Dilawer Zeraq
Ji deh salan zêdetir e ku em kurdên bakur, me ew nas kiriye. Wî bi çîrokên xwe yên ewil û yekem re bala me bir ser xwe û; di vê baldarî û baldayîna xwe de; hinan ji me ew wekî nivîskarê surrealîst bi nav kir, hinan jê çav dayê û dilê xwe lê bijand, hinan jê jî jê fêm nekir û aciziya xwe anî zimên; hin ji me ew wekî nivîskarê ku tiştên ne li gorî ‘rojev’ê dinivîse û ji rasteqîniya jiyanê ‘dûr’ bi nav kir, hin ji van, ji bo ku kirasekî ji neecibandina xwe re bibirin û wê bînin zimên, bi zanînên xwe yên kêm û kurkisandî yên der heqê têkiliya wêje û erotîkiya mirovane de, ew wekî nivîskarê ku pir qala zayendiyê dike bi nav kir, hin ji wan xwest ku ew hema wekî nûçeyeke rojnameyê qala bûyerên rojane bike –mixabin hê jî ev yek ji gelekên ji me, ji nivîskarên wêjeyê, tê xwestin û hêvîkirin- û wiha got ji bo wî, ‘qet haya wî ji bayê felekê tune ye’; hin ji wan got, ji ber ku ew binxetî ye pir tê pesinandin; û gava min di dema edîtoriya xwe ya Kovara W’yê de yekem car li ser nivîskarê kurd ku dijî, li ser vî nivîskarê ziman û wêjeya me, dosyeyeke taybet amade kir û di hejmara şeşan de weşand, tevî ku gelekan ji min re digot; ‘ma ew nivîskarekî ew qas mezin e ku tu wiha dosye li serê amade dikî’ jî, ji aliyekî ve û wisan di bin re jî pejirandin û pesinandina wî didomandin.
Lê tekane bersiva min a ji bo van hemûyan ev bû û her wê ev be: ji ber ku ew bi kurdî dinivîse, ji ber ku ew xurt û serkeftî dinivîse: hêja ye!
Îcar ez ji we re bêjim ev camêr kî ye.
Belê, ez qala Helîm Yûsiv dikim.
Û romana wî ya Gava ku Masî Tî Dibin, ku vê pêla dawiyê, weşiya.*
Helîm Yûsiv, di vê romana xwe de, şêwaz û vegotina xwe ya xweserî xwe didomîne: û tevna vegotina romana xwe li ser pevçûn û neliheviyên van bîst salên dawiyê ava kiriye.
Di vê romanê de jî, ligel vegotineke berayîn, atmosfereke surreal hatiye avakirin û çîroka rasteqîniya ku di şert û şirûtên xweserî xwe de pêk tê û rû dide, bi awir û nêrîneke cuda tê zimên: belê, Helîm Yûsiv, mîna ku dengê hinekan çûbûyê, -an jî heye ku vegotina romanê qalib û mastereya xwe wisan danîbe- ligel ku xwe ji nivîsandina romaneke berayîn nedaye alî jî, hinekî bala xwe daye rasteqîniya heyî jî. Lê belê, rasteqîniya beloq tu car nekariye, –an jî xurtiya pênûsa H. Yûsiv rê nedaye vê yekê- bi ser rasteqîniya hundirîn a romanê bikeve û wê têk bibe. Û her wekî ku me awayê nivîsandin û nivîskariya wî nas kiriye, di vê romanê de jî hevalbendiya sîmgeyên wekî mar û masî, nivişt û pênûsê didome; û bi temayên wekî kor û keritî, dil û sînor, mar û evîn, şer û neaştî (
antipeace); ligelheviyeke sîmgeyan û temaya vegotinê pêk tê; û pênûs êşa xwediyê xwe dinivîsin, deriyên hesinî vedibêjin, kevir û nivişt dipeyivin (lê dev vekirî dimînin), rihên pêxwas derdikevin rêwîtiyên bêling; û her wiha jî rasteqînî…
Rasteqînî; qad û biwara ku ‘heqîqet’ xwe bi veşartin û vedizandina di hundirê wê de heyî dike û em ancax bi nihêrtina bi çav û awirekî dîtir dikarin hay jê bibin.
Û şahîkiya heqîqetê. Her wekî gotineke pêşiyan a almanan jî dibêje, ‘heqîqet şilfîtazî ye’, beşeke romanê bi vê sernivîsê vedibe: Naylon çîrokê dinuxumînin.
Em careke din bi vê sernivîsê pê dihisin û tê digihin ku şilfîtazîtiya heqîqetê ancax bi şefafî û li ser demorebûna naylon zelaltir dibe; û ancax awa, dirûv û teşeya sazkirina rasteqîniyê dikare heqîqetê bi me bide hisandin.
Û lehengên rasteqîniyê: Rênasê ji Amedê, Bariyê ji Serhedê û Bawerê ji Sinê…
Her wiha ligel van lehengên rasteqîniyê, vegotina romanê di ser çîroka Masî’yê (ne)leheng (antihero), tê vegotin.
Gava xwendina vê romanê diqede, mirov xwe di navîna jiyaneke berayîn û tiştên ku neqewimîne de rût û tazî dibîne.
* Gava ku Masî Tî dibin: Helîm Yûsiv, Roman, Weşanên Lîs, 2008 Diyarbekir.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin


