Yûsiv Biyanî
neyê…
tu bê
weke navê xwe dizanim ez ê bimrim
û tu neyê
weke bi navê te dizanim ez ê dîsa jî bimrim
Rênas Jiyan
Hezkirinên min niha şûndatir ve şikestine. Tu hêvî êdî nikarin xwe di dilê min ê ku kul û derdê te heya niha racivandibû de bihewînin. Tu tişt êdî nabin mahane ku ev dil were xapandin û ji xewnên şevên dirêj bireve. Heya niha dil, wekî kelkelkên germavên biharê de ku ber sira zivistanê cemidîbin, har bûbû û dikeliya û lê mixabin kelandina dil sekiniye delalyê!
delalya dila
te av neda gula
gul şîn nebûn
nebûn dermanê dila!
(Divê bê zanîn ku peyvên delalyê û dilê di vir de tenê wekî nav tên bikaranîn.)
Min bihîst tu dixwazî werî. Lê dilê heya ev bîryar hat girtin ma qet tu zanî çi qewimî? Gelo tu dizanî çend bajar hilweşiyan, çend kesan xwe kuştin û çend rêwî rêketin di hundirê min de?
Vî dilê reben agir berda xwe û li pey xwe tu tişt nehîşt. Delalyê her wekî ku tu jî dizanî dema ku agir li malekî bigre û xwediyê malê jî nexwaze vemirîne dê çi bibe? Ez bêjim delalyê ez bêjim: Di nav qîrîn û nalînan de her tiştê bişewite. Tenê xwediyê malê bixwaze çi xilas bike, ew ên xilas bibin!
Dema agir bi min ket min tu tişt nekir delalyê!
min zanibû çîroka vegotina agir bi vir hatiye vegotin
min zanibû ku agir ji bihuştê tê!
Min xwe di vî agirê evînê de winda kir êdî tu bawerî nikarin min derxînin li ser wê dika dilê te. Min ev windabûn û pûçbûna giyanê xwe kuşt dilê!
Xeletiya min a herî mezin ev bû ku min bi te ve dest pê kir û ez tenê te digeriyam. Ji ber ku demekî şûndatir, min fêm kir ku di vê behra bêdawî de tu hîç î û ev gera bêdawiya ku êdî min dest pê kiribû ne ji bo te bû. Tişteke bê ser û ber e. Ez tenê dikarim bi yek gotinê îzah bikim: Di windabûnan da windabûn…
Belê dilê dibe ev gotin te aciz bikin jî divê tu bizanibî rastî wekî serê derziyan di laşê mirovan de diçikin. Heke te heya niha ji bo rastiyan di laşê xwe de qul vekiribe jixwe hildana wan dê hêsan be, lê heke te heya niha devê wan qulan girtibe û guh nedabe wan divê tu xwe hatina rastiyan re amede bikî…
min dil berda te
hebûn û nebûna te de jiyam
û te xwe;
kil kir
kûr kir
winda kir…
divê tu jî di nebûnan de bijî
divê tu jî di tariyên şevên bêxew û bêhêvî de xwe kuç û kolanan bixî
divê tu jî ji ber derdê xwe bihelî wek findekî
divê tu jî bizanibî agir berdî dilê xwe…
di vê dawiyê de di bêrika min de tenê peyvek ma. Li ber xwe bide ez ê bibêjim. Peyveke ku di dilê min de wekî tîreke tûj çikiyabû û min dikir nedikir nikaribû derxista ku bigota. Dema min hewl dida ku ez derxim êşeke bêpîvan dibû rêwî li ser dil! Lê jiyan hem derd e hem jî xwedî derman e. Min heya vî emrê xwe seh kir ku dermanê jiyanê jî di demê de veşartiye. Belê, dem! Her wekî gotine dem hînkerekî/e mezin e. Hem her tiştî hînî xwendekarên xwe dike hem jî wana dikuje. Hem her tiştî dide destpêkirin û hem jî dawiya her tiştî tîne…
Vaye ji te re peyva dawiyê, peyva ku di bêrîka min de maye:
Neyê!
***
Nivêsên Yûsiv Biyanî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Delalya dilê min 2
- Ew û ev dem
- Delalya dilê min!
- Ka binihêrin 'berf dibare' an 'kar yagiyor'


