Diyarname
Borsaya Ticaretê ya Enqereyê (ATB) ragihad ku îsal herî zêde nîsk buha bûye: sedî 114,62.
ATB her sal li ser 26 berhemên ku di borsayê de zêde têne firotin xebatê dike û li buhaya wan dinêre. Xebata îsal a li ser berheman jî temam bû û derket holê ku bi sedî 114,62 nîsk di warê zemkirinê de bûye yekemîn. Piştî nîskê fesûle bi sedî 48,39 û dûre jî nok bi sedî 40'î di zêdebûnê de ketine rêza şampiyoniyê.
Par nîsk sedî 30,9, fesûle sedî 10,3, nok jî sedî 26,8 zêde bûbû.