Diyarname
Mebûsê berê ya DEP'ê Leyla Zana bû hemşeriya fexrî ya romayiyên Îtalyayê.
Şaredariya Romayê ya Îtalyayê 14 sal berê Leyla Zana wekî hemşeriya xwe ya fexrî diyar kiribû û dê beratekê bidina lê Zana wê demê di girtîgehê de bû. Zana niha berata xwe girt û bû hemşeriya fexrî ya hemwelatiyên Romayê.
Leyla Zana hefteya borî wekî mêvana Şaredariya Romayê çû Îtalyyê. Şaredarê berê yê Romayê Francesco Rutelli berata Zana pêşkêşî wê kir. Şaredar diyar kir ku ji ber ku Zana li ser mafên mirovan xebetiye û ked daye wan ev berat daye kê.
Wekî notek: Der barê Zana de heta niha gelek doz hatine vekirin û gelek doz niha hê didomin. Di van dozan de 60 sal ceza ji bo Zana tê xwestin.


