Diyarname
Li perava Avustralyayê 150 balîna telef bûn. Di nav de yên pîlot ên bi pozê soberînerê dirêj jî hene.
Li eyaleta Tazmanya ya Avustralyayê hin balîna hatin heta perava rojava a eyaletê, hin jê dîsa vegeriyan okyanûsê lê 150 heb jê telef bûn.
Hikumeta eyaletê daxuyand ku berê gotine qey 80 heb jê telefbûne lê piştî jimartinê dîtine ku hejmara wan bûye du qatî.
Bi bihîstina hatina balînayan a li herêmê re rayedar û gelê herêmê ji bo alîkariyê ketine nava tevgerê lê ji ber ku balîna li zinarên peravê ketine bi giranî birîndar bûne û di dawiyê de jî telef bûne.
Yek ji rayedarên Saziya Avê Warwick Brennan da zan^ni ku peywerdarên di keştiyekê ji bo rizgarkirina balînayan berê li dor 30 balînayî daye okyanûsê.
Di nav balînayan de balînayên biçûk ên pîlot ên bi pozê soberînerê dirêj jî hene û dirêjahiya wan li dor 5 metreyî ye. Taybetiya van balînayan a herî ber bi çav gewrbûna di bin zikê wan de ye.


