AMED
Hevseroka KCD'ê Selma Irmak di destpêka civîna KCD'ê de axivî. Vane hin gotinên Irmak:
- Li ser Kurdistanê êrîşa sedsalî pêk tê. Li hemberî vê yekê berxwedanek mezin heye. Li ser axa Kurdistanê dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Di asta jor de têkoşîna azadiyê tê dayîn. Li aliyekî li şûna hêsiran xwîna dayikan dirije. Ev êrîşên înkar û îmhayê bûn sedem ku em civîna awarte pêk bînin. Biryara ku em li vir bidin dê qedera gelê kurd biguherîne. Dê bibe rizgariya gelê kurd. Ji niha de ez vê biryarê li hemû gelê kurd pîroz dikim.
Gelê Kurdistanê li ser vê axê êşên mezin kişandin û êdî naxwaze van êşan bikişîne, dixwaze bi xwe biryara pêşeroja xwe bide.
DAIŞ'ê jinên êzîdî revandin. Xwest di şexsê jinê de jina azad qetil bikin. Lê jinan xwe ji bin xêliya reş derxist û kesk, sor û zer kirin xêliya xwe. Cilê şînê ji ser xwe avêt û cilê azadiyê li xwe kir.
Gelê kurd di serhildana Agirî, Şeyh Ubeydullah, Simko, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Mereş, Çorum û Qoçgirî de bedelên giran dan. Wê demê Osmaniyan xwest em bibin leşkerên wan û ew me bi rê ve bibin. Niha jî Tirkiye dixwaze wekî Osmaniyan bike. Niha AKP vê mirateya wan dixe meriyetê. Ewil gotin pirsgirêka kurd pirsgirêka me ye. Niha jî dibêjin pirsgirêka kurd tune ye.
Di sala 1924'an de kurd ji meclisê avêtin û niha jî wan di meclisê de wekî terorîst bi nav dikin. Feraseta wê demê û niha qet nehatiye guhertin. Ji ber rêya axaftinê nema, kurdan têkoşina çekdarî da destpêkirin. Li axa Kurdistanê û Mezopotamyayê şerê azadiyê hat dayîn. Piştî 30-40 salan encam girt. Dewleta tirk dixwaze em ji ziman, nasname û hemû tiştên xwe berdin û di xizmeta wan de bin. Lê em dest ji rêveberiya cewherî bernadin. Birêz Ocalan herî dawî li şûna şerê çekdarî rêya muzekereyan pêşniyar kir. Ji bo vê yekê mutabakata Dolmabahçeyê amade kir. Lê dewletê ev yek qebûl nekir û şer da destpêkirin. Em ji bo jiyana nû û rêveberiya cewherî çi hewce be em dê bikin. Em ji daxwazên xwe gavan paş ve navêjin. Heta kurdek jî bimîne, em dest rêveberiya cewherî bernadin. Ji ber ku jiyan azadî ye. Em dest ji jiyanê bernadin. Em mafdar in û ji ber em mafdar in em dê bi ser bikevin. Me daxwaza xwe ya diyalogê anî ziman. 3 sal berê Birêz Ocalan li ser girîngiya muzakereyan rawestiya. Niha di bin tecrîda giran de ye. Dixwazin di şexsê Ocalan de vîna kurdan bişkînin. Pêşiyên me teslîm nebûn em jî teslîm nabin.
Me xwest bi riya siyasî û muzakereyan pirsgirêkê çareser bikin. Lê em ne bê rê û ne bê çare ne. Kurd naxwazin bê statu bijîn. Kurd ne bê çare û ne bê rê ne.
Zarok, dayik û bav li ser hev hatin qetilkirin. Zaroka 6 mehî Mîray li Cizîrê hat qetilkirin. Kal û pîr hatin gulebarankirin. Em cara dawî destê xwe dirêj dikin. Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan. Gelê kurd ne bi tenê ye. Niha jin û ciwan pêşengiya têkoşina azadiya kurdan dikin. Em bi hêz in û heviyên me mezin in. Ev sedsal dê bibe sedsala me. Em berxwedana Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Sîlopî, Kerboranê silav dikin. Em bejna xwe li ber kesên jiyana xwe ji dest dan ditewînin.
Nûçeyên din li ser civîn:
- Hatîp Dîcle: Tu hêz nikare xwerêveberiyê asteng bike


