Diyarname
Îsal 5'emîn car e Komele Zehrayê û kovara Nûbiharê xwarina fitarê dide û nas û dostên xwe. Di fitarê de edîtorê Nûbiharê Suleyman Çevîk got: "Hin însan nexwazin jî dê ev xewn û xeyalên kurdan bêne cih."
Komeleya Nûbiharê ji sala 1992'yan ve weşanê dike û di warê kurdî de bûye ekolek. Komeleya Zehrayê jî bi heman awayî xebata xwe didomîne. Ev her du sazî ku li ser xeteke olî ji bo kurdî kedê didin ev 5 sal in jî di her meha Remezanê de xwarina fitare didin mêvanên xwe. Êvara 30'yê pûşperê careke din xwarina fitarê ji aliyê van her du saziyan ve hat organîzekirin û li Dilruba Restoranta li Uskudara Stenbolê wan xwarin da mêvanên xwe.
Edîtorê Kovarê Suleyman Çevik berî fitarê axaftina xêrhatinê li mêvanan kir û got ku li Başûr, li Rojava agir heye, êrîş li dijî gelê me heye, em wekî oldar yên li dû edaletê divê em dijî vê derkevin, xwedî li gelê xwe derkevin. Çevîk wisa got: "Wekî hûn dizanan li vê cîhanê xewn û xeyalên însanan hene, xewn û xeyalên kurdan jî hene. Li vê Rojhilata Navîn xewn û xeyalê kurdan jî hene. Hin însan nexwazin jî dê ev xewn û xeyalên kurdan bêne cih.Her tişt dê di rêya xwe de bimeşe. Kes nikare pêşî li bayê azadiyê bigire. Dîsa hûn bi xêr hatine. Xwedê Teala qebûl bike."
Piştî Çevîk, Serokê Zehra Derê Zekeriya Ozbek jî axaftinek kurt kir û xêrhatin li mêvanan kir.