logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

'Zimanê kurdî azad bibe dê pirsgirêka kurd jî çareser bibe'

Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê bi boneya 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmanî yê Cîhanê daxuyanî da. Sekreterê Giştî yê saziyê

  • Dîrok: 20/02/2016
  • Beş: Nûçeyên Çandî

AMED
Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê bi boneya 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmanî yê Cîhanê daxuyanî da. Sekreterê Giştî yê saziyê M.Nurî Aydogan got ku pirsgirêka ku 93 sal in wekî pirsgirêka kurd tê binavkirin, di rastiya xwe de pirsgirêka zimanê kurdî ye û got: "Heke zimanê Kurdî azad bibe, dê pirsgirêka Kurd jî çareser bibe."

Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê li ber avahiya saziyê daxuyanî da çapemeniyê. Ligel rêveber û endamên KURDÎ-DER'ê, xebatkarên rojnameya Azadiya Welat, Weşanxaneya Aramê û gelek xwendekarên KURDÎ-DER'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Sekreterê Giştî yê KURDÎ DER'ê M.Nurî Aydogan ve hat xwendin. Aydogan diyar got ku ev 93 sal in di serî de gelê kurd, zimanê gelan qedexe dikin, li Sûrê çand, dîrok û baweriyên gelan tune dikin û dûre jî dibêjin gel birayên hev in. Aydogan wiha dom kir: "Heke em birayên hev in, çima li her bajarekî Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran dibistanên ku perwerdehiya bi zimanê tirkî tê dayîn hene û yek dibistaneke ku ji aliyê dewletê ve hatiye vekirin û bi zimanê kurdî perwerdehî tê dayîn tune ye? Çima di 21’ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de li hemberî dibistanên ku gelê kurd bi derfetên xwe ava kirine ew qas êrîşên dijwar ên dewleta Tirkiyeyê pêk tên û deriyên dibistanan tê morkirin û hîn jî morkirî ne. Feraset û felsefeya Erdogan û hukumeta AKP’ê ya xwişk û biratiya bi gelê kurd re ev e."

Aydogan got ku ji bo mirovan şertê yekemîn ê azadiyê axaftin, xwendin, nivîsandin û perwerdehiya bi zimanê xwe ye û got: "Li hemberî siyaseta înkar û tunekirinê ya dewletê daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî di destê gelê kurd de çeka herî serekeye. Em dikarin bêjin ku gelê kurd vê çeka xwe ya bi derb bikar bîne, dê mifteya azadiya zimanê xwe bidest bixe û ji bo zimanên gelên bindest bibe mînak, model û rêya azadiya zimanên gelan vebike. Li ser bingeha vê rastiyê, wekî Navenda Giştî ya Kurdî Derê, banga me ev e. Heta ku hemû maf û azadiyên ji bo hemwelatiyên tirk ji aliyê dewletê ve tên pêşkêşkirin, ji bo gelê kurd û gelên din ên li Tirkiyeyê dijîn jî bên dayîn û di Zagona Bingehîn de bên bicihkirin, divê siyasetmedar, parlementer, şaredar, rêveber, rayedar û hemû pêşengên siyaseta kurd li sûkê, li bazarê, li dibistanê, li nexweşxaneyê, li dadgehê, li kuçe û kolanê û li hemû qadên jiyanê, bi kurdî biaxivin, bixwînin, binivîsin, bifikirin û bi kurdî bijîn. Ya herî girîng jî, li hemû qadên jiyanê doz û daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî berz ye ku em vê daxwaze bilind bikin."

Piştî daxuyaniyê rêveber û endamên KURDÎ-DER'ê belavokên bikurdî li gel belav kirin.


Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Bi hezaran kes li hemberî derbeyê meşiyan

ad

Bernameya Stenbolê

ad

Li ser ‘Pêşeroja Zarokistanên Pirzimanî’ komxebatek li dar dikeve

ad

'Nomadland'ê mohra xwe li şeva Oscarê da

ad

Lijneya Pirtûkên Zarokan jî kongreya xwe ya li Tirkiyeyê betal kir

ad

Kîteyên hevdîtina Erdogan û Turk

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname