Diyarname
Kovara Nûbiharê li ser karesata Helebçeyê daxuyaniyeke weşand û got ku Helebçe nayê ji bîr kirin.
Kovarê Nûbiharê di daxuyaniya xwe de wisa got: "Di vê ecêba giran de li gor reqemê fermî pênc hezar lê li gor şahidên zindî nêzî deh hezar kes şehîd ketin.
Ji xeynî vê bi hezaran birîndar û seqet bûn. Bi hezaran kes bi nexweşiyên kuştarî ketin. Dar û berên kurdistanê bi salan şîn nebûn ji ber tesîra bombeyên kîmyewî, zarokên ku hatine dinyayê jî bi nexweşiyên giran hatin û piştî demeke kurt wefat kirin. Ne mimkûn e ku ev bobelata wekî rûpeleke reş û kambax kete dîroka mirovahiyê were ji bîr kirin!!
Kesê xwedî wijdan û dilovaniyê bin û nirxên mirovahiyê di wan de hebe nikarin vê karesata giran ji bîr bikin....
Em cardin vê felaketa giran bi bîr tînin û em bawer dikin ku Xweda Şehîdên Helepçê bi cenneta xwe şa kiriye.
Û em ji bo zaliman jî gotina Bedîuzzeman berz dikin: 'Ji bo zaliman bijî Cehennem!!'
Helepçe tu carî nayê ji bîr kirin..."


