Diyarname
Li Agirî Şaredariya DBP'ê îro li hev civiya û biryar da ku navê hin kolanan biguherîne.
Meclisa Şaredariya Agirî di bin serokatiya Hevşaredara Agirî Mukaddes Kubilay de li hev civiya.
Di civînê de hate gotin ku li ser daxwaza gel navê hin kolan û taxan dê biguherînin. Cihên li ser hatin sekinîn endamên şaredariyê li ser axivîn, dîtinên xwe anîn ziman û di dawiyê de biryar girtin. Di encamê de ev tax û kolan guherîn:
- Navê Taxa Fevzî Çakmak a li navendê guherandin û kirin "Taxa Îhsan Nûrî Paşa".
- Navê Taşa Alpaslan guherandin kirin "Taxa Selahedînê Eyûbî".
- Navê Kolana Erzurumê jî kirin "Kolana Yaşar Kemal."