logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin
  2. Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve
  3. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  4. 'Ew jina herî xweşik bû'
  5. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
news-details

2008, lîsteya pirtûkên kurdî

Di 2008’an de çend pirtûkên bi kurdî derketin? Kîjan cure pirtûkên kurdî derketin? Vaye lîsteya pirtûkên 2008’an:

  • Dîrok: 03/01/2009
  • Beş: Berhem

Cemil Oguz

Di 2008’an de çend pirtûkên bi kurdî derketin? Kîjan cure pirtûkên kurdî derketin? Vaye lîsteya pirtûkên 2008’an:

Li Tirkiyeyê nêzî 20 weşanxaneyên kurd li ser kurdan û bi kurdî weşanê dikin. Ji wan weşanxaneyan tenê Weşanên Belkî tenê bi kurdî weşanê dike û yên din bi kurdî û tirkî pirtûkan diweşînin. Her wiha Weşanên Vate jî zêdetir bi zaravayê zazakî weşanê dike; di van deman de ew jî êdî bi zazakî, kurmancî û tirkî weşanê dike.
Van weşanxaneyan îsal li Tirkiyeyê 97 pirtûk çap kirine ku di nav de roman, çîrok, helbest, şano, gramer û hwd. hene.
Wekî her sal îsal jî herî zêde helbest hatine weşandin: 20 heb. Dûre 13 çîrok û roman jî bi 11heban tê. Gelek salên ku qet tekstên şanoyê nehatine weşandin, yan jî tenê yek hatiye weşandin îsal bi hejmara 5’an vê beşê gaveke avêtiye. Meseleya mixabiniyêye ku pirtûkên zarokan dîsa di nav vê lîsteyê de nîn in.
Îsal nivîskarên navdar ên kurd dest avêtin romanan û romanên xwe pêşkêş kirin. Ji van Helîm Yûsiv “Gava Ku Masî Tî Dibin”, Jan Dost “Mîrname” û Firat Cewerî jî “Ez ê Yekî Bikujim” derxist. Dîsa “Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî ku Jan Dost bi kurdiya îro amade kir û ji Weşanên Avestayê derket xebateke girîng e.
Di nav nivîskarên ku herî zêde pirtûkên wî/ê hatine weşandin Hîlmî Akyol di rêza yekemîn de tê. Akyol ku bi berhevkariyê tê nasîn îsal 4 pirtûkên wî derketin.
Wekî nota dawî jî: Weşananeya ku herî zêde pirtûk weşandin e. Weşanên Avesta bi 15 pirtûkan di rêza yekemîn de, Do bi 14 pirtûkan û Lîs  û Doz jî bi 12’yan li dû tê. (Têbiniyek: Piştî weşandina vê nûçeyê, Weşanên Do geriya û diyar kir ku wan 16 pirtûk weşandine. Me navê ew pirtûkên ku Doyê derxistibûn û navên wan ne li ber destê me bû li lîsteyê lê zêde kirin. Li gor vê lîsteyê Do bi 16 pirtûkan derket rêza yekemîn. Dûre Avesta bi 15 pirtûkan tê.)

Vaye hemû lîsteya pirtûkên kurdî yên 2008’an:

Weşanên Aram
1- Girtî / Melih Cevdet Anday / Werger: Cuma Çîçek / Şano

Weşanên Avesta:
1- Xadim / Selahattin Bulut / Çîrok
2- Şikefta Xwekuştinê / Receb Dildar / Çîrok
3- Mîrname / Jan Dost - Roman
4-  Ez ê yekî bikujim / Firat Cewerî / Roman
5- Şêrgele / Arjen Arî / Helbest
6- Medûsa / Dîlber Hêma / Helbest
7- Bênder / Diya Ciwan / Helbest
8- Başûr / Selwa Gulî / Helbest
9- Payîz û Ba / Şikoyê Hesen / Helbest
10- Kurd (Dîrok û kultura wan) Jemal Nebez / Werger Ergîn Opengîn
11- Bîranîn / Nuredîn Zaza / Jiyan – Bîranîn
12- Folklora Kurmanca /Amadekar Heciyê Cindî û Emînê Evdal
13- Siltan Selaheddînê Eyyûbî / Îbn Xelikan / Werger M. Emîn Nazorî
14- Mem û Zînê (bi kurdiya îro) / Amadekar Jan Dost
15- Pêşdîroka Selaheddin / Vladimir Minorsky

Weşanên Belkî:
1- Qertên Ziman
2- Gulan / Evdê Cano / Helbest
3- Feqiyê Teyran / Hemû berhemên wî
4- Ji şevê re / Rênas Jiyan / Gotar

Weşanên Bîr
1- Gurzek Çîrok / Ronî War / Çîrok

Weşanên BGST:
- Dayika Wêrîn Û Zarokên Wê / Bertolt Brehct/ Werger: Erfan Cantepe, Ergin Opengin, Hekîm Kiliç / Lîstik û Notên Dramatûrjiyê /
- Hînkerê Zimanê Kurdî / Kurt Talebe Hêvi Cemiyetî

Weşanên Deng:
1- Bexçê Zimên / M. Emin Bozarslan / Ziman
2- Xezeb / Eskerê Boyîk / Roman
3- Masiyên Bajî / M. Emin Bozarslan / Çîrok
4- Ji Dînan Dîntir / M. Emin Bozarslan / Çîrok
5- Şahmaran / Yelda Karataş / Helbest / kurdî-tirkî

Weşanên Do:
1- Hêvî her dem heye / Hesen Huseyin Deniz / Roman
2- Cîhana Sofia / Jostein Gaarder / Werger Ahmet Gegez / Roman
3- Cîhan Roj / Aqil Diçe Sewda Dimîne / Helbest
4- Palûte / Çiya Mazî / Helbest /
5- Ahûzîn / Muslum Yucel / Werger Çiya Mazî / Helbest
6- Tîna Rojê / Hîlmî Akyol / Helbest
7- Cîhan Roj / Deriyê Çîrokê / Çîrok
8- Rênîşanêra Vegotina Kurdî / Hesen Huseyîn Denîz / Rêziman
9- Araf / Cihan Şan / Şano
10- Li welatê windayî evîn / Gulistan Otunç / Şano
11- Mamê Rovî / Hîlmî Akyol / Fabl
12- Kerdiz / Hîlmî Akyol / Pêkenok
13- Ji devê Nêrgiza Hemê, Hawîşana Pale, Zîna Elîxan / Hîlmî Akyol / Zargotin
14- Çar Gulên Amedê / Hîlmî Akyol / Portre-danasîn
15- Soriyas / Diyar Botî /Roman
16- Ferhenga Zazakî Tirki / Harun Turgut / Ferheng

Weşanên Doz:
1- Navdarên Kurd / Nevîn Reşan Gungor / Portre
2- Du dilop / Enwer Karahan / Çîrok
3- Berfîn / Ahmet Altan / Wergera Mustafa Aydogan / Pexşan
4- Ferhenga Erdnîgarîyê / Abdurrehman Onen
5- Neazad / Rengîn Elçî / Helbest
6- Cinên Pereyan / Murathan Mungan / Wergera Felat Dilgeş / Nivîs
7- Şevên Payîzê / Raif Yaman / Helbest
8- Şîna Helbestê / Berken Bereh / Helbest
9- Kesandina Lêkerên Kurmancî / Aynur Bozkurt / Gramer
10- Li Kuçeya Thomas-Mann Peyama Kurd / Bayram Ayaz / Nivîs
11-Dengê Pejnan/Riza Çolpan / Helbest
12- Çirok û Zarok/ Ramazan Pertev / Pedegoji

Weşanên Enstîtuya Amedê:
1- Kulîlkên Baxê Baton / Abdulkadir Bingol / Portre
2- Çil Çarîn / Arjen Arî / Helbest
3- Rêzimana Kurmancî / Mikaîl Bilbil û Bahoz Baran / Gramer

Weşanên Enstîtuya Stenbolê:
1- Hînker (asta yekem), Amadekar: Samî Tan, Ronahî Onen, Sadik Varli, Mevlut Aykoç. 

Weşanên Evrensel:
1- Arîn & Mem û Zîn / Cuma Boynukara / Werger: Rahmetullah Karakaya - Fehîm Işik / Şano

Weşanên Hîvda:
1- Sako / Gogol / Werger Cemil Oguz / Çîrok
2- Duzimanî / Amadekar Cemil Oguz - Dawud Rêbiwar / Ziman
3- Siyabend  û Xecê / Siyabedov  Semend / Destan
4- Mewlûda Zazakî / Mela  Ehmedê Xasî 

Weşanên Komal:
1- Janî Gel / Îbrahim Ehmed / Roman (Çapa sêyemîn)
2- Bi xatirê te ey roj / Nazim Ozcan / Çîrok
3- Dilopên Nîsanê / Azad Avci / Helbest
4- Strana rojek xweş / Azad Avci / Çîrok

Weşanên Lîs
1- Gava Ku Masî Tî Dibin / Helîm Yûsiv / Roman
2- Hewarî / Heciyê Cindî / Roman
3- Nameyek ji Xwedê re / Yunus Eroglu / Roman.............
4- Rojnivîska Spinoza / Şener Ozmen / Roman
5- Evîna Mêrxasekî / Îbrahîm Osman / Roman
6- Celîle / Bedran Hîkmet / Çîrok
7- Heciyê Cindî Jiyan û Kar / Firîda Hecî Cewarî / Portre
8- Ehmedê Xanî / Hemû Behrem
9- Şev û Deng / Jan Dêran / Helbest
10- Sêv Jî Me Dikujin / Mizgîn Ronak /Helbest
11- Sî Bi Rojê Xweşik e / Welat Dilken / Helbest
12- Pûşpera Gêlazan / Mehmet Çetin / Werger Lal Laleş û Kawa Nemir / Helbest

Weşanên Nûbihar:
1- Antolojîya Çîrokên Nûbiharê / Amadekar Ayhan Geverî
2- Dîwana Mela Ahmedê Cizîrî

Weşanên Pêrî:
1- Ziman - Nasname - Netewe û Neteweperwerî/ Îsmaîl Beşîkçî / Gotar
2- Ziman û  Raman / Şefik Beyaz / Gotar
3- Rupelek Ji Diroka Kurdsitan / Kardox Agirî
4- Wêneyên Keserê / Mîr Qasımlo / Roman
5- Av Zelal Bû-IV- Mezher Bozan
6- Jana Werrther/ Gouthe / Pexşan
7- Keko Bira / Ezmanê Karî / Helbest
8- Jiyana Bextiyar / Feyzi Demirag

Weşanên Tevn:
1- Xezeba Agirê Har / Hogir Berbir / Çîrok

Weşanên Vate:
1- Stranên Folklorîk ên Botanê -2 / Seyda Goyan / Muzîk
2- Cemîlpaşazadeyên Diyarbekirî û Neteweperwerîya Kurdî / Malmîsanij / Werger Roşan Lezgîn
3- Nika wextê Huyayîşî yo
4- Xafilbela / Murad Canşad
5- Dilopê Zerrî / J. Îhsan Espar

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê:
1- Konferasa Parastin û Perwerdehiya Kurdî / Amadekar: Samî Tan û Davut Ozalp / Metnên konferansê


Têbinî: Ger weşanxaneyek me pirtûkên wan kêm nivîsandibin, yan jî nav-beşa wan şaş nivîsandibe xêra xwe bila me agahdar bikin.
Di amadekirina lîsteyê de me tenê pirtûkên ku li Tirkiyeyê û bajarên kurdan hatin weşandin, ên bi latînî girtin ber çavan.
Navên weşanxaneyan li gor rêza alfabetîk hatiye rêzkirin.

cemilo@diyarname.com

 

Têbinî 2: Xwediyê Weşanên Do Huseyîn Gunduz geriye û got "We du pirtûkên me kêm nivîsandin." Me ew jî li lîsteyê zêde kirin. Bûn 16 pirtûk ku Doyê çapkirine. (07.01.2009)

***

Lîsteya salên borî û nûçeyên eleqedar:

- Li ser lîsteya pirtûkên 2007'an çend gotin

- Lîsteya 2007'an a pirtûkên kurdî

- Çîroka pirtûkên 2006’an ên bi kurdî

- Berhemên ku di sala 2005'an de derketin

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

news
  • 03 10 2026

'Antolojiya Helbestvanên Rûsî' bi kurdî derket

news
  • 02 10 2026

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Ji Konferansa TZPKurdî "Bang" derket

ad

Nivîskarên kurd diçin Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê

ad

Romana “Di Tarîyê De” û wêjeya Franz Kafka

ad

Chelsea tîma herî baş e a cîhanê ye

ad

Dîroka Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû

ad

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

  • 11 10 2026
news

Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve

  • 11 10 2026
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname