logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Li Dêra Kirimê helbestên kurdî olan dan

Di "Şiir İstanbul" de, li Dêra Kirimê digel helbestên dinyayê helbestên kurdî olan jî dan.

  • Dîrok: 23/04/2009
  • Beş: Nûçeyên Çandî

 

Cemil Oguz

Di "Şiir İstanbul" de, li Dêra Kirimê digel helbestên dinyayê helbestên kurdî olan jî dan.

4'emîn Festîvala Helbestan a Navneteweyî ya Beyogluya Stenbolê "Şiir İstanbul" ji aliyê  Tarih ve Toplum Bilimleri Enstitusu Dernegi û Şaredariya Beyogluye ve tê organîzekirin.
Festîvala ku PEN'a Tirkiyeyê û Komeleya Wêjevanan jî piştgirî dide de îsal ji 31 welatan 42 helbestvan beşdar dibin. Digel helbestvanên ji Îngilistan, Kuba, Îran, Iraq, Sûrî, Lubnan, Tirkiye ve hê gelek welatên din, helbestvanên kurd jî beşdar dibin.
"Şiir İstanbul" ku ji her gelî her zimanî helbestvanan beşdar dike de, helbestvanên bi zimanên cihê tîne ba hev wan bi hev dide nasîn, helbestên wan digihîne hev û di heman demê de li cihên dîrokî yên Stenbolê de dîrok û helbestê tîne ba hev. Yek ji van cihan jî Kirim Kilisesî (Dêra Kirimê) bû ku duh çalakî li wê derê li dar ket.
Dêra Kirimê di sala 1858'an de di dema şerê Kirimê de dest bi çêkirina wê hatiye kirin. Mîmarê wê G.E. Street e û erseya dêrê ji aliyê Siltan Abdulmecid ve hatiye pêşkêş kirin. Çêkirina dêrê 10 salan didome û heta sala 1971'ê ew der ji bo îbadetê tê girtin. Piştî ku hejmara camaeta dêrê kêm dibe wê salê dêr tê girtin, di sala 1991'ê de careke din tê vekirin. Di van çend salên dawî de jî dêr digel îbadetê xizmetê çalakiyên çandî jî dike.
Û çalakiya "Helbestvanên Jin Digihên Hev" jî di êvara 22'yê mehê de li dêrê li dar ket. Di çalakiyê de helbestvan wekî Şarareh Karmanî (Îran), Maria Elena Balanco (Kuba), Fevziye El Mîr (Sûrî), Paula Meehan (Îrlanda), Olcay oztunali (Tirkiye), Oya Uysal (Tirkiye) û gelekên din helbestvanên kurd Fatma Savci û Gulîzer jî amade bûn.
Helbestvanên jin her yek bi zimanê xwe helbesteke xwendin, Fatma Savci û Gulîzerê jî bi zimanê xwe.
Savci berî dest bi xwendina xwe bike, gotina "Jinên DTP'yî ku tekane sûcê wan ew bû têkoşîna siyasî didan; demek berê di operasyona li hemberî wan de hatin binçavkirin û girtin. Ez vê operasyonê şermezar dikin û helbesta xwe diyarî wan dikim" anî ziman û dest bi xwendina helbesta xwa "Qedera Qurnefîlê" kir. Helbestvan Gulîzer hilbesta xwe "Porkurê" xwend.

"Şiir İstanbul" ku heta 26'ê mehê dê li dar bikeve de çalakiyên din ên ku dê balê bikişînin bi beşdariya dengbêj, nivîskar û helbestvanên kurd dê li dar bikevin hene.

Ji van çalakina roja 24'ê mehê saet 12.00'an de li Şanogeha Muammer Karacayê bi navê "Kurd, jin û helbestvan" çalakiyeke di bin rêveberiya helbestvan Jana Seyda de li dar bikeve. Di çalakiyê de helbestvanên kurd Gulîzer, Fatma Savci û Xelat Ahmed wê hem helbestên xwe bixwînin hem jî qala çîroka helbestên xwe bikin.

Heman rojê saet 18.30'yan de jî li Kumbara Sanat Merkeziyê di bin rêveberiya Xwediyê Weşanên Avestayê Abdullah Keskîn de dê çalakiya "Wêjeya Kurd a Modern" li dar bikeve. Di çalakiyê de nivîskar Abidin Parilti wê li ser wêjeya kurdî biaxive.

Çalakiye din ku di nav Şiir istanbulê de derdikeve pêş jî çalakiya "Kevneşopiya çîrokbêjî û dengbêjî" ye (26'ê mehê saet 13.00, Kumbara Sanat Merkezi). Ev çalakî dê ji aliyê Abidin Parilti ve bê bi rê ve birin û di çalakiyê de dengbêj Seyidxanê Boyaxçî wê hem klamên xwe bibêje û hem jî qala çîroka wan bike.

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji pirtûkxaneyekê ber bi xeyalan ve

ad

Li ser ketina Heşdî Şabî ya qada petrola li Germiyanê agahiya dawî...

ad

Çîroka pirtûkek 20 salî

ad

Girtîgeha Amedê: Hikumetê proje amade kiriye, saziyên sivîl projeyek din pêşniyar dikin

ad

Di Koma E de her tişt tevlihev bû: 3-3-3-3

ad

Komeleya Nivîskarên Kurd rêveberiya xwe nû kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname