logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Li Hesekê rewşa dawî

Pevçûnên li Hesekê yên di navbera rejîma Sûriye û çeteyên DAIŞ’ê de ev du heftene berdewam dikin. Ji rojên destpêkê yên

  • Dîrok: 09/07/2015
  • Beş: Nûçe

REŞÎT SERDAR / HESEKÊ

Pevçûnên li Hesekê yên di navbera rejîma Sûriye û çeteyên DAIŞ’ê de ev du heftene berdewam dikin. Ji rojên destpêkê yên şer heta niha çeteyên DAIŞ’ê li dijî hêzên rejîmê pêşketinek mezin bidest xistin û şervanên YPG-YPJ’ê jî li herêmên ku di bin kontrola wan de ne, xeleka parastinê xurt kirin.

MUQANNAÎNAN REF GUHERTIN

Piştî ku zarokên baş yên rejîmê Muqannaîn ên girêdayê Ahmet Helle, alî guhertin şûnde, çeteyên DAIŞ’ê cihên wekî Panorama, Neşwa û Wîran bê şer girtin. Ev îxaneta di nav rejîmê de hat jiyîn, çeteyên DAIŞ’ê jî li ser Hesekê wekî tehdîdek mezin hiştibû. Ji ber vê sedemê ji taxên mezin ên Wîran, Neşwa û Ezîzî koçberiyek mezin hat jiyîn û bi sedan leşkerên rejîmê li cem YPG’ê stirîn. Gelê koç kir jî ji aliyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk ve li kampa Roj a li bajarê Dêrikê hat avakirinê, bi cih bû.

Piştî çeteyên DAIŞ’ê di alî dawî yê taxa Eziziyê ket hundir, şervanên YPG-YPJ’ê xeleka parastinê berfireh kirin û mudaxaleyê şer kir. Di pevçûnên din ên navbera çeteyên rejîm û DAIŞ’ê de gelek lîderên eşîrên Ereb, daxwaz kiribûn ku YPG-YPJ mudaxaleyê şer bike.

Bi berfirehkirina xeleka parastinê re, şervanên YPG’ê destûr neda ku çeteyên faşîzan yên DAIŞ’ê Hesekê dagir bikin û her wiha gundên Maruf û Hamra yên ku DAIŞ’ê wekî rêya teqwiyeyê bikar dianî azad kir. Her wiha ewlehiya girê Kew Kep û di heman demê de kontrola rêya diçû Hoole girtin. Bi vî awayî Vîlayet-î Sor jî ket bin xeleka şervanên YPG û YPJ’ê. Şervanên YPG û YPJ’ê ku çeteyên DAIŞ’ê kirin tengezariyê, bi vî awayî darbeyeke mezin li çeteyan xist.

JI ALIYÊ ROJAVA VE PÊŞ KETIN

Şervanên YPG-YPJ’ê li dijî çeteyên faşîzan yên DAIŞ’ê ber bi Hesekê ve pêşketineke mezin dan ber xwe û li alî rojavayê bajar jî pêşketinên mezin dan ber xwe. Bi taybetî jî li rojavayê bajar demek berê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên mezin hatibûn jiyîn. Şervanên YPG û YPJ’ê dora Pira Spî ya nêzî gundê Ebyad ya li qûntarên Çiyayê Kizwan bû girt û rêya teqwiyeyê ya ji Reqayê diçe Hesekê xist bin kontrola xwe û êrîşa li ser Hesekê sivik kir.

Li gorî agahiyên ku berê ji çavkaniyên herêmê hatibûn girtin, rejîma Sûriyeyê bombeyên Nepalê avêtine gundê Ebyad. Hêzên rejîmê ku bawer kirine hemû çete ji gund paqij bûne û ketine gund, rastî kemîna çeteyan hatine. Di vê kemînê de cigirekî fermandar jî di nav de 30 leşkerên rejîmê hatibûn kuştin. Piştî êrîşa mijara gotinê ye, hêzên rejîmê Pira Spî ji çeteyên DAIŞ’ê re hişt û bi vî awayî jî êrîşên li dijî Hesekê dest pê kirin.

Şervanên YPG û YPJ’ê xeleka parastinê berfireh kirin û hinek be jî tehdîda li ser Hesekê kêm kirin. Lê ev nayê wateya ku xetere qediyaye. Bi taybetî li taxên Neşwa û Wîran hêzên rejîmê hîna li hember çeteyê DAIŞ’ê pêşketinek çênekirine. Ji ber vê tê gotin ku hêza mîlîs a girêdayê eşîra Şihêtat a herêma Dêra Zor hatiye teqwiyekirin. Lê li gorî çavkaniyên herêmî ev hêzên Hecdil Şebab in.

Li gorî agahiyên ku nehatine piştrastkirin wê li herêmê geşedanên nû çêbibin.

Li aliyê din jî 7 cenazeyên çeteyên DAIŞ’ê yên ji aliyê rejîmê ve hatibûn darvekirin û li nêzî herêmên kurdan hatibûn şewitandin jî, pirsa ‘gelo bi lîstikên qirêj dixwazin peyamê bidin gelê kurd’ tîne hişê mirovan.

ANF 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Konserên Mostê bi Candan Erçetin dest pê dikin

ad

Nêşîrwan Mistefa ji ENKS`ê xwest piştgiriya destkeftiyên Rojava bike

ad

Bi ermenkî pirtûkeke li ser Heciyê Cindî

ad

15 baroyên Kurdistanê ji bo Hurşit Kulter bang kirin

ad

Li Wanê navçeyên CHP û AKP'ê jî mazbata xwestin!

ad

Eyoyê Devxwar û Rojava!...

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname