Diyarname
Li Şirnexê 3'yê mehê kesek bi navê Haci Birlik ji aliyê hêzên dewletê ve hat kuştin. Û dûre ew bi pişta panzêrê ve girêdan û ji erdê ve kişandin. DÎHA'yê ev wêne roja 04.10.2015'an bi sernavê "Mirovahî ji erdê ve tê kişandin!" weşand.
DÎHA'yê li ser îdîaya hin kesên ku bûyer dîtiye wisa got: "Tîmên taybet pêşî Birlik birîndar kirin, dûre ew înfaz kirin. Hin tîman Birlik bi pişta panzêra ku jêre Akreb dibêjin ve girê da û ew heta ber avahiya Bayindirlikê bi erdê ve kişandin."
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş ev wene di twittera xwe de weşand û wisa nivîsî: "Baş li vê fotoyê binêrin. Duh li Şirnexê hat kişandin. Bila kes ji bîr neke, ji ber ku em jî ji bîr nakin."


