Hewlêr
Li Hewlêrê bi alîkariya Rektoriya Zanîngeha Selahaddînê pêşengeha pirtûkan hate vekirin.
Pêşenegaha pirtûkan li Pirtûkxaneya Giştî ya Zanîngeha Selahaddînê bi beşdariya 21 weşanxaneyên ji welatên cuda yên wekî Îran, Lubnan û Sûriyê hate vekirin. Beşdarên pêşengehê diyar kirin ku ev pêşengeh her sal li Herêma Kurdistanê Federal tê vekirin. Mebesta vekirina pêşengehê wekî, "ji bo ku xwendekarên zanîngehê di destpêka sala hîndekariyê de ji pirtûk û meteryalên ku di pêşengehê de tenê pêşkêşkirin sûde werbigirin" hate destnîşankirin.
Pêşengeh dê heta 15’ê sermawezê vekirî bimîne û hemû dikarin di navbera saetên 9.00 û 17.00’an de lê bigerin.
Her wiha di pêşengehê de pirtûkên kurdî, farisî û erebî bi buheyekî erzan têne firotin.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


