Diyarname
Goog ji bo hejmarên rojnameyên kevn arşîv bike û derxe qada dijital dest bi xebatê kir. Pirs ev e: Gelo Google nikare rojnameyên kurdan jî arşîv bike.
Li gor agahiya ku Google pêşkêş kir ev ji 200 salan zêdetir e rojnameyên ku têne weşandin têde agahiyên muhîm ên li ser dinyayê hene û mirov nikarin xwe bigihînin van agahiyan, Google jî vê yeKê dixwaze biguherîne.
Di vê çarçoveyê de google bi navnîşana "news.google.com/archivesearch" di sala 2006'an de bi pêşkêşkirina arşîvan New York Time û Washington Postê dest bi vê beşê kir û niha dixwaze vê beşê pêş bixe.
Niha Googleyê bi gelek saziyan re têkilî danî ku arşîva wan bigire û pêşkêş bike. Di nav van de rojnameya Quebec Chronicle-Telegraph jî heye ku ev rojname 224 sal in li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) weşanê dike.
Wekî notek: Xwezî kurdan jî xwe bigihanda navenda Googleyê û ji "Kurdistan", "Hawar", "Ronahî" bigire heta rojnameya "Welat" bigihanda wan ku ew jî di vê beşê de cih bigirta.


