logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?
  3. Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya
  4. Li Hambûrgê lîstikên 'Melankolî' û 'Mirina Jeanne d'Arcê Ya Din' li Festîvala Şanoyê ne
  5. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
news-details

Notên ji şeva Oscarê

Şeveke din a Oscarê li dar ket, saleke din fîlm gihîştin Oscarên xwe. Û gotinên di şevê de hatin kirin reng da şevê. Di

  • Dîrok: 23/02/2015
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Şeveke din a Oscarê li dar ket, saleke din fîlm gihîştin Oscarên xwe. Û gotinên di şevê de hatin kirin reng da şevê. Di şeva ku pêşkêşvaniya wê Neil Patrick Harris kir de fîlmê "Birdman" (Çivîkzilam) wekî Fîlmê Herî Serketî hal hilbijartin. Derhênerê fîlm ji Meksîkayê Alejandro Gonzalez Inarritu ye û par jî ji Meksîkayê derhêner Alfonso Cuaron "Gravity" girtibû. Inarritu bal kişand ser Cuaron û bi henek got: "Du sal in ser hev de meksîkayî. Di vê de şikek heye." 

Alejandro Gonzalez Inarritu yê derhênerê "Birdman" di warê Fîlmê Herî Serketî, Derhênerê Herî Serketî, Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî, Senaryoya Orjînal a Herî Serketî di 4 waran de xelat girt.

Ji bo pêşkêşkirina Xelata Fîlmê Herî Serketî lîstikvan Sean Penn derket ser dikê û Inarritu vexwend ser dikê, pêre jî bi ken got: "Kî paseportê kesk da vê kurê qehpê ku were vir?" Gotina Penn henek be jî li qada tora civakî bû sedema nîqaşan.

Lîstikvan Julianne Moore di warê Lîstikvana Herî Serketî de xelata Oscarê girt û di axaftina xwe de got: "Dibêjin yên Oscarê bigirin pênc salan temenê wî/ê dirêj dibe. Ger bi rastî jî wisa be ez gelek sipas dikim ji ber ku mêrê min ji min ciwantir e."

Eddie Redmayne ku rola Stephen Hawkind girtibû ser milên xwe Xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt.

Di 87'emîn merasima xelatdayîna Oscaran de 8 fîlm ji bo Fîlmê Herî Serketî ketibûn pêşbaziyê ji vê pêşbaziyê "Birdman" bi serketî derket. Her wiha fîlmên "Birdman" û "The Grand Budapest Hotel" her yek di 9 waran de bûbûn berendam lê Birdman bi ser ket. Wekî "Birdman" fîlmê "The Grand Budapest Hotel" jî 4 xelat girtin lê xelatên wê bi qasî yên Birdman ne mezin bûn.

Her wiha li bendê bûn ku fîlmê "Zarokatî" ku di 12 salan de hatiye kişandin hin encamên baş bi dest bixe lê tenê di warê Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî de fîlm hat xelatkirin.

Vane xelatên ku di şevê de hatin belavkirin:

Fîlmê Herî Serketî: Birdman

Derhênere Herî Serketî:  Alejandro González Iñárritu (Birdman)

Lîstikvana Herî Serketî:  Julianne Moore (bi rola di Still Alice de)

Lîstikvanê Herî Serketî:  Eddie Redmayne (Teoriya Her Tiştî Heye)

Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî:  Patricia Arquette (Bi rola di Zarokatî de)

Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî:  J. K. Simmons (bi rola di Whiplash de)

Senaryoya Xweser a Herî Serketî:  Alejandro G. Iñárritu, Nicolás Giacobone, Alexander Dinelaris, Armando Bo (Birdman)

Senaryoya Lêanînê ya Herî Serketî:  Graham Moore (The Imitation Game)

Fîlmê Herî Seketî yê bi Zimanê Biyanî Ida (Derhêner Pawel Pawlikowski / Polonya)

Anîmasyonê Herî Serketî: "Big Hero 6"

Belgefîlmê Herî Serketî: CitizenFour

Muzika Herî Serketî:  "Glory," from "Selma"

Kincên Herî Serketî: The Grand Budapest Hotel


 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 13 05 2026

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

news
  • 11 05 2026

Li Hambûrgê lîstikên 'Melankolî' û 'Mirina Jeanne d'Arcê Ya Din' li Festîvala Şanoyê ne

news
  • 08 05 2026

Li gelek bajaran dawiya vê hefteyê çalakiyên bi kurdî

news
  • 06 05 2026

Ji Şaredariya Amedê çalakiyên ji bo Cejna Ziman

news
  • 06 05 2026

Li Amedê hefteyek çalakî ji bo Roja Ziman

news
  • 05 05 2026

Pirtûkên kurdî li Erxeniyê konê datînin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Du fîlm, hêza hejarên sedsala 21’ê

ad

YNK û Tevgera Goran lihevkirina ji bo hilbijartinê îmze kirin

ad

Fîkstura Lîga Super diyar bû, hefteya pêşî BJK-TS dilîzin

ad

PEN'a Kurd li ser kuştinan bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê kir

ad

Berendamên Xelata Indipendetê

ad

Roja erê-nayê...

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?

  • 11 05 2026
news

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

  • 11 05 2026
news

Li Hambûrgê lîstikên 'Melankolî' û 'Mirina Jeanne d'Arcê Ya Din' li Festîvala Şanoyê ne

  • 11 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname