logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
  5. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
news-details

Heyeta Îmraliyê: AKP dixwaze pêvajoyê bi dawî bike û şer bide destpêkirin

Heyeta Îmraliyê di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtina bi rayedarên KCK'ê re diyar kir ku AKP û Serokkomarê Tirk Erdogan a

  • Dîrok: 19/05/2015
  • Beş: Nûçe

AMED
Heyeta Îmraliyê di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtina bi rayedarên KCK'ê re diyar kir ku AKP û Serokkomarê Tirk Erdogan aştî sekinandine û bi qedandina pêvajoyê re dixwazin şer bidin destpêkirin.

Heyeta Îmraliyê piştî ku li Qendîlê bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin pêk anî, li Amedê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Daxuyanî ji aliyê Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken ve hat xwendin.

'ME ŞEŞ SAET HEVDÎTIN PÊK ANÎ'

Balûken got, "Xebatên heyeta me yên di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de dewam dikin. Di vê çarçoveyê de heyeta me duh li Qendîlê bi rayedarên KCK'ê re bi qasî şeş saetan hevdîtinek kir. Serdana me ya dawî ya li Qendîlê jî di nav de, em dixwazin xebatên du mehên dawî yên heyeta xwe û encamên van xebatan bi raya giştî re parve bikin."

Balûken diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ya du sal û nîv e tê meşandin ji bo veguhere aştiyeke mayînde, gihaştibû qonaxeke girîng û ev qonaxa ku berî hewldanên Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên ji bo hilweşandina maseya muzakereyê bi vî rengî kurteber kir:

KURTEBERIYA QONAXA BERIYA HILWEŞANDINA MASEYÊ

"Piştî diyaloga du salan bi Mutebeqeta Dolmabahçeyê ya dîrokî re destnîşankirina vîna destpêkirina muzakereyan ji her du aliyan ve,

Piştî hevdîtinên demdirêj ên aliyan qebûlkirina deh xalên Mutebeqeta Dolmabahçeyê,

Li Îmraliyê di civîneke li gel Birêz Ocalan re avakirina Heyeta Çavdêriyê, hefteyek piştî aşkerakirina Manîfestoya Newrozê çûyîna vê heyetê ji bo giravê, di rewşeke li hevkirinê ya aliyan de banga Birêz Ocalan a ji bo civandina kongreyê ji bo dawîanîna li têkoşîna çekdarî ya li Komara Tirkiyeyê,

Mîna ku Birêz Ocalan di Manîfestoya xwe ya Newrozê de diyar kir, bi rêya Komîsyoneke Lêkolînkirina Heqîqet û Rûbirûbûnê ya di bin sîwana Meclîsê de, li ser bingeha rûbirûbûna paşeroja li ser pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokratîkbûyînê afirandina çareseriya siyasî û demokratîk,

Bi rêya heyeta Çavderiyê re civak tevlî pêvajoyê were kirin, rêveçûna pêvajoyê bi zelalî, avakirina mekanîzmayên bicihanîna wezîfeya çavdêriyê ya li ser pêvajoyên biryargirtinê yên civakê."

'AKP'Ê Û ERDOGAN PÊVAJO DAN SEKINANDIN'

Balûken da xuyakirin ku ev pêşketinên bi pênc serenavan hatine kurteberkirin, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyînê, di nava civakê de rê li ber hêviyên mezin vekiriye û got, "Lê belê di vê demeke bi vî rengî de gotin û polîtîkayên Serokkomar Erdogan ên ji raya giştî re ragihand û ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve gotin bi gotin bich hatin anîn, ev hewldanên aştiyê sekinandine."

Balûken, gotin û polîtîkayên zerar dan hêviya çareseriyê bi vî rengî rave kir:

"Gotinên Serokkomar ên; 'Avabûna Heyeta Çavdêriyê şaş e', 'Mutebeqeta Dolmabahçeyê ne rast e', 'Tê eleqeya deh xalan bi demokrasiyê nîne', 'Li naverastê mase nîne, alî nîne, nabe ku dewlet bikeve nava bazariyên bi vî rengî yên qirêj', 'Ev yek xebatên ji bo rewakirina Îmraliyê ne', 'Pirsgirêka Kurd nîne'. Bi van gotin, polîtîka û nêzîkatiyan re hatiye nîşandan ku feraseta dewletê ya statukoparêz û asîmîlasyonê ya sed sal in bingeha înkar û tinekiriyê ava kiriye, wê were dewamkirin."

Balûken da xuyakirin ku heman piştî van daxuyaniyan, pêvajoya operasyonî ya li navçeya Agirî Giyandînê destpê kir û rê li ber mirina sê ciwanan vekir, li Roboskî û tevahiya herêmên ser sînor artêş ji leşkergehê derket, li hemberî HDP a li qada siyaseta demokratîk li gorî ruhê pêvajoya çareseriyê siyasetê dike zimanê heqaret û gefxwarinê hat bikaranîn, li dijî xebatên HDP'ê pêla girtin û binçavkirinê destpê kir, bi awayeî hevdemî li gelek navendan li dijî buroyên hilbijartinê û xebatên hilbijartinê yên HDP'ê êrîşên nîjadperestî rû dan, li hemberî Navenda Giştî ya HDP'ê êrîşa çekdarî pêk hat, bi rêya medyaya alîgir li hemberî HDP'ê kampanya lînca psîkolojîk ali hemberî HDP'ê hat meşandin.

'EM TECRÎDÊ BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN'

Balûken da zanîn ku wan xwestine bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, lê heta niha bersiveke erênî ji wan re nehatiye dayîn û got, "Em weke heyeta Îmraliyê, di serî de HDP, DBP, KCD, HDK, KJA û tevgera xwe ya ciwanan bi hemû sazî û pêkhateyên xwe re diyar dikin ku em vê rewşê ti carî qebûl nakin, tecrîdê bi tundî û nefret şermezar dikin. Em tînin bîra hikûmeta AKP'ê ku di mijara mercên Ocalan de gelê Kurd, hêzên demokrasiyê yên li Tirkieyyê û alîgirên aştiyê gelekî hesas in. Meşandina tecrîdê, berdana benzînê bi ser agir e. Meşandina tecrîdê çarmixkirina aştiyê ye."

Balûken diyar kir ku madem Rêberê Gelê Kurd berhevkarê pêvajoyê ye, divê dawî li tecrîdê were anî ku tecrîd li hemberî mirovahiyê û çareseriyê ye.

'NÊZÎKATIYA LI RÊBERÊ ME NÊZÎKATIYA LI PÊVAJOYÊ YE'

Balûken anî ziman ku di hevdîtina wan a duh a li Qendîlê de rayedarên KCK'ê dane xuyakirin ku tecrîda tê meşandin di nava hemû yekîneyên wan ên rêxistinî de rê li ber nerazîbûneke mezin vekiriye û destnîşan kir ku rayedarên KCK'ê bi awayekî vekirî gotine 'Nêzîkatiya li Rêbertiya me nêzîkatiya li pêvajoyê ye.'

Balûken di dewam daxuyaniya xwe de got, "Rayedarên KCK'ê ragihandin ku di demeke wan amadekarî ji bo Kongreyê dikirin de, ji ber helwesta Serokkomar Erdogan û hikûmeta AKP'ê wan xebatên kongreyê sekinandine û destnîşan kirine ku eger di mijarên hatine destnîşankirin de hikûmeta AKP'ê gavekê biavêje ew amade ne rojek piştre kongreyê bicivîne. Weke heyetê em dixwazin bêjin ku tevî hemû neyîniyan jî gelê me bi biryar e ku heta dawiyê pêvajoyê bi sebra demokratîk bişopîne û bigihîne encamê. Ev sebra demokratîk û biryardariya çareseriya mayînde, em hêvîdar in ku wê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve jî rast were nirxandin û nêzîkatiyên şaş ên li hemberî pêvajoyê, werin terikandin."

Balûken bal kişand ser provokasyon û êrîşên li hemberî partiya wan di pêvajoya hilbijartinê de tên kirin û got, "Ev êrîş, ji bilî mezinkirina biryardarî û baweriya me ya ji têkoşînê, wê bi kêrî tiştekî din neyên."

'AKP DIXWAZE PKK'Ê BIKIŞÎNE NAVA ŞER'

Balûken anî ziman ku operasyonên leşkerî yên ji Agirî destpê kirin û li Roboskî û tevahiya herêma sînor belav bûn, tevî hemû bang û hewldanan jî dewam dikin û diyar kir ku rayedarên KCK'ê di hevdîtina duh de ji wan re ragihandine ku AKP hema hema her rojê leşkeran dişîne herêma pevçûnan û ji bo mirin rû bidin hewl dide PKK'ê bikişîne nava şer. Balûken got, "Rayedarên KCK'ê dane zanîn ku her roj leşker li ser sînor tên veguhastin, top û obus tên teqandin, li ser ezmanên Qendîlê balafirên şer û keşfê difirin. Rayedarên KCK'ê diyar kirin ku tevî vê jî gerîla ji bo pevçûn rû nede bi hesasî tevdigerin."

'HELWESTÊN JI BO BIDAWÎKIRINA PÊVAJOYÊ Û DESTPÊKIRINA ŞER'

Balûken herî dawî got: "Em weke Heyeta Îmraliyê bang li gelê xwe, hêzên demokrasiyê, rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk dikin ku xwedî li pêvajoya bêçalakîtiyê derkevin. Di vê mijarê de em careke din dixwazin bibîr bînin ku divê lêgerînên lşer ên hikûmeta AKP'ê werin bidawîkirin û AKP ji bo aştiyeke mayînde ya dikeve ser milê xwe bicih bîne. Di serî de jin û ciwan em bang li tevahiya gelên xwe dikin ku xwedî li bêçalakîtî, çareserî, pêvajo û aştiyê derkevin. Li hemberî van polîtîkayên AKP'ê em bang li her kesî dikin ku têkoşîna bi bandor û demokratîk bimeşînin. Divê neyê ji bîrkirin, ev helwestên AKP'ê helwestên qedandina pêvajoyê û destpêkirina şer e. Li hemberî vê helwestê her kesên muzakere, çareserî û aştiyê dixwazin, divê li dora HDP'ê bicivin. Di şexsê HDP'ê de meşandina têkoşînê li Meclîsê gelekî girîng û dîrokî ye. Aştî bi qasî ku ji wijdanê AKP'ê re neyê hiştin bi qîmet e. Em bawerî û biryardariya xwe ya bi aştiyê re careke din destnîşan dikin."

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'İntikam Melegi – Kadin Hamlet' tê nûkirin

ad

Madonnaya ajan tê!

ad

Albuma Gulbuharê derket

ad

28 baroyan dijî kayûmê daxuyanî da

ad

Texmînên berî hilbijartinê

ad

Rojnameya El Ereb: Bêyî Kurdan çareserî tune ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname