Diyarname
Li Spanyayê dozger Baltasar Garzon ketiye dû qatilên 114 hezar kesên kuşti yên spanyayî.
Dozger Baltasar Garzon berê ketibû dû dîktatorê Şîlî Agusto Pinochet û xwestibû ew bê girtin, niha jî ketiye dû kuştiyên li Spanyayê yên di dema Francisco Franco. Dozger Garzon der barê general û wezîrên ku di dema şerê navxweyî ya Spanyayê de peywirdar bûn doz vekir. Garzon xwest 19 gorên tomerî bêne vekirin û tiştên ku hatine jiyîn jî wekî "sûca li hemberî mirovan" bi nav kir.
Li Spanyayê di navbera 17'ê tîrmeha 1936'an û 1'ê avrêla 1939'an de di navbera neteweperestan û komarparêzan de şerê navxweyî derket. Di vê serdemê de ji aliyê Francisco Francoyê faşîst ve bi hezaran kes hatin îşkercekirin û hatin kuştin.
Niha dozger Garzon general û wezîrên wê demê yên Spanyayê bi gotina, "Komkujiya girseyî, îşkence û tewqîfkirina bêhiqûqî ya muxalîfên siyayî" sûcdar dike û der barê wan de doz vekir.
Garzon dixwaze 19 gorên tomerî bêne vekirin ku tê texmînkirin gora helbestvan Federico Garcia Lorca jî têde heye. Dozger di heman demê de belgeya der barê 35 generalên ku di dema Franco de kar kirine û niha nedijîn jî xwest.
Dozger Garzon der barê bûyerên heta sala 1952'yan de raporeke lêpirsînê ku ji 68 rûpelan pêk tê amade kir, di raporê de da zanîn ku tiştên ku di dema dîktator Franco de hatine jiyîn ev çend nifş in gelê Spanyayê travmatîze kiriye.
Li Spanyayê hêza neteweperest a di bin rêberiya general Franco de li hemberî komarparêzên ku bi hilbjartinê hatibûn ser kar û koalîsyona "Eniya Gel" ava kiribûn de serhildan da dest pê kirin. Bi vê yekê re welat ket nava şerê navxweyî. Di şerê navxweyî de Spanya tevlihev bû bi sedhezaran kes hatin kuştin. Franco heta sala 1975'an ku mir li Spanyayê di desthilatdariyê de ma.
Ji Bîanetê hatiye girtin


