Amed
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr îro çû serdana esnafên Xana Hasan Paşa û Kolana Gaziyê.
Di serdanê de esnafan ji zem û krîza aborî gilî kirin. Baydemîr jî bi gotina, "Bi îzna Xwedê em dê bi hev re dest bidin hev û van rojên dijwar derbas bikin" piştgirî da esnafan.
Baydemîr got ku Xana Hesen Paşa wekî vîzyoneke mîmarî ye û di heman demê de ji bo turîzmê ciheke girîng e.
Osman Baydemîr piştre bi esnafan re li ser rojevê sohbet kir.