logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Şaşiyên ziman ên TRT 6’ê -2-

Bi dîtina min divê kêmasî û şaşiyên zimên yên vê qenalê ji aliyê teknîkî ve werin rexnekirin.

  • Dîrok: 12/02/2009
  • Beş: Serbest


Edîb POLAT

Bi dîtina min divê kêmasî û şaşiyên zimên yên vê qenalê ji aliyê teknîkî ve werin rexnekirin. An na ew dê gelek zerarê û gemariyê di kurdî de bi cih bike.
Di herikîna programan de dubarebûn zêde ye, heman mêvan an hunermend hem dertê programa Rojîname, him jî Bûka Baranê. Zimanê programa Bûka Baranê ji ber Nilufer Akbal ku ew dimilî ye, gelek lawaz e. Di hemû programan de werger zêde ye, lewma mirov dikare bêje TRT 6 qenalek wergerê ye. Digel ku di ser weşana wê de meh û nîv derbas bûye jî, lê ji bilî programa pêkenokî Tewlo, tu fîlm, rêzefîlm an belgefîlm di orîjînala xwe de bi kurdî nehatiye amadekirin. Kadroyên TRT 6’ê ger ji dil bin, ji dêvla ku ew çend sînema û rêzefîlman werdigerînin, dikarin dema xwe ji çêkirina fîlmekî kurdî re veqetînin. Carna hevpeyvînên programa Rojev jî bi tirkî tên çêkirin û piştre tên wergerandin. Wergerek çawa? Ramandin bi tirkî ye, peyv bi kurdî ne.
TRT 6 bi tirkî jî weşanê dike. Hefteyê carekê konserek xwerû bi tirkî tê weşandin. Ev yek bingeha xwe ji çi distîne? Dişibe berdewama asîmîlasyonek bi dizî. Heta îro kesekî di qenalek din yên TRT’ê an yên taybet de konserek ji serî heta binî bi kurdî temaşe kiriye? Qenala TRT 6 qaşo xwerû bi kurdî weşanê dike, ji programa Îbrahîm Tatlises dest pê kir, piştre bi Îzzet Altinmeşe dom kir, herî dawî jî di heştê vê mehê de Burhan Çaçan derxist ser dikê. Her konserek bi hindikî saetek û nîv didome. Mirov difikire, gelo kesekî kurd ku hîç bi tirkî nizanibe, dê çewa tehamula konserek wiha dirêj bike? Ew dê çima bi saetan guh bide stranên bi tirkî?
Çend şaşiyên din yên balkêş jî ev in:
- Di jenerîka programa hunerê de peyva “Pîşeyê Min” dertê ekranê. Divê ew “Pişeya Min” ba. Di belgeselek siyasî ya biyanî de, werger dibêje: “Di dema hikumatê wî da...” Rastiya peyvê divê “Di dema hikumeta wî de…” ba. Her wiha bi mêvanek jin re dema hevpeyvîn pêk tê, jê re dibêjin “mêvanê me.” Divê rastiya wê “mêvana me” bûna.
- Di hin programan an belgeselan de, peyva “nakokî” wekî “naqoqî” tê bikaranîn.
- Kesên ku dublaja fîlman an belgeselan dikin, di dengê wan de tê fêmkirin ku heman kes in. Ango kadroyên dublorên dengan gelek kêm in.
- Navên hin rêzefîlman an belgeselan xelet hatine nivisîn. Mînak: “Kurdê ku ji Ûzayê Hatiye” wekî “Kurdê ku ji Ûzayê Xatiye” hatiye nivisîn. (06.02.2009) “Gav Avêtina Ber bi Serfiraziyê” wekî “Gawavêtina Serfiraziyê” hatiye lêkirin.
Di dublajan de îdîom bi kar nayên. Mînak: Di rêzefîlmê Herî Dawî Bav Dibihîzin de peyvek wiha tê gotin: “Were Kêfa Min Were”, bi tirkî, dibêjin “Gel Keyfîm Gel.” Bi kurdî ji bo vê îdîomê dibêjin “Min Kêfa Gurê Pîr Dikir!”
Piştî ew çend xeletiyan, ji dilê kîjan kurdî tê ku bêje “Saet Xweş”?

edibpolat@hotmail.com

***

Nivîsa din a Edîb Polat a li ser TRT 6'ê: Şaşiyên ziman ên TRT 6'ê

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rêxistina Rojnamegeran: Li Îranê 41 rojnameger hatin girtin

ad

Sînem Mihemed ligel Wezareta Karên Derve ya Amerîka civiya

ad

Pirtûkek bi kurdî 10 çap kir û 15 hezar heb firot

ad

Gelo mirov dikare bêje "Komar an jî dewleta Agirî?"

ad

'Weşana bi zimanên din' hate erêkirin

ad

Komeleya Nivîskaran Doza Navên Kurdî dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname