logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)
  2. Arjantîn 'duble'yê dixwaze!
  3. Messi, tu çi şexs î ?
  4. Pirtûka 'Tayek Por' derket
  5. Dozger dixwaze ji ber pirtûka bi kurdî ceza bide weşanxaneyê
news-details

Adar Jiyan: Ji bo zarokan şertê perwerdehî bivê nevê ye

Vê payîzê hemû zarokên tirkan bi tirkî dest bi dibistana xwe kirin lê zaroken kurd? Hevpeyvînek bi Adar Jiyan re...

  • Dîrok: 02/11/2008
  • Beş: Hevpeyvîn

 

Hevpeyvîn: Cemil Oguz

Vê payîzê li Tirkiyeyê dîsa serdema dibistanê dest pê kir. Hemû zarokên tirkan bi tirkî dest bi dibistana xwe kirin lê zarokên kurd dîsa nekarîn bi zimanê xwe dest bi perwerdehiyê bikin. Li aliyê din ve jî Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) li bajarên kurdan çalakiyan li dar dixwe, daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dike û di çalakiyan de jî bi awayekî temsîlî dersa bi kurdî dide. Di rewşeke wisa de me xwest li ser meseleyê bisekinin. Li ser perwerdehiya bi zimanê zikmakî, hebûn û nebûna wê, li ser daxwazeke bi vî rengî û çalakiyên ku pêk tê me bi mamoste-pedagog Adar Jiyan re hevpeyvîneke kir.

Dibistan dest pê kirin, zarokên kurd îsal jî nekarîn bi zimanê xwe dest bi perwerdehiyê bikin. Ev yek tesîreke çawa li ser zarokan dike?

Ger perwerdehî ne bi zimanê zarok ê zikmakî be, di serî de ew perwerdehî têkçûyî ye. Ew perwerdehî çi dibe bila bibe, dema ne bi zimanê zikmakî be wekî ku tu xîma wê li ser kayê deynî ye. Di serî de dê bi şaşî, çewtî û neyînî ve rû bi rû bimîne. Ev tesîr li zarokan dibe. Ji ber ku navend zarok e.

Zarokek dema bi zimanê dayika xwe nexwîne di pêşerojê de tesîreke çawa lê dibe?

Zarok pêşî jiyanê û hemû alavên jjyanê, hemû pêwediyên jiyanê bi zimanê zikmakî hîn dibe, zimanê zikmakî pencereya jiyanê xwe bi xwe ye. Di wê pencereyê de her tiştî dibîne. Dema bi zimanekî din perwerde kesayetiya zarok xira dibe. Ji ber ku kesayetiya zarok a ku dê 60-70 an sed salî bidome hemû di wê şeş salên pêşî de çêdibe. Teşegirtina zarok di wan şeş salan de çêdibe; hemû têgeh û alavan, hemû amrazên jiyanê, yên dan û standinê bi zimanê dayikê dinase; ev bi zimanê zikmakî dibe. Dema di van salan de bi zimanekî biyanî re rû bi rû dimîne, ew nîgaşên wî, xeyalên wî, hêviyên wî û ew pêşnûmaya wî ya di serê xwe de çêkiriye hemû di avê de diçe. Wekî gulek ku di xwezaya xwe de dijî lê ji nişke ve yek tê diçîne. Dema zarok ne bi zimanê xwe yê zikmakî, bi zimanê biyanî perwerde bibe wekî ew gula hatiye çinandin dibe. Di encamê de; Ew ne bi xwe ne jî bi kesî ewle dibe. Dibe şirûd, êrîşkar, dibe melesokî, dibe tirsonek, dibe xeydok, mirov dikare gelek tiştên neyînî ku pêre dertê bîne ziman.

Zarokên kurdan jî wisa dibin?

Belê, bêşik. Mirov nikare ji bo zarokên kurdan tenê vê bibêje, çi zarok dibe bila bibe, li ku derê dinê dibe bila bibe, dema zarok bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde nebe ev taybetiyên neyînî ku min gotin dê di kesayetiya zarok de peyda bibe.

Tu wekî mamosteyekî û wekî endamê TZPKurdî hûn perwerdehiya bi kurdî dixwazin lê perwerdehiyeke çawa? Li bajarên kurdan, bajarên tirkan... Li ku û divê perwerdehiyeke çawa bê dayîn?

Pêşî zarok li ku dibe bila bibe, li kîjan bajarî dibe bila bibe divê bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibe. Tu merc û şer mirov nikare deyne pêşiya vê. Bi navê pedagojiyê em li meseleyê dinêrin û ev yek wisa ye; Şertê perwerdehî bivê nevê ye. Ev şertê yekem e, zanistî ye. Av di sed dereceyî de dikele, li ku dibe bila bibe. Ev tişteke zanistî ye, mecbûriyeta perwerdehiya bi zimanê zikmakî tişteke wisa zanistî ye.

Min fêm kir. Lê hûn ji bo Tirkiyeyê dibêjin bila perwerdehî hem bi kurdî tirkî be, yan tenê bi kurdî be?

Tevgera Ziman û Perwerdehiya bi kurdî ne tenê ji bo zarokên kurdan, em dibêjin bila hemû zarok bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibe. Dema wekî pedagokek em binêrin, ez dibêjim mafê zarokên lazan, çerkezan jî ya zimanê zikmakî heye. Lê dema daxwaz tunebe kes nabêje ‘fermo ji we re’. Îro bi taybetî civaka kurd xwedî li zimanê xwe derdikeve, hem jî ew hewl dide ku vî mafî bi dest bixe. Ev rasteqîniyek e. Loma dema zimanê zikmakî tê gotin kurdî tê gotin. Ez vê bibêjim; Parastina zimanê kurdî jî, qedexekirina wê jî tişteke ramyarî ye, siyasî ye. Ev tişt dûrî mafê mirovahiyê ye. Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike, ne jî kes dikare bike hinceta siyasetê.Wekî formul ji bo perwerdehî ez vê difikirim: Li her derê pêşî zimanê zikmakî, dûre zimanê biyanî divê hebe. Li Stenbolê jî divê wisa be, li Amedê jî. Li Amed û Stenbolê tev bila hem kurdî, hem tirkî hîn bibe.

Em bibêjin îro zimanê kurdî wekî zimanê perwerdehî hat pejirandin, ji bo dersan meteryal hene?

Bêguman hene. Têrê bikin nekin ew tişteke din e. Di tu warî de, tu carî kêmasî xelas nabin, tu carî kêmasî nikare ji bo perwerdehî wekî hincet bê nîşandan. Nêzîktêdayîna ‘em vî derfetî bidin wan jî nikarin bikin, alavên wan tune, mamosteyên wan tune ne’ ne rast e. Dema perwerdehî pêk bê dê ev tev hêdî hêdî çareser bibin. Mînak, dema Komara Tirkiyeyê ava bû, ew kesên ku sê mehan diçûn dibistanê dibûn mamoste. Li leşkeriyê hînê xwendina latînî bûbûn dihatin gundan dibûn mamoste. Ji wan re digotin “Egitmen” (Perwerdekar).

Hê nediyar e dê kengê kurdî di dibistanan de bê xwendin. Bêyî perwerdehiyeke wisa kurdan heta niha karî zimanê xwe biparêzin, ji niha û pêde ger perwerdehî nîn be dê bikaribim vî zimanî biparêzin?

Belê kurdan heta niha zimanê xwe parastine. Parastina zimanê kurdan girêdayî şert û mercên wê demê bû. Wê demê alavên teknolojiyê nîn bûn, ev alav bi xwe re hem tiştên erênî, hem ên neyînî tîne. Tiştên neyînî ev e ku hemû malên kurdan televîzyon dîtin û ev televîzyon bi tirkî ne. Ev televîzyon bûn alavên pişaftinê, bi vî awayî hatin bikaranîn. Belê kurdî di xetereyê de ye. Ez guman dikim; nifşê bê dê sedî pêncî kurdî ji bîr bike. Nifşek li dû re jî dema bê ger seferberiyeke, hewldanek mezin nîn be ez guman dikim dê ber bi tunebûnê ve biçe. Çima? Berê gel bi kurdî dipeyivîn, rewşenbîrên kurdan bi tirkî dipeyivîn. Niha rewşenbîrên kurdan bi kurdî dipeyivin, gel bi tirkî dipeyive.

Wê çaxê tekane rêya parastina kurdî çi ye?

Em tenê rêyek bibêjin dibe ku ne rast be, gelek rê hene. Kesên ku îro bi kurdî dizanin teqez divê li mala xwe bi zarokên xwe re, bi kesên ku bi kurdî dizanin re divê hemû têkiliyên xwe, jiyana xwe ya rojane bi kurdî saz bikin. Ya diduyan divê kurdî bibe navenda cazîbeyê. Divê kurdî balê bikişîne. Mirov bi zewq nêzî wê bibe, mirov ne ji bo menfaetê, ji bo ku parçeyeke mirovahiyê ji dest diçe divê nêz bibe, bi vê berpirsiyariyê xwedî derê. Her kesê dibêje ez mirov im, ez renginiyeke xwezayê diparêzim divê xwedî lê derê. Di vir de TZPKurdî tenê gavek e, hewldanek e. Nikare bibêje hema salekê de ezê biparêzim. Ev hewldaneke domdar e, divê bi sedan salan bidome.

Te got divê bibe navenda cazîbeyê. Dê çawa bibe, kurd vî zimanî dikin navenda cazîbeyê?

Kurd nakin. Kurd wekî tiştekî luks dibînin. Ziman di bazarê de tê parastin. Îro bazara kurdî tune ye.  Ji ber ku kurdî pere nake. Ev rasteqîniyek e. Ziman jî têde, gelek qadên têkoşînê tiştan ji mirov dibe, gul û kulîlkan pêşkêşî mirov nake, fedekariyê dixwaze, cehd û xebadê dixwaze, xemgîniyê dixwaze. Ji bo vê divê em tev wekî pirsgirêkeke mirovahiyê bibînin pirsgirêka zimanê kurdî. Ji bo vê dem û şert û merc divê bêne zorandin. Şert û mercên me zor didin me.

Baş e, xebata TZPKurdî tu bes dibînî?

Ez bes nabînim. Divê dorfirehtir û berfirehtir be. Pêşî divê endamên TZPKurdî gihîştî bin, ya diduyan TZPKurdî bi awayekî dorhêl û berfirehtir mezin bike. TZPKurdî xwe teng dike. Di civînan de me ev anî ziman. Digel ku herkes vê pêşniyarê bi awayekî erênî dinirxîne û  dipejirîne jî mixabin zêde derbasî qada jiyanê nabe. Hin kes bi çavê bîrdozî û ramyarî li tevgerê dinihêre. Belê ev yek ne rast e. Lewre ziman ayidê neteweyekê ye. Û tu kes nikare kesî ji vê yekî bêpar bihêle.
Ev mesele ne meseleya bîrdoziyê ye, ev mesele bi ser bîrdozî û tevgeran re ye.

Ma TZPKurdî bi bîrdozî nêzî kesan û meseleyê dibe?

Na. Di tu civîn û konferansan de qala vî tiştî nehatiye kirin. Û rasterê tu kes jî nabêje ev tevger tevgereke bîrdozî ye. Evgera zimên tevgereke dorhêl û berfireh e. Ne kes dikarin tevgerê  teng bikin an ji xwe re ki hincet û spartekan bigerin û ne jî tevger dikare şert û mercên bîrdozî û ramyarî li ber kesan deyne. Û bawer nakim ku tiştekî wisa jî hebe. Wekî her der û her carê sedem dîsa  bêpêwendîtî, keslaneyî û nexweşiya ezîtiyê ya xwe li ser vê yekê dide ferzandin e. Bawer dikim ku dê di pêşerojê de ev pirsgirêk çareser bibe.   

Nivîskarên kurd wekî ne di nav xebata TZPKurdî de bin. Rast e gelo û çima?

Erê rast e. Ez jî di vê baweriyê de me. Û bi rastî  pêşî min jî  ev yek  pir miraq  kir.  Lê dîsa wekî me li jorê jî anî ziman dîsa sedem heman tişt e.  Bêpêwendîtî, çîminjêyî, keslaneyî, qapan û quretî, pozbilindî û xweperestî ye. Dixuye ku nivîskar xwe berpirsiyar nabînin. Û  ya rast jî xwe nadin bin vî barî. Tevger  jî bi ser wan nakeve. Ango, her kes rewşa xwe qayîl e. Ev  jî ne nîşanên xêrê ne. Îcar tevger jî  ji asîman nehatiye;  dîsa ji heman civakê der bûye. Heçku ev kar (tevger) karê kesên zana pispor, akademîsyen, zimanzan, nivîskar û  perwerdekaran e.

Wê rojê Ahmet Turk got; Emê di civînên xwe de bi kurdî biaxivin. Tu vê çawa dibînî û pêşniyazên te hene?
Ez baş dibînim. Ez hêvî dikim dê vê yekê di jiyanê de pêk bînin.


***


Adar Jiyan kî ye?

Mamoste û nivîskar Adar Jiyan di sala 1962’yan de li Dengiza ku girêdayî Stewra Mêrdînêye hatiye dinê. Dibistana seretayî li gund, navîn li Stewrê xwendiye û Amadehiya Îmamxetîba Mecanî ya Mêrdînê qezenc kiriye. Piştî çar salên xwendinê bi awayekî fermî dest bi meletî kiriye. Heman salê dest bi Enstîtuya Perwerdehiyê kir û ev beş kuta kir, wekî mamosteyê polê hat tayînkirin. Çend salan mamostetî kir belê ji ber pirsgirêkên ramayarî sê salan vala geriya. Peyre  Zankoya Ziman Dîrok û  Erdnîgariyê beşa Ziman û Wêjeya Fransî xwend. Adar Jiyan hê jî mamostetiya xwe ya polê didomîne. Digel pirtûkên wî yên ku hatine çapkirin û xebatên wî yên kolektîv, gelek dosyayên wî yên ku ji ber sedemên aborî nayên çapkirin hene.
Pirtûkên wî yên ku hatine çapkirin:

- Seyrê (destan), Weşanên Mîr, 2003
- Pirsgirêka Perwerdehiyê (gotar), Weşanên Egitim-Sen
- Raveya Peyvan (gotar), Weşanên Pêrî, 2005
- Ziman û Jiyan (gotar), Weşanên Pêrî, 2005
- Şevên Koçber (çirok), Weşanên Pêrî, 2005
- Serkeftina Moristanan (fabl/çîrokên gelêrî) Weşanên Pêrî, 2005

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Li vê aramiyê binêrin

news

Nanê Gel li benda gel e

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Di saetek de 66 mîlyon heb dar çandin

ad

Li Başûr biryareke rûreşiyê

ad

Karîkaturek ji Demîrtaş: Kuro telgirafên xelkê nexwînin eyb e!

ad

Di Festîvala Fîlman a Stenbolê de fîlmên kurdan derdikevin pêş

ad

'Porteqalên Zêrîn' hatin belavkirin

ad

Bret McGurk, Qasim Suleymanî û Iraq

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

  • 15 07 2026
news

Arjantîn 'duble'yê dixwaze!

  • 15 07 2026
news

Messi, tu çi şexs î ?

  • 16 07 2026
news

Pirtûka 'Tayek Por' derket

  • 16 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname