlari 34440 Istanbûl
7 - Miştaxa Çiya ji Gotinên Pêşiya Mele Mehmud Dêrşewî
Wergerandina ji tîpên erebî Serbest Zaxoyî
1989 Stockholm
8 – Pêlên Zerya Rêziman Fêrgîn Melîk Aykoç
( Ji cape re amade dibe.)
9- Ferheng Kurdî-Tirkî (Zazaca) Munzur Çem
16103 Bromma / Stockholm Sweden
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:


