logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?
  3. Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya
  4. Li Hambûrgê lîstikên 'Melankolî' û 'Mirina Jeanne d'Arcê Ya Din' li Festîvala Şanoyê ne
  5. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
news-details

Portreya Mehê: Dilawer Zeraq

Nivîskar Dilawer Zeraq heta niha çîrok nivisîne, pirtûk wergerandine, ferhenga biwêjan amade kiriye, roman nivîsîne, kov

  • Dîrok: 10/01/2016
  • Beş: Portreya Mehê

Diyarname

Nivîskar Dilawer Zeraq heta niha çîrok nivisîne, pirtûk wergerandine, ferhenga biwêjan amade kiriye, roman nivîsîne, kovargerî kiriye. Bi van piralîbûna wî em wî vê mehê dikin mêvanê Portreya Mehê.

Nivîskar Zeraq di sala 1965'an de li navçeya Farqîna Amedê hatiye dinê. Wî ji dibistana seretayî heta lîseyê xwendina xwe li Farqînê temam kiriye û di sala 1985'an de Zanîngeha Dîcleyê Beşa Matematîkê qedandiye. 

Zeraq yek ji wan kesan e ku di salên 90'î de dest bi nivîsa kurdî kiriye. Wî di kovarên wekî Jiyana Rewşen, Rewşen Name, Kulîlka Ciwan, Kovara W, Tîroj û rojanmeya Welatê Me û Azadiya Welat de nivîsiye. 

Di nav tevger û civînên nivîskarên kurd ê di destpêka salên 2000'î de wî jî cih girtiye. Dema di sala 2004'an de kovara W wekî însiyatîfeke sivîl dest bi weşanê dike, ew jî yek ji wan kesên avakarê vê kovarê bû û her wiha wî heta hejmara 13'yan jî edîtoriya vê kovarê kiriye.

Zeraq ku demekê dersa zimanê kurdî jî daye, zêdetir bi çîroknivîsiya xwe tê nasîn. Zeraq ku bi çîrokên xwe di nav wêjeya kurdî de cih girtiye, paşê berê xwe daye romanê jî. Yek ji xebatên wî yên girîng jî "Deyimler Sozlugu - Ferhenga Biwêjan" a bi tirkî-kurdî ku ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derketibû ye.

Zeraq demekê endamtiya Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Nivîskarên Kurdî kiriye. Zeraq li Amedê dijî.


Berhemên wî:

- Kakil-kurteçîrok: Weşanên Sî, 2002, Stenbol

- Bişirîna Şermînî-kurteçîrok: Weşanên Aram, 2003, Stenbol

- Şevên Winda Wêneyên Meçhûl-Roman: Weşanên Lîs, 2005, Amed

- Ferhenga Biwêjan, Tirkî-Kurdî: Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2005,

- Çilkên Pênûsê, kurteçîrok, Weşanên Lîs, 2009, Amed

- Mirina Bêsî - Roman, Weşanên Lîs, 2011, Amed

- Nexşên Li Giyan, Roman, Weşanxaneya Lîs, 2014, Amed

- Ferhenga Termên Matematîkê, Ferheng, (Amadekar: Dilawer Zeraq, Mem Wend), Weşanên Lîs, 2015, Amed

Wergerên wî:

- Ejdehayê Sêserî- (Leyla Erbîl): Weşanên Lîs, 2007, Amed

- Jiyanê Li Îstasyonê Dest Pê Kir- (Jaklin Çelik): Weşanên Lîs, 2007, Amed

- Mirina Li Madrîdê- (Oya Baydar): Weşanên Lîs, 2007, Amed

- Gelaciyên Bajarê Nû- (Müge İplikçi): Weşanên Lîs, 2007, Amed

- Hêrsê (Jaklin Çelik), Weşanên Lîs, 2012

- Kawayê Min–Benim Kawa’m (Amadekar: Bulent Ulus), Werger: Dilawer Zeraq – Davut Ozalp , Weşanên Evrensel, 2012, Stenbol

 

Foto: Mehmet Masum Suer 

 

Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskarên kurd kedek gelek mezin didin, lê bi qasî keda ku didin qîmetê nabînin. Û bi taybetî piştî dimirin qîmetê dibînin. Me got belkî em vê yekê bikaribin piçek be jî biguherînin. Ji niha û pê de emê her mehê cih bidin nivîskarek kurd ku dijî. Ji bo vê yekê her serê mehê dê portreyek nû bê pêşkêş kirin. Em bi portreya nivîskarê hêja Dilawer Zeraq dest pê dikin.

Parve Bike

Youtube Me

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Portreya Mehê - Nivîsên Dawî
news
  • 02 07 2025

Bi salan e li ber Kela Hewlêrê wêneyan xêz dike

news
  • 17 09 2024

Parçeyek ji dîroka kurdan: Mehmed Emîn Bozarslan 90 salî ye

news
  • 17 06 2024

Ji bo klamên Germiyanê 41 salên xwe dan

news
  • 25 04 2024

Doktorê alîkariya birîndar kir, Dr. Ciwan Hemî

news
  • 21 02 2024

Selîm Temo: Çanda xwe biparêzin û ragihînin nifşê nû

news
  • 02 10 2023

Portreyeke cihêreng: Ev 25 sal in li Hewlêrê parfuman çêdike û difroşe

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Çend baro Roja Ziman pîroz dikin

ad

Çarîk fînalîstên dawîn diyar dibin

ad

Agir bi Mizgefta Mezin a Amedê ket

ad

Li dinyayê lîstikvanên herî zêde pere kar dikin

ad

Alîgirên Amed Spor û Diyarbekir Sporê li Deriyê Çiyê daxuyanî dan

ad

KCD'ê banga ji bo aştiyê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?

  • 11 05 2026
news

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

  • 11 05 2026
news

Li Hambûrgê lîstikên 'Melankolî' û 'Mirina Jeanne d'Arcê Ya Din' li Festîvala Şanoyê ne

  • 11 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname