Stockholm
Qeyrana obarî ya gerdûnî tesîr li Swêdê jî kir: Sala bê dê 100 hezar kes ji karê xwe bibin.
Wezîrê Maliyeyê yê Swêdê Anders Borg da zanîn ku di sala 2009'an bi texmîna herî xweşbîn encax dê sedî 0,1 pêşketin li aboriya Swêdê çêbibe, bi texmîna herî xirab jî dê sedî 1,2 bi paşveçûn çêbibe. Li gor gotina wezîr rewşa betalî jî dê di sala 2010'an de derkeve sedî 9,2'yan.
Li gor hesaban di sala bê de li dor 100 hezar kesî dê ji karê xwe bibin û piştî 30 salan yekem car e di îxracata Swêdê de bi paş ve çûne dixuye.